Rojnameya Ronahî

Paradîgma berê wan dide Îmraliyê

 

 

Heger azadiya Rêber Apo parêzerên 22 welatan eleqeder bike, tê wê wateyê ku êdî ‘dem dema azadiya Rêber Abdullah Ocalan e’

 

Farûk Sakik

 

Rêber Apo ji 15’ê Sibata 1999’an vir ve li Îmraliyê di şert û mercên tecrîdeke giran de tê girtin.  Ji destpêka rojên Îmrali heta îroj li ser Rêber Apo her tim tecrîd heye. Herî dawî di encama zextên raya giştî de, di sala 2021’ê de bi rêya telefonê bi birayê wî re hevdîtineke gelekî kurt hat kirin.

 

Armanc; qutkirina pêwendiya Rêber Apo ya bi civakê re ye. Çima dixwestin ku vê pêwendiyê qût bikin? Rêber Apo di hemû hevdîtinên xwe de bal kişandiye ser aştî û çareseriyê. Ev helwesta wî hin aliyan, ango aliyên şerxwaz aciz dikir. Wan nedixwest ku aşitî pêk were û neçareseriya li Îmraliyê jî astengkirina aştiyê bû.

 

Dîsa di hedefa wan de parêzer hebûn. Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di 11 salên dawiyê de tenê 5 caran hevdîtin bi parêzerên xwe re kiriye. Çima parêzer tên asteng kirin? Ji bo ku di hevdîtinan de parêzname jî dihatin parvekirin. Ev parêzname wek ansiklopedî ya çareseriya pirsgirêkan bû. Di salên destpêka Îmraliyê de, civak bi salan li benda rojên hevdîtina bi parêzeran re bû. Peyamê ji wê derê dihat, bi rojan dihatin nîqaşkirin. Dem hat ev ‘notên hevdîtinan’ di qada navneteweyî de jî, hatin meraqkirin. Aha ev yek bû sedem ku komploger û rejîma Tirkiyê tecrîda giran bidin destpêkirin û hevdîtinên parêzeran jî bidin seknandin.

 

Di peymanên neteweyî û navneteweyî de mafê girtiyan heye ku timî bi parêzerê xwe re hevdîtinê pêk bînin. Pêşîlêgirtina hevditina parêzeran bêhiqûqî ye. Mînak, hevdîtin berê bi hincetên wekî “keştî xerabe ye” û “rewşa hewayê nebaş e” dihatin astengkirin, lê di salên dawî de serlêdanên tên kirin, an bêbersiv tên hiştin an jî bi hinceta cezayên dîsîplînê tên redkirin.

 

Dema ku li deverek hiqûq nema, êdî bersiv jî nadin serlêdanên mafxwaziyan. Li Îmraliyê li hemberî Rêber Apo hiqûqa dijminatiyê tê bikaranîn. Dewlet xwe mafdar dibîne û  li gorî xwe bersiv dide hiqûqa navnetewî. Di van salan de, êdî pêdivî bi hincet û belgeyan jî nabîne. Bi du îspatan jî nakeve.

 

Ceseretê, ji sîstema komploya navdewletî digire. Cesaret, ji xemsariya CPT û DMME digire. Dema em li peymanên sazî û dezgehên navdewletî dinêrin, eşkere ye ku tiştên tên kirin li dijî hiqûqê ne, binpêkirina mafan e.

 

Dê bifikirin, di 10’ê hezîranê de Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) jî di nav de 770 parêzerên 29 baroyan, ji bo hevdîtin bi Rêber Apo re bê kirin, kampanyeyeke îmzeyê dan destpêkirin. Hiqûqnasan îmzeyên ku berhev kiribûn, di 10-17’ê Hezîranê de radestî Wezareta Dadê kirin. Lê wezaret hê jî bersiva serlêdana parêzeran neda ye.

 

Li gel vê di 14’ê Îlonê de ji 22 welatan, 350 parêzer ji bo hevdîtin bi Rêber Apo û girtiyên din re pêk bînin, serî li Wezareta Dadê dan. Dîsa bersiv nayê dayin. Bi van hewldan û serlêdanan, carek din hat îspatkirin ku Rêber Apo di vê serdemê de ji bo mirovahiyê, xwedî rol û mîsyonek çawa ye.

 

Baş e… çima ev mirov evqas ji bo Rêber Apo seferber dibin? Gelek kesan di navbera salên 2013 û 2015’an de, di dema hevdîtinên Îmraliyê de, derfetên naskirina Rêber Apo dîtibûn. Bawerî anîbûn ku bi paradigma û ramanên wî wê aştî û azadiya cîhanê pêk bîne. Ji ber vê yekê ye roj bi roj li cîhanê ji bo azadiya Rêber Apo, têkoşînek tê meşandin. Heger azadiya Rêber Apo parêzerên 22 welatan eleqeder bike, tê wê wateyê ku êdî ‘dem dema azadiya Rêber Abdullah Ocalan e’