Rojnameya Ronahî

Perwerdekirina berdevkên dibitanan asta xwendinê xurt dike

 

Rojbîn Zagroz/Qamişlo

Destya perwerdê û fêrkirinê ya herêma Cizîrê bi armanca pêşxistin û fêrkirina berdevkên dibistanan yên jin, 11`ê Îlonê heyvê li Akademiya Şehîd Egîd Cîlo ya Biranşên Kurdî dest bi perwerdeyeke berdevkan ya xweser kir.

Perwerdeya berdevkên dibistanê 11’ê Îlonê destpê kir û wê 12 rojan dewam bike. Dereya vê perwedeyê bi 60 mamosteyên jin destpê kir. Herwiha perwerde ji saet 8`ê sibehan heya 5`ê êvarê dewam dike.

Derbarê mijarê de berdevka jin ya desteya Perwedê û mamosteyên ku li perwerdê hazir dibin ji me re axivîn û dan zanîn ku ji bo pêşxistina asta berdefkan ev perwerde giring e.        

`Emê bi rêya perwerdeyê pirsgirêkan çareser bikin`

Berdevka jin ya Desteya Perwerdê û Fêrkirinê li kantona Qamişlo Henan Iniz da zanîn ku ev çend sal in ev perwerde di plana wan de bû û axaftina xwe wiha domand: “Pêwîstî bi perwerdeya berdevkên dibistanan pir hebû, lê ji ber ku derfetên me kêm bûn û demê me jî zêde tinebû, her sal perwerde dihat sekinandin. Lê îsal me giranî da milê perwerdeyê, ji ber ku sala çûyî gelek kêmasî li dibistanan derdiketin. Ji bo wê jî me perwerdeya xwe da destpêkirin da ku îsal em van pirsgirêkan derbas bikin.”

Wane û semînerên perwerdeyê

Henan behsa wane û semînerên ku wê di perwereyê de bên dayîn kir û wiha pê da çû: “Wê li ser giringiya perwerdê, xwenaskirin, zayinperestî, jinolojî, çand û exlaq, rexne û rexnedayîn, Netewa Demokratîk û wê li ser şerê taybet jî wane bên dayîn û emê giranî bidin milê giringiya perwerdeyê, da ku wateya perwerdeyê baş bê naskirin.”

Henan di berdewamiya axaftina xwe de got, niha perwerde li bajarê Qamişlo û Hesekê tenê tê dayîn, di dema pêş de emê hewl bidin li tevayiya bajarên herêmê bidin destpêkirin. Da ku tevayiya berdevkên dibistanan werin perwerdekirin.

`Jin bêhtir dikare dibistanê birêve bibe`

Henan da zanin ku ji ber ku piraniya mamoste û berdevkên dibistanan jin in, wan ev perwerde xweser da despêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piraniya berdevkên ku hatine hilbijartin jin in, lewra jin bêhtir dikare dibistanê bi rêve bibe. Ji bo wê jî, em van berdevkan perwerde dikin, da ku ew jî mamoteyên li dibistana xwe perwerde bikin û zarokanji her alive xurt fêr bikin.”

Henan Iniz di dawiyê de got, dema berdevkên me perwerdeya xwe bi dawî kir û li dibistanên xwe vê perwerdeyê bêxin piratîka karê xwe, wê tevayiya pirsgirêkên heyî derbas bikin û wê bikaribin dibistana xwe bi awayekî serkeftî birêve bibin.

`Pêwîstiya me bi vê perwerdeyê hebû`

Mamosteya bi navê Gulşa Mûrad ku ew jî derbasî vê perwerdeyê bûye, da zanîn ku pêwîstiya wan bi vê perwerdeyê hebû û axaftina xwe wiha domand: “Ev sala yekê ye ku ezê rêveberiya dibistanê bikim. Ji bo wê jî pêwîst bû ku em di perwedeyêk wisa de derbas bibin. Lewra pêwîstiya me bi giringiya perwerdê, çand û exlaq, rexne û rexnedayîn û rê û rêbazê birêvebirina dibistanê heye. Da ku her berdevkek dibistana xwe bi awayekî rast û xurt bi rêve bibe.”

`Perwerde mirov zana dike`

Gulşa diyar kir ku ev perwerde wê sûdekê pir mezin li wan bike û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Giringiya pererdeyê pir heye, lewra dê encamên pir baş bide û sûd li tevayiya mamosteyan ku îsal dê dibistanan bi rêve bibin, bike. Ji bo wê jî divê mamoste tev di vê perwerdeyê de  derbas bibin û fêrî rê û rêbazên rast û dirust bibin. Ji ber ku mirov çiqas di perwerdeyan de derbas bibe ewqas zana dibe. Herwiha dema ez perwerdekirî bim, kî birsekê ji min bike, wê demê ezê bikaribim bersivek rast bidim.”

`Wê ev perwerde asta me di her alî de pêş bixe`

Gulşa bîr xist ku mamosteyên perwerdeyê didin wan jî, pir başin û sûdê ji wan digrin û got, wê ev perwerde asta me di her alî de pêş bixe, herwiha emê dibistanên xwe jî bi awayekî serkeftî birêve bibin.

Gulşa Mûrad di dawiyê de got, em bi hêvîne ku pewerdeyên bi vî rengî zêde bibin û tevayiya mamoste û rêveberên dibistanan tê re derbas bibin. Lewra perwerde riya rast nîşanî mirov dike. Rêbert APO jî gotiye, perwerde, perwerde, perwerde. Ji bo wê jî dema rêbertiyê got, perwerde di vir de em bihêvîne her kes derbasî perwerdeyan bibe.