Rojnameya Ronahî

​​​​​​​Hevdîtina olan rêzgirtin û aşîtiyê di nav civakê de xurttir dike

 

Dilîn Ehmed-Qamişlo

Kesayetiyên Îslamî, Xiristiyanî, Zerdeştî û Êzidî diyar kirin ku, bazirganên olî ji bo armancên siyasî û berjewendiyên şexsî, olê bi kar tînin. Herwiha olan berovajî dikin û wê ji cewherê wê dûr dixin.

Meclisa Olî ya Jinan ya girêdayî Kongreya Îslama Demokratîk ya bakur û rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Kombûna Oldar û Baweriyan ya Mezopotamyayê, bi beşdariya nêzî 50 nûnerên olan ên li bakur û rojhilatê Sûriyê, endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Meclisa Malbatên Şehîdan, Yekitiya Ragihandina Azad, endamên Partiya Demokartê Kurdistan (PDK), endamên saziyên dibistanan, partiyên siyasî û saziyên sivîl yên Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê, diyaloga  bi navê “Nameya Olan di belavkirina aştiyê de” (14`ê Îlonê) li Hola Zana ya bajarê Qamişlo lidarxistin.

Li ser mijarê endama Yekitiya Jinan ya Suryan Sebah Şabo, Hevseroka Mala Êzidî ya herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm, Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk Mihemed Mele Reşîd ji rojnameya me re axivîn.

`Ol aşîtî û heskirine, ne aşiqê xwînrijê ye`

Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk Mihemed Mele Reşîd diyar kir ku, cewherê ola Îslamê aşîtî ye û axaftina xwe wiha domand: “Di dema dawî de gelek kuştin û talankirin bi navê olan hatin kirin. Ev yek dibe sedema jihevxistina civakê. Kesê ku ji bo  berjewendiyên xwe yên şexsî bi navê olan kar dikin, dixwazin civkê li gorî xwe bi rêve bibin. ”

Reşîd bal kişand ser pêwîstiya bi semîner û diyalogan ji pêşxistina aşitiyê û serrastkirina nerînên şaş û wiha got: “Tiştê ku DAIŞ`ê bi navê Îslamê kirê, pir ji rastiya Ola Îslamê dûre. Ji bo sererastkirinê, demek dirêj pêwîste heta nerên werin guhetin û rastiya olê were diyar kirin.”

Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk Mihemed Mele Reşîd di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku hemû ol bi cewherê xwe, li hev in û her olek, li gorî olê îbadeta Xwedayê xwe dike: “Îslam zorê li tu kesî nake ku wê hembêz bike. Lewra di Qur’ana pîroz de hatiye diyarkirin ku mirov xwedî îrade û hilbijartinê ye.”

`Em ola Îslamê sûcdar nakirin`

Her wiha hevseroka Mala Êzidî ya herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm jî wiha axivî: “Ti carî me cudahî nexistiye navbera xwe û olên din, lê mixabin gelek kesê bê wijdan hene ku dixwazin navê olan reş bikin. Ev jî dibe sedema şerê navxweyî. Lewra divê hemû ol ji berjewendiyên siyasî dûr kevin. Bi hezarê sala ye em bi hes kirin û rêzgirtinê bi hev re dijîn. Em rêzê ji hemû olan re digirin. Ji bo wê her tim em banga aştî û hezkirinê dikin.”

Li se+r êrişên û komkujiyê çeteyên DAIŞ`ê ku bi navê ol di heqê civaka Êzêdî de kir, Leyla wiha got; “Tu kes ji zilm û qetlîama çeteyên DAIŞ`ê rizgar nebû. Tiştê ku çeteyan bi navê ola Îslamê di derheqê me kirî, ne girêdayî ti olî ye. Lewra bingeh ji baweriya wan re nîne.”

Leyla Îbrahîm axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em Îslamê ji ber tiştên ku bi serê me de hatî, sûcdar nakin, lewra em cewherê tevayîya olên ku aştiyê di nava xwe dihewînin, nasdikin. Teyvayîya olan ji bilî aşîtiyê tiştekî din naxwzin. Kombûna me ya li ser heman maseyê, vê yekê îsbat dike.”

`Li ser heskirin û aşîtiyê em mezin bûn e`

 

Endama Yekitiya Jinanên Suryan Sebah Şabo jî ji aliyê xwe ve balkişand ser girîngî û rola heskirinê di ol de û wiha got: “Ol aştî û heskirine.  Seyîd Mesîh jî wesîtiya vê yekê kiriye dema ku got; `Bi hemû dilê xwe, bi canê xwe û bi hemû hişê xwe ji Xudayê xwe hez bikin`.  Ji bo wê em wekî nûnerên civak û ola xwe, divê navbera hemû olan de heskirin û aşîtî belav bikin û derfetê nedin ti kesî ku bi navê ol berjewendiyê xwe siyasî û şexsî, kar bike. ”

 

Li ser bandor û girîngiya diyaloga ya bi navê “Nameya Olan di belavkirina aştiyê de” ya bajarê Qamişlo hat lidarxistin. Sebah Şabû axaftina xwe bi dawî kir: “Herêm bi vî rengî hetiya avakirin û tê bi rêvebirin. Her kes li ser ola xwe bê sînor û azad, bijî. Gelê herêmê bi hevgirtin û jiyana bi hev re, vê yekê diyar dike. Ji bo wê diyalogiyên bi vî rengî herwiha semîner, banoreke erînî li gel dike. Herwiha heskirin û lihvkirina gelê bakur û rojhilatê Sûriyê, ji cîhanê re îsbat dike. Ya herî girîn aşîtiyê di nav civakê de belav dike. Lewra cewherê hemû olan tê diyar kirin.”