Rojnameya Ronahî

SUWARÊN HESPÊ XELKÊ, HER PEYA NE!

Zozan CIZÎRΠ

 

Di vê serdemê de her gelê ku xwe birêxistin neke, hêza xwe ya parastinê saz neke û li bendê be hêzên derve wana biparêze, ew mehkûmê têkçûnê ye. Daneyên vê nêrînê piştrast dikin wekî nimûneya Afganîstanê, roj bi roj zêdetir dibin. Lewre girîng e her gelekî demokrasîxwaz vê nimûneyê baş bixwîne.

Wekî tê zanîn Amerîka van rojan 21. salvegera 11’ê Îlonê ya êrîşa li ser Burcên Cêwî bibîr anî. Em li wan rojan vegerin:

Beriya 21 salan grûbeke çekdar a Îslamiyên Radîkal, êrîşeke mezin li ser Burcên Cêwî yên Navenda Bazirganiya Cîhanê ya Amerîkayê pêk anîn. Her wisa berpirsê wan êrîşan jî serkêşê El-Qaîde Ûsame Bîn Ladîn -ku wî bi xwe berpirsiyariya êrîşan negirt ser xwe!-nîşan dabûn. Bi vê bûyerê re DYA (Amerîka) wekî mûdaxele leşkerên xwe derbasî nav xaka Afganîstanê kir. Serokê DYA yê wê demê Corc Bush, sedema êrîşên xwe yên li ser Afganîstanê wiha rave dikir: “Hêzên wan, leşkerên Talîban û kampên perwerdê yên terorîstan dikin hedef. Van êrîşan heman demê ‘ji bo xort, jin û zarokên Afganîstanê yên birçî û zilmê dibînin’, ji bo pêdiviyên wana yên xwarin û tenduristiyê dabîn bikin, pêk tên.” Û sala par meha Tebaxê gava DYA leşkerên xwe ji Afganîstanê kişand, rewşeke ku -gava xelkê Afgan ji bo rizgariyê bi hawar hawar xwe diavêt ber lingê balafirên Amerîka- rûmeta gelekî tune dike, jiyan bû.

Encama şerê 20 salan ê DYA û Talîban li Afganîstanê meşandin; ji her du aliyên Amerîka û Efganîstanê 172 hezar zêdetir kesan jiyana xwe ji dest da. Ji vê wêdetir, çi pirsgirêkeke gelê Afgan çareser bû? Vaye îro jî Afganîstan meydana şer e. Jinên Afgan ji berê zêdetir rastî zilm, zext û êşkenceyê tên. Ji hemû mafên xwe yên perwerde û serbestiyê bêpar in. Birçîbûn û xizanî kûrtir bûye. Hebûn û nebûna zarokan ne li xema tu hêzeke desthilatdar e. Hema rewşa ku dibêjin, “Fîl dimeşin, morî di bin lingên wan de diperçiqin” radixe pêş çavan. Li meydanê dewleta Tirk a dagirker-qirker, Suûdî, Qatar, îstixbarata Pakîstanê ji bo berjewendiyên xwe herêmê her aloz dikin. Rexmê ev rewş pir eşkere û ron e jî, Amerîka gava leşkerên xwe ji Afganîstanê kişand, şûna xwe ji leşkerên dewleta Tirk re hişt. Ango xelkê Afgan ê belengaz ji însafa dewleta Tirk a kirêgirtî re hişt.

Ev serpêhatiya Afganan ji bo her gelekî demokrasîxwaz ji gelek aliyan ve ezmûneke hînker e. Gelê Afgan ê 20 salan pala xwe da hêzên derve, ne xebateke xwe perwerde bike meşand, ne xebateke xwe birêxistin bike, ne jî xwe biparêze pêş nexist. Lewre gava Amerîka leşkerên xwe paşve kişand, bi taybetî jinên Afgan, bi giştî gelê Afgan wekî çeng û perên wana şikest, di nava pencên berjewendiyên desthilatdaran de man. Ji bo wê îro bi zagonên şerîateke paşverû ya cinsiyetperest, ji zilma berê xirabtir bi serê wana de tê. Car caran komeke jinan çalakiyek biçûk bikin jî, kes ne dengê wana dibihîse, ne jî bi hawara wana ve diçe. Pêşiyên me gotine, “suwarên hespê xelkê, her peya ne”!

Elbet ji bo gelek ji bin zilm û bindestiyê rizgar bibe û bikeve rêya pêşketinê, xebata perwerdeya civakî û xwe birêxistinkirinê du xebatên sereke ne. Di vê wateyê de ezmûna Rojavayê Kurdistanê ku bi hûr û girê xwe, tevî dost û cîranên xwe yên azadîxwaz bi girîngiyek mezin berê xwe didin perwerdeyan, tevlî sîstema birêxistinbûna civakî dibin, hêza xwe ya parastinê xurt dikin, dibe rûyê din ê berevajiyê Afganîstanê ku hêviya çareserî û pêşketinê mezin dike. Ji bo vê hêja ye, mirov bi hûrbînî rewşa pêşveçûna Rojavayê Kurdistanê rast bixwîne. Lewre di nivîsên pêş de ez ê jî bêhtir hewl bidim vê xebata birûmet û dîrokî ya Gelê Azadîxwaz û Şerker bigirim dest.