Rojnameya Ronahî

PDK stuna mayîna Tirkiyê ya di Başûr de ye

DILYAR CIZÎRÎ

Ev demeke dewleta Tirk li Zap, Metîna û Avaşîn derbeyên giran ji gêrîlayên azadiyê dixwe, vir de û wir de diçe da li ser binkeftinên xwe bigire. Serdana Berpirsê istixbarata Tirkiyê Hakan Fîdan a ji Baxdayê re jî, di vê çarçoveyê de pêk hatiye. Serdana Hakan Fîdan di demekê de welê pêk hatiye, aloziya Iraqê ya siyasî kûr bûye û ber bi xetimandinê ve çûye. Di heman demê de hevgirtina di navbera Barzanî, Sedir û Helbûsî de bê bandor bûye.

Îcar dewleta Tirk di vê serdanê de dixwaze projeya xwe ya dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê rewa bike û piştgiriya aliyên siyasî yên Iraqê jî bi dest bixe. Herwiha hevdîtina Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî ya li Hewlêrê bi Xemîs Xencer û Helbûsî re di berdewama heman plane de pêk hatiye. Ew jî bi serkêşî û Fermana Hakan Fîdan hatiye pêşxistin. Dewleta Tirk bi vê projeyê dixwaze cebeheya Barzanî bi siniyên Iraqê  re di xizmeta xwe de pêş bixe.

Di ser wan re jî xewna xwe ya Mîsaqa Milî pêk bîne û Kerkûk, Mûsil û beşek mezin ji xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê dagir bike û bi ser xaka xwe ve berde. Di heman demê de sûdeke wan ya din jî ewe ku eniya li dijî Tevgera Azadiyê di herêmên parastina Medya de jî fireh bike. Di şer de hîn zêdetir alîgirên xwe zêde bike û zextê li raya giştî  bike.

Me beriya niha jî behsa wê kiriye, dewleta Tirk ji bo projeya xwe ya dagirkeriyê her tiştên derqanûnî rewa nîşan dide. Her çendî dirêj bike jî êdî wê dewleta Tirk nikaribe vê projeya xwe ser bixe. Sedema yekem projeya dewleta Tirk li ser erdê nema dikare bibe anternatîfa projeyên aliyên heyî. Ya din jî hêza Iranê ya di xaka Iraqê de ye. Projeya Iran jî li kêlek ya Tirkiyê dimeşe.

Îcar dewleta Tirk piştî êrişa li Zaxo ya qetilkirina turizmên Iraqê ya li Xazoya Başûrê Kurdistanê  êdî hebûna wê ya li ser xaka Iraqê di nava civaka Iraqê de nem qebûl dibe . Lê pirştgiriya wan a ji PDK’ê girtine temen û hebûna wan dirêj dike. Yenî heger ne hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re ba, wê serdana Hakan Fîdan û pêşwazîkirina wî ya li Bexdayê jî ne wiha hêsan ba ye. Yenî mayîna dagirkirina Tirkiyê ji xaka Başûrê Kurdistanê di serî de bi destê PDK’ê ye.

Bi riya PDK’ê jî projeyên xwe yên li Sûriyê pêk tîne û xalên serke dirêsîne. Ji ber wê jî ji gelê Kurd, aliyên siyasî û heta hevkar û alîgirên PDK’ê yên dilê wan bi ser berjewendiya Kurdistanê ve ne,  tê xwestin li dijî siyasetên PDK’ê û hevkariya wan a bi dewleta Tirk re jî bisekene. Ji ber PDK’ê û siyaseta wê ya di xizmeta dewleta Tirk de, bûye stûnê bingehîn ê siyaseta wan. Serdana Hakan Fîdan a Bexda û Hewlêrê jî di heman çarçoveyê de pêk hatiye.

Lê tişta li ber çavan diyar dibe, dewleta Tirk û hikûmeta AKP/MHP’ê gelek zehmetiyan jiyan dikin. Riya xelasa wan jî niha bûye PDK’ê ya di rêza yekem de dijberiya berjewendiyên gelê Kurd dike.