Rojnameya Ronahî

Qêrîna gelê Kurd ya li dijî tecrîdê 

 

Dilîn Ehmed-Qamişlo

Têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mizgîn Hesen diyar kir ku, dewleta tirk ya dagîrkir ji bo şkandina vîna gelê Kurd, biryarên navneteweyî binpê dike.

Ji bo mafdayîna gelê Kurd û tevayîya gelê bindest, ji bo jiyaneke bi rûmet bi taybetî ji bo azadiya jinê, Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 24 salin ji aliyê dewleta tirk ya dagîrker ve di girtîgeha Îmraliyê de hatiye dîl girtin. Lê Rêber Apo jî li hember vê faşîzma ku dixwaze di şexsê wî de gelê kurd qir bike, têkoşîneke bê sînor di meşîne û ev 24 sala armanca dijminê geelê kurd vala derdixîne.

Tekoşina ku di tecrîdekê pir giran ji aliyê Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan vet ê meşandin, hêza berxwedanê û hêviya serkeftina azadiyê dide gelê wî. Herwiha li seranserê cîhanê gelê Kurd, dostên kurdan û gelê azadîxwaz, ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo çalakiyên cûrbecûr li dar dixin.

Derheqê  tecrîda giran ya li ser Rêber Apo, rêvebira Radyoya Xabûr Mizgîn got, divê bi têkoşîn û berxwdana gelê Kurd, tecrîd bê şkandin û Rêber Apo azad bibe.

`Dewleta tirk tecrîdeke giran li ser Rêbertiyê dide ferzkirin`

Rêvebira Radyoya Xabûr, Mizgîn Hesen balkişand ser têkoşîna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, ew ji bo berjewendî û azadiya gel, li hember cîhanê sekinî. Her kes dizane ku, projeyeke wekî  ya Rêber Apo li seranserê cîhanê nîne. Ev projeye li dijî sîstema kapitalist ya ku civakbûyînê ji hole radike ye. Herwiha ji bo azadiya jinê û vegera heqîqeta mirovahiyê ye. Lê hêzên serdestên ku her tim gel dikin koleyên xwe, li hember vê projeyê bi hemû hêza xwe bûn kelem. Lewra ev proje siyasta wan ya faşîst pûç kir. Li hember siyaseta wan, bû alternatîfa jiyanekê nû.

`Li hemberî tecrîdê berxwedaniya bê hempa`

Mizgîn bal kişand ser biyarên derheqê girtiyan û wiha got: “ Ji mafê her girtiyekî heye ku hevdîtinê bi malbata xwe re pêk bîne, lê dewleta tirk heta mafê girtiyan jî binpê dike. Li tevayîya cîhanê ji mefê hemû girtiyan heye ku, bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Lê dewleta tirkî ya faşîst maf û hiquqa binpê dike. Li her tişt li gor faşîzma xwe dîzayn kiri ye. Berxwedana Rêber Apo ya li hember vê faşîzmê jî dewleta tirkî berbi rûxandinê ve dibe. Lewra dewleta tirk tecrîdeke herî giran li ser Rêbertiyê ferz kirî ye.”

`Azadiya jinê azadiya civakê ye`

Herwiha Mizgîn bi bîr xist ku projeya Netewa Demokratîk ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji ber ku jin û civakê berbi azadiyê ve dibe, dewleta tirk ya faşîst ji xwe re xeter dibîne û got, ji bo wê dewleta tirk ya dagîrker bi hemû hêza xwe ve, ji hemû aliyan êrişî gelê kurd dike. Ti kes nikare vê yekê înkar bike ku, jin azad be wê civak jî azad be. Lewra bala tevayîya azadixwazên cîhanê li ser paradîgmaya Netewa demokratîk e. Ev yek jî ji bo berjewendiyên desthilatan yên şexsî xetera herî mezin e.

Erka ragihandinê…

Rêveberi Radyoya Xabûr, Mizgîn Hesen bal kişand li ser erk û rola çapemeniyê ya ji bo rakirina tecrîda giran û axaftina xwe wiha bi dawî kir : “Wek xebatkarên çapemeniyê erkê me ye ku em, bala cîhanê tev bikşînin ser tecrîda giran ya li ser Rêber Apo. Herwiha ne tenê Rêber Apo di girava Îmraliyê de rastî tecrîda giran tê, bi hezaran mirovê ku doza mafê azadiya gel dikin, bê sûc û bê sebeb di girtîgehên dewleta tirk de gîrtîne û rastî îşkencekê giran tên. Ji bo wê erkê me ragihandina azad e ku em bibin dengê gelê xwe û em vê bê huquqiya tên kirin ragihinin cîhanê. Herwiha divê em qêrina gelê kurd ya li dijî tecrîda li ser Rêber Apo bigîhînin her derê cîhanê da ku sazîyên qaşo mafê mirovan diparêzin jî ji xwe şerm bikin û helwesta xwe zelal bikin.”