Rojnameya Ronahî

Kongira Star : Birêxistinkirin Zarokan û parastina mafên wan erka me ye

 

Endama Kordînasyona Kongir Star a herêma Efrînê Fatma Silêman diyar kir ku ji ber êrişên dagirkeriyê yên ser herêmê, zarok di rewşeke zehmet re derbas dibin û got,  erka me ya sereke xwedîderketina li zarokan û birêxistinkirina wan e.

Zana Roj/Şehba

Ji ber rewşa koçberî û êrîşên li ser herêmê de tên kirin û bandoriya wê ya mezin ya li ser derûnî û pîskeolojiya zarokan,  Kongira Star li herêma Şehbayê  dest bi xebatên xwe yên ji bo rêxistinkirina  zarokan kir.  Kongira Star di  gîştî Bakur û Rojhilatê  Sûriyê de xebat rêxistikirina zarokan û parastina mafên wan dike .

Derbarê mijarê de endama Kordînasyona Kongir Star a herêma Efrînê Fatma Silêman ji rojnameya me re axivî.

Fatma  Silêman bal kişand  ser avakirina  komîteya rêxistinkirina zarokan li herêma Şehba û wiha got: “Li ser asta Bakur û Rojhilatê Suriyê ev yekem komîte hatiye avakirin. Ev 3’ê meh in em li herêma Şehbayê  xwe birêxistin dikin, di hundir kamp û navçeyan de komîteyan ava dikin, her wiha di saziyên girêdayî zarokan de, yên wekî  Desteya Perwerdê, kevana Zêrîn û Yekîtiya Rewşenbîran de xwe bi cih dikin. Zarokan ji temenê 8 heyanî 14 salî di nava xwede dihewîne.”

Xwedî derketina li zarokan erka me ye’

Fatma diyar kir ku ji bo bêbanorkirina reşa şer ya serr derûniya zarokjan , ew çalakiyên taeybet jiu bo zarokan pêşkêş dikin û wiha got: “ji ber rewşa zehmet ya ku tevayiya herêmêm me tê re derbas dibin, xwedîderketina li zarokan pir girînge. Ji bo ku rewşa şer û koçberiyê  bandoreke xerab  li ser pîskeolojiya zarokan neke,  divê parastina wan di cihê guncav de were kirin. Li ser vê bingehê  hin cihên taybet ji wan re hatin ava kirin, bi taybet di kampan de. Em hewil didin ku barneme û çalakiyên taybet yên girêdayî pêşketina zarokan bidin pêşxistin, weke xwendina çîrokan û lîstokên ku enerjiya wan aktîv dikin û pêş dixin.”

Di pêvajoyê helwesta zarokan derdikeve”

Endama Kordînasyona Kongir Star Ya herêma Efrînê Fatma Silêman da xuyakirin  êrişên ser herêmê tên kirin di serî de zarokan dike armanc û axaftina xwe wiha qedand: “Plan û êrişên ser herêmê tên kirin, kal, pîr, zarok û tavahiya gel dike armanc. Weke ku tê zanîn di demên derbasbûyî de komkjî de derheqê zarokan de hatin kirin, me xwest zorok jî li hember van kiryaran helwestên xwe nîşan bidin, û bikaribin dengê xwe bighînin raya gîştî, ev yek jî bi riya daxuyanî û çalakiyan tê derketin. Hêviya me ew e ku em zêdetir vê xebatê bi pêş bixînin, em bibin destek ji bo tevahî zarokên ku di şer re derbas bûne, em zêdetir bikaribin li rex xwendin û rewşa wan ya malbatî bibin wargeha pêşketinê  û wan hembêz bikin.”