Rojnameya Ronahî

Koçber di bin şertên zehmet de dijîn

Di demsala havînê de şert û mercên jiyana koçberên ku di kampên bakurê Sûriyê de ne zehmet buye. Koçberên kampa Tiwêhiniyê diyar kirin ku rêxistinên mirovî alîkariya wan nakin û dan zanîn heta niha sozên alîkariyê ku dane jî bi ci neanîne.

Koçberên di kampa Tiwêhîniyê ya bakurê rojavayê Tebqyê de dimînin, ji sozên rêxistinên mirovî bêzar bûne. Her çend gelek soz dabin jî ku wê alîkariyê bikin lê heta niha ew soz pêk nehatine.
Bi hatina demsala havînê re rewşa hewa hat guhertin, pileya germahiyê zêde bû. Ji ber wê jî koçberên di kampa Tiwêhîniyê de dijîn, bêzar û aciz bûne. Ji ber vê yekê gelek malbat ji kampê derketin û berê xwe dan kampên din.
Di kampê de heta niha 2 hezar û 50 malbat bi cih bûne. Komeleya Rojava û Meclisa Sivîl a bajêr li gorî derfetên xwe yên heyî alîkariya koçberan dikin û pêdiviyên wan bi cih tînin. Lê ji ber hejmara zêde ya koçberan hêza wan têrê nakê.
Koçberên di kampa Tiwêhîniyê de dimînin, bang li rêxistinên navdewletî kirin ku alîkariya wan bikin. Heyva Sor a Kurd tevî derfetên xwe yên kêm û nebûna noqteyek tenduristiyê jî alîkariya koçberan dike.
Jineke koçber diyar kir ku ew dayika 8 zarokan e û destnîşan kir ku hin ji zarokên wê nexweş ketine, lê ew nikare wan derman bike û got: “Em tenê li benda rehma Xwedê ne.”
Koçberê bi navê Cima El-Seîd ê ji gundewarên Hemayê ye, da zanîn ku tenê 2 komeleyên Rojava û El-Mewde pakêtên xwarinê yên mehane li kampê belav dikin, lê ew jî têra hefteyekê nakin û wiha got: “Hejmara koçberan zêde ye, alîkariyên têne dayîn jî têrê nakin.”
Koçberê bi navê Ehmed El-Esîf ê ji gundewarên Humsê jî derbarê mijarê de ev tişt anî ziman: “Rêxistinên mirovî me ji bo serjimariyê kom dikin, lê piştî karê xwe qedandin, em li dû wan dibezin û tenê pişta wan ji me ve xuya dike. Em tiştekî ji wan nabînin.”
El-Esîf diyar kir ku bêzariya wan ji rêxistinên mirovî yên alîkariyan zêde bûye û got: “Ji ber hovîtiya rêjîmê û ji bo parastina canê xwe em reviyan û me hemû tiştên xwe li pey xwe hiştin. Niha jî em tenê wekî hejmaran di lîsteyên serjimariya rêxistinan de ne û pêdiviyan me tenê wekî hibra li ser kaxezê dinivîsin û wiha dimîne. Alîkariya me nakin.”
Koçberê bi navê Xalid El-Seyaf jî wiha got: “Rewşa me gelekî xirab e, çima tu rêxistin me wek koçber qebûl nake? Gunehên me çi ye? Tenê sebra me ji ber aramiya ku QSD’ê li herêmê pêk aniye tê, yan na em li vê derê nedisekinîn.”…ANHA