Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Berxwedanê Heqîqeta Faşîzma Tirk Rût Kiriye

11/09/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Wê jinûve bêhna bêrînê bifûre
Share on FacebookShare on Twitter

Fener….

Idrîs Henan

Her rojek ji ya berê zêdetir dixuye ku siyasetên Tirkiyê li hemberî herêmê neguherîne û ne jî tên guhertin. Tevî hemû hewlên wê yên nêzîkbûna bi welatên Ereb re û idiayên têkîliyeke bê şert û merc ku destwerdana karûbarên navxweyî yên welatên Ereb neke, lê bi daxuyaniya xwe ya li dijî encamnameya civîna pêncemîn a Komîteya Wezîran a têkildarî şopandina destwerdanên Tirkiyê di karûbarên navxweyî yên welatên Ereb de ya bi serokatiya Misir û endamtiya Erebistana Siûdî, Îmarat, Behrên û sekreterê giştî yê Komkara Erebî, Ehmed Abûl Xeyt, bandora berdewamiya helwestên Erebî li dijî Tirkiyê diyarker bû.

Komîteya Wezîran di daxuyaniya xwe de tekezî li biryarên Komkara Erebî yên berê, kir. Herwiha fikarên xwe ji hebûna leşkerî ya Tirkiyê li ser xaka hinek welatên Ereb, binpêkirinên Tirkiyê ji biryarên NY yên têkildarî ambargoya çekan li ser Lîbyayê, eşkere kirin. Komîteyê tekezî li nerewabûna leşkerî ya Tirkiyê li Îraq, Lîbya û Sûriyeyê kir û xwest ku artêşa Tirkiyê ji wan deveran, bê şert û merc, vekişe. Komîteyê her cure binpêkirina demografîk li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de, weke herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dewama binpêkirina serweriya hin welatan, şermezar kir. Komîteyê daxwaz ji Tirkiyê kir ku rêzê ji mafê avê yên Îraq û Sûriyê re bigire û avakirina bendavan li ser çemên Firat û Dîcle rawestîne.

Tişta balkêş ew e ku itîraza aliyên nava civînê de, yên weke Qatar û Somalê, li ser daxuyaniya Komîteya Wezîran, weke berê nîn bû. Tişta ku li kêfa Tirkiyê nehatiye ew e ku; destwerdanên wê weke gefa li ser ewlekariya neteweyî ya Ereban hate dîtin. Ji lewre; jê hate xwestin ku di zûtirîn dem de, hêzên xwe û çeteyên xwe ji van welatan derxîne û li welatên Ereb, piştgiriya rêxistin û komên radîkal neke.

Bi encamnameya civîna 5’emîn a Komîteya Wezîran a têkildarî şopandina destwerdanên Tirkiyê, di nava karûbarên navxweyî yên welatên Ereb de, diyar bû ku hîna gomanên kûr li ser reftarên Tirkiyê hene. Çendîn hewl da be nêzîkatiyên xwe bi welatên Ereb re sererast bike jî, lê dewama destwerdanên wê yên leşkerî li herdu bakurên Sûriyê û Îraqê, mudexeleya kirîza Yemenê, liv û tevgera wê ya li rojhilatî Behra Spî, transforma çekan ji Lîbyayê re, li rex hemû metirsiyên li jor hatine rêzkirin, bêbaweriya herêmî û navdewletî bi reftarên Tirkiyê re kûrtir dike.

Di bingeha daxuyaniya Tirkiyê de, pêhesîneke bi îzolasyona xwe ya herêmî û navdewletî heye. Lewra, di dawiya daxuyaniya xwe de zimanê xwe nerm dike û ji welatên Komkara Erebî re dibêje ku ew amade ye bi hemûyan re bixebite!

Dewleta Tirk piştî ku di êrişên xwe yên ser Başûrê Kurdistanê de bi bin ket û nemerdiya pêkanîna êrişên nû li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îzoleya ku jiyan dike, hewl dide belansa têkîliyên herêmî û navdewletî ava bike û terazûya ku deh salin bi kirîza li herêmê re ji dest daye, zindî bike. Lê çawa di rêbazên xwe yên şer û qetilaman de nekariye bi ser keve, wê nikaribe bi van siyasetên maskweşyayî re jî bi ser keve. Ji ber wê heqîqeta çors a Tirkiyê ku bi berxwedana Çiyayên Azad re rût maye, dostên wê yên fena Qatar û Somalê ku pişta xwe pê germ dikir, encamnameya civîna Komîteya Wezîran erê kirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.