Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di 4 mehan de 10 helîkopter li kur û çawa hatin hatin xistin

17/09/2022
in NÛÇE
A A
Di 4 mehan de 10 helîkopter li kur û çawa hatin hatin xistin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Di 30 salan de 48 helîkopterên artêşa Tirk hatin xistin, di 4 mehên dawîn de 10 helîkopterên artêşa Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatine xistin.

 

Li gor daxuyaniyên ku HPG dide, di 30 salan de 48 helikopterên  artêşa tirk ji aliyê gerila ve hatine xistin lê, di van 4 mehên dawî de, rûxmê li dijî gerîla her cûre çekên pêşkeftî yên NATO’yê û sîlehên kîmyawî bi kar tine jî, ji derveyî her roj bi dehan windayîyên wan 10 helîkopterên wan hatin xistin û 70’ê helîkopterên wan jî hatine derbkirin.

Dewleta tirk çiqas vê binkeftina xwe wek beriya 30 salan qebûl neke jî, ev hemû ji aliyê HPG ve hatine belgekirin û bi rêya ragihandinê, bi raya cîhanê re tê parvekirin.

HPG’ê di çar mehan de, çawa û li kur xistina 10 helîkopterên artêşa tirk wiha eşkere kirin:

 

*Hê mehek li ser êrîşa dagirker derbas nebûbû di 11’ê Gulanê de helîkoptera Skorsky li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahîn hate xistin. Qada ku helîkopter lê ket, ji aliyê artêşa Tirk hate bombekirin.

*Di 27’ê Gulanê de helîkoptera Skorsky xwest leşkeran deyne dora çeperên şer ên Şehîd Leşker a Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî. Gerîlayên YJA Starê li helîkopterê dan, helîkopterê dema ku xwest biçe Qereqola Girê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê li dora çemê Zapê ket û îmha bû.

*Helîkoptera êrîşê, dema ku xwest di 30’ê Gulanê de Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bombe bike, bû hedefa gerîlayan. Piştî ku li helîkopterê hate xistin, dema helîkopter ber bi Qada Xeregolê çû, bi teqîneke mezin ket.

*Di 2’ê Hezîranê de dema ku 2 helîkopterên êrîşê xwestin li Qada Berxwedanê ya Girê Hekkarî bidin, gerîlayan ji 2 milan ve li helîkoperan dan. Dema ku helîkopterekê xwest dûr bikeve, li dora Qada Berxwedanê ket û îmha bû.

*Helîkoptera Skorsky a ku xwest di 24’ê Tîrmehê de leşkeran deyne Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara, ji nêz ve lê hate xistin.  Agir bi vê helîkopterê ket û dema ku xwest dûr bikeve, helîkopter li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara ket.

*Di 3’ê Tebaxê de gerîlayan YJA Starê li Qada Berxwedanê li 2 helîkopterên êrîşê da. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di 4’ê Tebaxê de diyar kir ku ev helîkopterên Atak, ketine xwarê.

* Dema ku helîkoptera Skorsky xwest di 19’ê Tebaxê de leşkeran deyne dora çeperên şer, ên Şehîd Gelhat a Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê, li helîkopterê hate xistin. Helîkopter bêyî ku leşkeran deyne li nêzî qereqola Girê ya Çelê ket û îmha bû.

*Artêşa Tirk di şeva 2’ê Îlonê 32 caran xwest leşkeran deyne Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar. Dema ku helîkopterê xwest leşkeran deyne, helîkopter hate xistin.

*Li heman qadê de di 3’ê Îlonê de jî helîkopter geriyan. Gerîla mudaxeleyî hemû êrîşan kir û helîkoptera Skorsky dema ku xwest ji qadê dûr bikeve, li qada Barzanê ket.

*Herî dawîn di 4’ê Îlonê de li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê ya Metînayê, li helîkoptera Skorsky hate xistin û helîkopter ket.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.