Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

’Azadiya Rêber APO azadiya civak û jinê ye’

14/09/2022
in ROJEV
A A
’Azadiya Rêber APO azadiya civak û jinê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan / Qamişlo

Endama saziya Malbatê Şehîdan Rojda Ehmed diyar kir ku wateya rast ya jiyana azad di kesayeta Rêber Apo de tê dîtin û got, Rêber Apo bi fikr û felsefeya xwe azadiya rast pêşkêşî jinan kir û deriyê jiyanê ji wan re vekir

Ev 23 sal in tecrîda giran  li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin. Ev tecrîd ji hêla dewletên faşîst ve tê kirin, bi armanca şikandina îradeya civakê û kûrkirina aloziya ku niha li cîhanê tê jiyan kirin. Ji ber ku ew dewlet baş dizanin, fikir û ramanên Rêber Apo riya çareseriya aloziyê ye. Ev jî li dijî berjewendiyên wan yên dagîrkeriyê ye.

Derbarê tecrîda ser Rêber Apo û armanca wê, endama Saziya Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ji me re axivî.

’Rêber Apo mînaka jiyana azad e’

Rojda Ehmed diyar kir ku armanca tecrîdê qutkirina civakê ji fikrê Rêber Apo ye û wiha got: “Wateya rast ya jiyana azad, di kesayeta Rêber Apo de tê dîtin, bi riya fikir û felsefeya xwe azadiya rast pêşkêşî jinan û gelên bindest kir. Jin jî azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin, ji ber ku deriyê jiyanê ji wan re vekir û jin di nava 4 duwaran de derxist. Bi naskirina kesayeta Rêber Apo azadî bi rengek cuda hat jiyan kirin. Girankirina tecrîdê li ser Rêber Apo, bandorê li ser azadî û kesayeta jinan jî dike. Ev tecrîd ji hêla dewletên faşîst ên ku li ser navê demokrasiyê bang dikin ve hat ferzkirin. Bi saya ramanên Rêber Apo jin û civak karîn rastiya xwe nas bikin û bijîn, ji ber vê yekê xwestin tecrîda girankirî li ser Rêber Apo bidin meşandin û fikrên wî ji civakê bidin qutkirin, da ku li gorî xwe civakê û bi taybetî jinan bi kar bînin.”

‘Azadiya Rêber Apo Çareseriya şer û aloziyan e’

 

Rojda Ehmed da zanîn ku jinan bi riya fikrên Rêber Apo çareseriyê ji pirsgirêkan re dibînin û wiha got: “Jin bi riya xwendina fikir û felsefeya Rêber Apo, dikaribûn çareseriyê ji pirsgirêkan re bibînin. Ji bo ku em tecrîda li ser Rêber Apo bidin şikandin, dive em têkoşînek xurt bimeşînin. Çalakî û berxwedana ku li zindana Îmraliyê û derveyî zindanê tê kirin, bû bersiv ji ferzkirina tecrîdê re. Wê jin bi îradeya xwe, civakê ji qirkirinê rizgar bikin, ji ber ku felsefeya azadiyê nas kirin e. Azadiya Rêber Apo çareseriyek ji şer û aloziya ku niha tê jiyîn re ye. Dewleta tirk jî daxwaz kir ku bi meşandina tecrîdê temenê aloziya li Rojhilata Navîn rû daye dirêj û kûr bike, heta ku berjewendiyên xwe pêk bîne.”

 

’Azadkirina Rêber Apo erka tevayiya  jinan e’

 

Endama Saziya Malbatên Şehîda Rojda Ehmed diyar kir ku rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, erkeke dikeve ser milê tevayiya jinên azadîxwaz û axaftina xwe wiha qedand: “Azadiya Rêber Apo û şikandina tecrîdê erka sereke ya li ser milê gelên azadîxwaz giş e, bi taybetî jî erkê jinan e. Ji bo azadiya Rêber Apo em ê asta xebatên xwe bilindtir bikin. Rêbertî di aliyê fikrî de, di zindana Îmraliyê de azad dijî, em êjî  ji aliyê fizîkî ve wî azad bikin, da ku li ser axa Kurdistanê em bi hev re bijîn.”

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.