Rojnameya Ronahî

KJK: Şehîd Delal Nûrhak û Zîlan Qamişlo bi şoreşa jinên re bûn yek

 

KJK diyar kir ku şehîd  Delal Nûrhak û Zîlan Qamişlo rêya wan ronî kirin û bedew kirin û got, Em soz didin ku li Kurdistanê şoreşa demokratîk û şoreşa jinê pêk bînin, hesab ji dijmin bixwazin û her tim xwedî li bîranîna şehîdan derkevin

Ji bo bîranîna Şehadeta  fermandarên YJA Starê Delal Nûrhak û Zîlan Qamişlo, Koordînasyona Jinên Kurdistanê KJK daxuyaniyek da.

 

KJK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku şoreşa Kurdistanê bi dayina berdêlên mezin hebûna xwe ya azad destnîşan kir û wiha got: “Şoreşa jinê bi berdêlên mezin, azadî û pêşketinê diafirîne û şehîdên me di meşa şoreşê de rêya me ronî dikin. Herî dawî di êrîşa artêşa Tirk a faşîst de ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, hevalên me Delal Nûrhak û Zîlan Qamişlo şehîd bûn. Yên ku rêya me ronî dikin ev hevalen e û bi fedakirina canê xwe şoreşa jinê mezintir kirin. Em soz didin ku li Kurdistanê şoreşa demokratîk û şoreşa jinê pêk bînin, bi vî rengî hesab ji dijmin bixwazin û her tim xwedî li bîranîna wan derkevin ”

KJK’ê da xuyakirin ku şehîd Delal Nûrhak û Zîlan Qamişlo meşa şoreşa jinê li çiyê, gihand asta herî bilind û wiha domand: “Şehîd Delal bi şoreşa jinê re bû yek, jiyan û têkoşîna xwe bi vî rengî meşand û cihê xwe di gelek çeperên şoreşê de girt, li her qadê bi hevrêtiya xwe, bi hêz û hunera xwe ya milîtanî şopeke mezin li pey xwe hişt. Herwiha Şehîd Zîlan Qamişlo jî li ser bingeha civakîbûna şoreşa jinê û têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê, li Rojava dest bi têkoşînê kir û meşa şoreşa jinê li çiyê gihand asta herî bilind. Her ku mezin bû hîn bêhtir bi nirx, Rêbertî, Partiyê û azadiya jinê ve hate girêdan, bi zanebûn xwedî lê derket û bi vê têgihiştinê armanca xwe mezintir kir.”

Koordînmasyona Jinên Kurdistanê KJK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de, di şexsê Şehîd Delal, Şehîd Zîlan hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi bîr anî. Herwiha diyar kir ku ewê bi daxwaz û biryardariya serketinê karê xwe zêde bikin.”