Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

’Bila rejîma Sûrî ji bîr neke ku tirkî dagîrkerê xaka Sûriyê ye’

18/09/2022
in ROJEV
A A
’Bila rejîma Sûrî ji bîr neke ku tirkî dagîrkerê xaka Sûriyê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

 

Şaho Gaber/Qamişlo

Ezher Ehmed bibîra hukumeta Şamê anî  ku, yê despêkê agirê şerê li Sûrî gur dikir û ji bo ruxandina Sûriyê hemû derfetên xwe xistine xizmeta çeteyan de, dewleta tirkî bû û got, çareserî tine lihevkirinek Sûrî- Sûrî de ye

Di demên dawî de gotegotên li ser hewldanên lihevkirina di navbera hikumeta Şamê û dewleta tirk ya dagîrker zêde bûn. Piştî civîna li Soçiyê ya di navbera  Erdogan û serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de, ku di 5’ê  Tebaxê de hatibû lidarxistin, Tirkiyê  diyar kir ku Rûsya hewl dide têkiliyên Şam û Enqereyê asayî bike. Erdogan jî eşkere got, lihevhatina bi hikumeta Şamê re, rêya çareserkirina aloziya Sûriyê ye.

Derbarê hevildanên lihevkirinên di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk ya dagirker û li hemberê planên qirkirina kurdan erkê gelên herêmê, Endamê Desteya Rêveber Ya Meclisa Sûriya Demokratîk Ezher Ehmed ji me re axivî.

Ezher Ehmed  diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca têkbirina projeya Rêveberiya Xweser hewl dide bi hikumeta Şamê re li hev bike û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker ji bo şerê li dijî Kurdan û têkbirina projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser hewl dide, bi hemû dewletan re li hev bike. Lê, divê rejîma Şamê ji bîr neke ku, ji destpêka aloziya Sûriyê ve di 2011`an de, dewleta Tirk piştgiriya oposîzyona Sûriyê kir û xaka Sûriyê dagîr kir. Ev lihevkirina di radeya yekemîn de dê zirarê bigihîne hikumeta Şamê.”

’Armanac sereke ya dagîrkeriya tirkî pêkanîna mîsaqa milî ye’

Ezher Ehmed bal kişand ser planên dewleta tirk ji bo pêkanîna Osmaniya nû û wiha got: “Dagirkeriya Tirk ji bo pêkanîna xewina Osmaniya nû, dê her tiştî bike. Lewma divê hikumeta Şamê bizane ku, di kîjan mijarê de be jî wê lihevkirinên bi dewleta Tirk re, bibe sedema îflaskirina wê. Piştî civîna Tehranê, Rûsya xwest dewleta Tirk bi fermanên wê tevbigere û li pêşiya NATO û Amerîkayê ji bo berjewendiyên wê kar bike. Dewleta Tirk ber bi hilweşandina aborî û siyasî ve diçe, ji ber wê ger Rûsya bikare dewleta tirk û rejîma Şamê li hev bîne, dê aloziya Sûriyê kûrtir bibe.”

‘Li hevkirina rejîma Şamê ya bi tirkî re wê bibe dawî ya Suriyê’

Ezher Ehmed bîr xist ku dewleta Tirk di aloziya Sûriyê de roleke pir xerab lîst û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewleta Tirk bi îdiaya ku Kurd dixwazin Sûriyê parçe bikin, ji destpêka aloziya Sûriyê ve destwerdan kir û  piştgiriya opozîsyonê kir. Rasterast êrişê deskeftî û serkeftinên li dijî DAIŞ’ê çêbûyîn kir û xaka Sûriyê dagîr kir. Her kes dizane ku dewleta Tirk a dagirker demografiya herêmên dagirkirî guherandiye û bi ser xaka xwe ve kirin mîna Lîwaa Îskenderon, divê hikumeta Şamê bizane ku dewleta Tirk ji herêmên ku dagîr dike dernakeve. Ew dixwaze projeya Osmanî Nû pêk bîne.”

’Divê her kes bi erkê xwe yê ehleqî rabe’

Endamê Desteya Rêveber Ya Meclisa Sûriya Demokratîk Ezher Ehmed  da zanîn ku ji bo têkbirina planên dagirkeriya tirkî, yekîtiya gelên herêmê pêwîste û axaftina wiha qedand: ” Tişta ku gelên bakur û rojhilatê Sûriyê tê xwestin, yekîtî û hevgirtina xwe bihêz bikin. Dema ku gelên herêmê li ser bingeha Şerê Gelê Şoerşgerî tevbigerin,  wê êrişên dagîrkeriya tirkî têk biçin.  Herwiha divê gelên herêmê li dora Hêzên Sûriya Demokratîk kom bibin  û piştgiriya wan bikin. Ji mirovekî ku li ser xaka bakur û rojhilatê Sûriyê jiyan dike, tê xwestin bi erkê xwe yê exlaqî rabe û li dijî dagîrkeriyê têbikoşe. Divê tevaiya partiyên siyasî yên herêmê ji bo berjewndiyên gelên herêmê xebatê bikin. Herwiha divê komkujiyên dewleta tirkî ya dagîrker ji bîr nekin. Bersiva herî rast ji êrişên dewleta tirk ya dagirker re Şerê Gelê Şoreşgerî ye.”

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.