Rojnameya Ronahî

Jin xebat û xizmetguzariya şaredariyan pêş dixe

 

Darîn Silê/Hesekê

Rêvebera Ofîsa Jin ya Şaredariya Gel ya kantona Hesekê Reşa Salih, bal kişand ser giringiya pêşketina jinan di warê xizmetgizariyê de û got, divê jin tevayiya astengiyên ku pêşî li serketina wê digrin, derbas bike û di karê xwe de serkeftî be.

Ji ber ku di şoreşa Rojava de jin roleke pir girîng û mezin dilîze, şoreş bi navê wê tê nasîn. Jin di her warî de cihê xwe girt û hêza xwe ji tevayiya cîhanê re diyar kir. Herwiha di warê pêşxistina xizmetguzarî û aboriya civakê de jî gelek kar û xebat daye meşandin û bi awayekî aktîf projeyên biçûk û mezin pêk aniye. Yek ji xebatên herî girîng yên jinê Ofîsa Jinê ya şaredariya Gel ya Kantona Hesekê ye ku Sê ofîsên jin girêdayî wê ne, Ofîsa Safiya Twêna Til bênder. Herwiha ji tevayiya pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyê jin di van Ofîsan de dixebitin û jimara wan bi giştî bi giştî 95 e.

Derbarê rola jinê di warê aborî, hizmetguzarî û civakî de bi taybet di şaredariyan de rêvebera Ofîsa Jinan ya şaredariya gel li Kantona Hesekê Reşa Salih, da zanîn ku jin roleke pir mezin di warê pêşxistina xizmetguzariya de lîst û derfet da jinê ku hê zêdetir aktîf bibe

Xebata û rêxistina jinê di nava şaredariyê de

Reşa diyar kir ku xebatên jinan di şaredariya gel de li ser du beşan tê dabeşkirin û axaftina xwe wiha domand: “Beşa yekê rêxistinî ye, ev beş xebatên jinan di şaredariyê de birêxistin dike û bi giştî rewşa rêxistinî ya jinan birêve dibe. Beşa duduyan jî çavdêriya projeyên jinan dike û karê wan dişopîne.”

Reşa bal kişand ser awayê xebata wan di pêkanîna projeyên ku ji bo wan tên pêşniyarkirin û wiha pê da çû: “Li her şaredareriyê koordînasyonek jinan heye, ku biryarên têkildarî jinan lêkolîn dike û çavdêriya wan dike. Herwiha ev Koordînasyon di projeyên têkildarî jinan de jî biryaran dide. Ji bo wê jî dema projeyek hebe em pêşkêşî koordînasyona giştî dikin û piştî ku Desteya Rêveberiya Herêmî û Ekolojîk li ser projeyê erê dike, em dest bi pêkanîna projeyê dikin.”

Reşa têkîldarî xebatên rêxistinî yên jinan di nava şaredariyê de destnîşan kir ku ew her hefte semîner dibinin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bilî semînerên hefteyê, em di perwerdeyê girtî û vekirî de jî derbas dibin û ji bo çareserkirina tevayiya zehmetî û astengiyên li pêşiya jinan di nava şaredariyê de em her mehê civînan li dar dixin. Herwiha em rewşa jinên li derveyî şaredariyê jî dişopînin û komîn û kampên koçberan jî dişopînin da ku pirsgirêkên wan jî çareser bikin.”

Reşa destnîşan kir ku wan di van çend salên borî de gelek proje pêk anîne û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Hejmara projeyên ku me pêk anîn bi gihişte 8 in, ev proje Sûdeke mezin li civakê kir. Îsal jî, me li ser du projeyan kar kir, yek jê projeya çandina daran ku tê de 4 hezar dar hatin çandin, ya din jî çeksazkirina baxçeyek li taxa Kelasê bû. Jixwe projeya herî bi sûd û mezin ya çandiniyê bû ku 25 jin tê de kar kirin.  Herwiha got, di dema pêş de emê projeyên xwe zêdetir bikin û hewl bidin rêxistinbûna xwe di nava şaredariyan de xurtir bikin. Lewra rol û xebata jinê di şaredariyan de pir girînge û bandoreke erênî li civakê jî dike.”

`Jin li hember zehmetiyan bû xwedî biryar`

Reşa da zanîn ku wek jin ji destpêka karê xwe yê di nava şaredariyê de rastî gelek zehmetî û astengiyan hatine û axaftina xwe wiha domand: “Di destpêka kar de ya herî zêde bandor li me kir urf û edetê civakê yê bi zihniyeta zilamê desthilat hatîn farzkirin bûn. Digotin bila jin li kêleka mêr nexebite û ne xwedî biryar be. Lê jin li hember vê yekê sekinî û bû xwedî biryar, niha jî wek jin em karê xwe birêve dibin û cihê xwe di nava civakê de diyar dikin.”

`Dewleta tirk li dijî pêşketin îradeya jin e’

Reşa got, dagîrkeriya Tirkî hertim êrişî kar, xebat û destkeftiyên me dike û hewl dide karê me bide seknandin û wiha pê da çû: “Dibe ku gef û êrîşên dagirkeriya Tirkî yên ser herêmên me  bandorê li karê me bike, lê dîsa jî em karê xwe nadin sekinandin û li dijî êrişan xebata xwe bihêztir û zêdetir dikin. Ji berk u em dizanin zîhniyet û  sîstema tirkiyê li dijî jina azade û îradeya jinê her tim ji xwe re xeter dîtiye.”

`Jinên têkoşer, teqez serkeftinê bi dest dixin`

Rêvebera Ofîsa Jinan ya Şaresariya Gel li Kantona Hesekê Reşa Salih di dawiya axaftina xwe de got, di bingeha hemû serkeftinên civakê de îrade û tekoşina jinê diyardeye. Herwiha da zanîn ku jinên têkoşer, biryardar û xwedî îrade, digihêjin armanca xwe û serkeftinê bi dest dixin.