Rojnameya Ronahî

’Bi pêngava Mirovî û Ewlehiyê planên çeteyên DAIŞ’ê û dagirkeriya tirkî têk çûn’

 

Siyamend Elî diyar kir ku pêngava Mirovî û Ewlehiyê gelek planên çeteyên DAIŞ’ê Têk birin û got, heta çareseriyeke bingehîn ji pirsgirêka çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan re neyê dîtin, wê xwetera wan dewam bike

Ji ber zêdebûna kiryarên şaneyên çeteyên DAIŞ`ê û tinebûna Ewlehî û aramiyê li kampa Holê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD, YPG/YPJ`ê 25`ê Tebaxê dest bi Qonaxa duyemîn ya Pêngava ‘Mirovî û Ewlehiyê` li Kampa Holê kir. Heta niha jî pêngav didome. Herwiha di dema paqijkirin û lêgerîn de gelek çek, cebilxane, tûnel , cihên perwerdeya DAIŞ’ê û cihên dadgehkirinê û işkencekirinê hatin bêbandor kirin, herwiha bi dehan endamên çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Derbarê pêngava mirovî û Ewlehiyê de, berpirsê Ragehandina Yekîneyên Parastina Gel ( YPG) Siyamend Elî ji me re axivî.

Siyamend Elî diyar kir ku bi zêdebûna êrişên dewleta tirkî ya dagirker yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê , kiryarên şaniyên çeteyên DAIŞ’ê  yên veşartî  yên di nava Kampa Holê de jî zêdebûn e û wiha domand: “Kampa Holê zêdeyî 56 hezar ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê ’ê dihewîne,  kamp di sala 2018’an de hat avakirin û piştî têkçûna DAIŞ’ê li ser destên QSD’ê, hejmareke mezin ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê li kampê hatin bicihkirin. Piştî zêdebûna gef û êrişên dewleta tirkî ya dagîrker yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, liv û tevgera şaneyên çeteyên DAIŞ’ê di nava kampê de zêde bûn û gelek kesên li kampê li ser destê endamên şaneyên DAIŞ’ê hatin kuştin.”

’Armanca çeteyan piştî girtîgeha Xiwêran, Kampa Holê bû’

Siyamend Elî bal kişand ser êrişa şaneyên  çeteyên DAIŞ’ê ya li ser girtîgeha Xuwêran ya Hesekê ku 5 hezar çeteyên DAIŞ têde tên girtin û wiha got: “Li gorî mikurhatina çeteyên ku niha hatine girtin, istixbarata Tirkiyê roleke mezin di destekdayîna çeteyên ku êrişî girtîgehê kiribûn, kiriye. Çeteyan plan kiribûn ku destpêkê ew ê êrişî girtîgeha Xiwêran bikin û çeteyan ji girtîgehê derxin, pişt re êrişî Kampa Holê bikin û xwe bighînin herêmên dagirkirî.  Lê ji ber lehengiya QSD’ê, YPJ’ê , YPG’ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û gelên herêmê, planên DAIŞ’ê û dagîrkeriya tirkî têk çûn”

’Pêngava Mirovî û Ewlehiyê  di demeke guncaw de dest pê kir’

Siyamend Elî da zanîn ku ji bo pêşîgirtina li ber kiriyarên çeteyên DAIŞ’ê û têkbirana çavkaniyên wan,  Hezên Ewlekariya Hundirîn û bi alîkariya QSD’ê , YPJ û YPG’ê qonaxa didiwan ji pêngava Mirovî û Ewlehiyê dan destpêkirin û wiha got: “Di salekê de bûyerên kuştina nişteciyên kampê gihişte 44 bûyeran û di encamê de 45 kes li ser destê çeteyan hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Ji ber zêdebûna kiriyarên şaneyên DAIŞ’ê,, pêngava Mirovî û Ewlehiyê di 25’ê Tebaxê de hat destpêkirin. Hêzên ewlekariyê  di dema lêgerînê de gelek çek, cebilxane, madeyên teqemeniyê, Amûrên pêwendiyan, Tûnel, cihê perwerdekirinê, cihê dadgekirin û işkencekirinê, dîtin û bê bandor kirin. Ev tekez dike ku eger hêzên ewlekariyê di vê demê de pêngav pêkneanîban ye, wê rewşa kampê ji bin kontrolê derketiba.”

’Serçeteyên Artêşa Niştîmanî çeteyên DAIŞ’ê birêve dibin’

Siyamend Elî da xuyakirin ku armanca wan ya sereke ji pêngavê  girtina berpirsên  şaniyên DAIŞ’ê yên di nava kampê û yên derveyê kampê ne û wiha axaftina xwe dewam kir: “Hêzên ewlekariyê bi dehan ji endam, serçete û şaneyên ku pere ji çeteyan re peyda dikin girtin. Van çeteyan bi awayekî rêxistinkirî, xwe di nava kampê û derveyî kampê birêvedibirin û kiryarên terorê pêk dianîn. Li gorî mikurhatina çeteyên hatine girtin, çete fermanên xwe ji berpirsên çeteyên bi navê Artêşa Niştimanî ku girêdayî deweleta tirkî ne,  digrin. Herwiha eşkere bû ku gelek serçeteyên DAIŞ’ê  li herêmên dagîrkirî dimînin.”

’Divê hêzên navnetewyî bi erkê xwe yê exlaqî rabin’

berpirsê Ragehandina Yekîneyên Parastina Gel ( YPG) Siyamend Elî bang kir ku hêzên navnetewî bi erkê xwe yê exlaqî rabin û çareseriyek ji çeteyên DAIŞ’ ê re bibînin û axaftina xwe wiha qedand: “Pêngava mirovî û Ewlehiyê xetera çeteyên DAIŞ’ê heta astekê kêm kir, lê heta çareserî ji girtî û malbatê çetyeyên DAIŞ’ê re neyê dîtin, wê xetera wan dewam bike. divê tevayiya hêzên cîhanê bi erka xwe ya exlaqî rabin û çareseriyêkê bingehîn ji pirsgirêka çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan re bibînin. Herwiha divê êrişên dewleta tirk ya dagirker yên ser herêmê, bên sekinandin. Ji ber ev êriş ji bo çeteyên DAIŞ’ê piştgiriye. Pêngava Mirovî û Ewlehiyê gelek planên çeteyên DAIŞ’ê û dewleta tirkî ya dagirker têk birin, heta astekê aramî di kampê de çêkir û wê dewam bike, heta bighêjie armanca xwe.”