Sunday, May 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

mafxwestin

14/07/2018
in Çare, QUNCIK NIVÎS
A A
Xizanî
Share on FacebookShare on Twitter

Dibe ku li her welatekî cîhanê sazî hebin, dibe ku ev sazî heya radeyekê mafê gelek karmendên xwe diparêzin, dibe jî ku ew sazî bi kêrî tiştekî neyên. Ger ne ji sedî sed be, lê em dikarin bêjin heya astekê welatên ku saziyên wê yên civaka sivîl zêde ne asta rêxitinbûn û demokrasiyê her wiha mafê karker, karmend, mamoste, cotkar…hwd di nava xwe de, kêm zêde misogere.
Ev aliyekî mijarê ye, aliyê din ji mijarê dibe ku sazî hebin, lê asta civakê ya zanabûn û hişiyariyê nebe, taybet civakên ku nû saziyên wan çêdibin. Ji ber wê em dikarin vê bêjin “ ji bo her kesayetek di civakê de bighê mafê xwe divê têkiliya wî û saziya xwe gelek xort be, ango hev û din temam bikin û kî çi erk li ser milê wî/wê heye pêk bîne” bi gotinek din sazî berpirsyarê endamê xwe ye û endam di ber saziyê xwe de berpirsiyar e.
Ji bo me, wek Rojava û bakurê Sûriyê hîn jî ev mijara baş ne hatiye rûniştandin. Yek jê sedem sazî bi xwe ye û ya din jî kesayet bi xwe ye. li gorî isûlê, çi sazî dibe, erka wê ye mafê endamên xwe pê bide nasîn, li gorî yase û qanûnan karibe di cihê biriyarê de zagonên xizmetî mafê endamên xwe dike pêşniyar bike û duvre bighîne encamê. Her wekî din sazî mîna her weletakî cîhanê bibe bingeha biryargirtinê û diyarkirina çarenûsa civak û di nav de kesayet. Belkî bi giranî me behsa kesyet û mafê wî/wê kir; lê divê bê zanîn ku mafê civakê nebe û ev civak nizanibe mafê wî di kude ye û çawa dikare bistîne wê ferd jî nizanibe berê xwe bide ku. Ji ber vê yekê sazî ne tenê berpirsiyare di ber kesekî/ê de, sazî di bingeha xwe de peywira herî mezin ji bo avakirina civakê dikeve ser milê wê. Lê; bi qasî ku saziyên di hundir xwe de kilît bûne û xetemîne, nikarin ne ji bo xwe û ne jî ji bo civakê çareseriyan bibînin. Slogana herî zêde tê avêtin jî “ derfet û îmkan nînin” ma gelo derfet tenê bi tiştên madî tên pîvandin?
Em werin ser kesayet, ferdên civakê jî di serî de di ber xwe de berpirsiyarin û di ber mafê xwe de divê baldar û hişiyar bin. Gelek ji me rastî binpêkirinan di derbarê maf de tên, lê; mixabin em nizanin bê ka saziya me dikare vî mafî ji me re bistîne an na. An jî, divê ez bi çi rê û rêbazê mafê xwe bistînim. Lewra, dibe ku insiyatîfa saziyê lawaz be, kesayet dikare wê demê bibe xwedî insiyatîf, bila ew jî carekê ji bo ku mafê xwe bistîne tev bigere. Di encamê de ew ê bikaribe ne ji bo xwe tenê, wê ji bo hemû yapiya tê de kar dike bibe elementekî bi bandor.
Di encamê de mirov dikare vê yekê derxîne holê, eger maf tenê ji bo kesayetekî/ê bê standin pirsgirêkên me çareser nabin. Tekez divê ferdên civakê ji bo misogerkirina mafên xwe, tenê bi ezezî nefikrin û ji bo gîştî bixebitin, wê demê her kesê bighêje mafê xwe(yek ji bo hemû, hemû ji bo yek).

Sîpan CAN

Post Views: 64
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’
NÛÇE

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’

18/05/2025
‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe
ÇAND Û HUNER

Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe

18/05/2025
Têkoşîna çanda civaka demokratîk
QUNCIK NIVÎS

Têkoşîna çanda civaka demokratîk

18/05/2025
Cihê arkeolojîk ê Tilbeyder nasnameya gelên herêmê temsîl dike
ÇAND Û HUNER

Cihê arkeolojîk ê Tilbeyder nasnameya gelên herêmê temsîl dike

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.