Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

`Bi rihê şoreşgerên di 12`ê Îlonê de li berxwe dane, emê dagîrkeriyê têk bibin`

14/09/2022
in ROJEV
A A
`Bi rihê şoreşgerên di 12`ê Îlonê de li berxwe dane, emê dagîrkeriyê têk bibin`
Share on FacebookShare on Twitter

 

Bêrîtan Çiya-Qamişlo

Rûken Ehmed diyar kir ku, ji bo gelê şoregerî bi ser nekeve, dewleta tirk derbeyê 12’ê Îlonê wek çareseriyê dît û got, eger em bi rihê şoreşgerên ku li hember 12’ê Îlonê li berxwe dayîn tekoşîn bikin, emê bi ser bikevin.

12`ê Îlona 1980’yê de artêşa dewleta tirk bi Serokatîya Kenan Evren, artêşa Tirkîyê darbeyeke leşkerî ya faşîst li dar xist. Bi darbe ya 12’yê Îlona 1980’yê, bi sedhezaran kes li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyê desteser kirin, girtin û îşkence kirin. Wê demê ji ber kiryar û zilma artîşa dewleta tirk, bi deh hezaran neçar man ku mal û milkên xwe bihêlin û ji welatê xwe koç bibin. Herwiha bi sedan kes hatin kuştin, hatin îdam kirin û hatin revandin.

Tevayîya partîyên sîyasî, kesên serbixwe, dezgehên sivîl , hemû dezgehên çapemenîyê bi destê darbekaran hatin qedexe kirin û girtin. Darçûna 12`ê Îlona 1980’yê zerareke mezin gîhand tevgera azadiyê ya Bakurê Kurdistanê û tevgerên demokrat, azadîxwaz yên li Tirkiyê.

Li ser mijarê hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk ya TEV-DEM’ê Rûken Ehmed, ji me re axivî. Rûken diyar kir ku berxwedana zindana, armanca 12`ê Îlonê têk bir.

Rûken Ehmed, axaftina xwe wiha domand: “Ji bo dewleta tirk siyaseta xwe ya desthiladariyê bide meşandin û rê li ber gelê şoreşger bigire, pêwîstî bi derbeya 12’ê Îlonê dît. Dewleta tirk xwest bi vî rêbazê, tekoşina azadiya gel bi paş de bide avêtin. Mirov dikare bêje bi vê armancê Artêşa Tirk 12`ê Îlonê darbe pêk anî, lê berxwedana şoreşgerên li zîndana Amedê ev armanca wan têk bir û tekoşina azadiyê roj bi roj xurtir bû.

`Armanc şkandina vîna gel bû`

Rûken Ehmed destnîşan kir ku, ne ji berxwedana zindana ba ye, wê zihniyeta desthiladar ya 12`ê Îlonê, bi ser ketiba û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di encama derbeya 12`ê Îlonê de, bi 10 hezaran mirov koçber bûn. Herwiha bi 100 hezaran mirov hatin girtin. Lê tevî zilm û zora li zindana, ti kesî serê xwe li hember dijmin netwand. Hevalên di zindanan de, bi berxwedana xwe careke din bi rihê azadiyê, moralê gelê şoreşger bilind kir û armanca dewleta tirk ya qirkirina tevgerê, têk birin. Mirov dikare bêje, şoreşgerên di zindanan de bi têkoşîna xwe ji dewletê re diyar kir ku, wê teslîmbûyînê ti caran qebûl nekin û wê serkeftin ya wan be.

`Ti ferqa hişmendiya tirkî ya niha û ya 12’ê Îlona 1980’yê nîne`

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk ya TEV-DEM Rûken Ehmed li ser mijara 12’ê Îlonê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di wê demê de jî berjewendiyên dewletên navneteweyî wek niha hebû. Zihniyeta feşîzima 12`ê Îlonê û hê jî mestir heta niha berdewan me. Di wê demê de dewletan li dijî dewelta tirk helwesta xwe diyar kirin, lê niha çima bêdengin? Ji ber ku berjewendiyên wan pir di vê rewşê de hene. Li dijî bêdengiya dewletên hegemon, gelê Kurd, yê azadîxwaz, herwiha hevalên di zindana de li ber xwe didin û çalakiyên cuda li dar dixin. Lewra yê ku wê faşîzmê têk bibe, rabûna gelan e. Çawa  berxwedana li hember 12`ê Îlonê bi ser neket, divê bi wî rihî em jî tev bigerin û dagîrkeran têk bibin. Herî dawî ez banga li civaka nevnetewî dikim ku li hember siyseta dewelta tirk ya qirkirina gelê Kurd, helwesta xwe diyar bikin û erkê xwe yê mirovî pêk bînin.

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.