Rojnameya Ronahî

’Rêveberiya Xweser kilîta çareseriya aloziya Sûriyê ye’

 

Şaho Gabar / Qamişlo

Besam Seqir: Aloziya Sûriyê bi riya diyaloga Sûrî–Sûrî tenê çareser dibe û kilîta çareseriyê jî li bakur û rojhilatê Sûriyê ye. Lewra gelên herêmê tevan himbêz dike.   

Dirêjbûna aloziya Sûriyê rûyê hêz û aliyên ku bi navê xizmeta gelê Sûriyê xwe nîşan didin û li gorî berjewendiyên xwe aloziya Sûriyê bi kar tînin, eşkere kir. Di serî de dewleta tirkî, ji wan hêzan ku ji wêranî û astengkirina çareseriya kirîza Sûriyê pêve, tiştek bi xwe re neanî. Li hemberî wê tevî zor û zehmetiyên gelên herêmê li ser ragihandina Rêveberiya Xweser di 21’ê Çileya 2014’an de, li herêmên Cizîrê, Kobanê û Efrînê li hev kirin û li dor bûn kom. Piştî şikandina Hêza çeteyên DAIŞ’ê û rizgarkirina piraniya herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê li ser destê QSD’ê, di 6`ê Îlona 2018`an  de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Eyn Îsa hat ragihandin. Projeya Rêveberiya Xweser di nava aloziya Sûriyê de, bû nimûneya demokrasî, jiyana hevbeş û modela çareseri yê.

Li ser girîngiya projeya Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina tevayiya pirskirêkên Sûriyê û xizmeta gelan, nûnerê Desteya Rêveber ya  Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) yê li Wanşington’ê, Besam Seqir ji me re axivî û got: “Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê herêmeke fireh ya Sûriyê bi rêve dibe û nûnertiya gelê herêmê dike. Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD) herêm ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir û aramiya deverê parast. Tevayiya hêzên ku beşdarî kirîza Sûriyê bûne, dizanin ku bê beşdarbûna Rêveberiya Xweser wê ti çareserî ji krîza Sûriyê re neyên dîtin.”

’Rêveberiya Xweser li ser fikrê Neteweya Demokratîk hat avakirin’

Besam Seqir diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweser li ser bingeha felsefeya Netewa Demokratîk hat avakirin û wiha got: “Di sala 2011’an de, gelên li Sûriyê li hember polîtîkayên dewleta navendî serî rakirin. Piştî ku hêzên navneteweyî û herêmî li gorî berjewendiyên xwe destwerdan li krîza Sûriyê kirin û komên îslamî yên radîkal ji çar aliyên cîhanê derbas kirin, ev bû sedem ku tevgera gel ji rê, armanc û daxwazên xwe dûr bikeve. Ji  ber wê jî Şoreşa 19’ê Tîrmehê dest pê kir. Tevayiya gel û pêkhateyên Rojava di hemû waran de ji bo xizmeta herêma xwe, xwe birêxistin kirin. Ev bû bingeh û destpêka ragihandina projeya çareseriya demokratîk a ji bo Sûriyê. Rêveberiya Xweser li ser bingehên civakî û fikir û felsefeya Neteweya Demokartîk hate avakirin. Herwiha ji bo hemû pirsgirêkên li Sûriyê û herêmê, bû modeleke çareseriyê.”

’Dagîrkeriya tirkî ji bilî wêraniyê tiştekî nayîne’

Besam Seqir balkişand ser hewldanên dewleta tirkî ya dagîrker yên ji bo têkbirina Rêveberiya Xweser û wiha got: “Ji ber ku projeya Rêveberiya Xweser projeyeke demokratîk e, xizmeta çareseriyê dike û hêviyê dide gelên Sûriyê, hêzên dagîrker hewl didin têk bibin. Dagîrkeriya tirkî vê projeyê li ser desthilatdariya xwe xeter dibîne, li dijî wê her rêbazî bi kar tîne. Siyaseta wê zelal e; Projeya Biratiya Gelan ya demokratîk û aştîxwaz ya li ser bingehê wekhevî û edaleta civakî ava bûyî, qet qebûl nake. Eşkere dibêje, ‘hebûna statûyeke demokratîk ji me re xeter e’. Ji ber wê gef û êrişên wê yên dagîrkeriyê yên ser herêmê wê di rojevê de bin.”

 

’Bi hevgirtin û yekîtiya gelên herêmê wê dagîrker têk biçin’

Endamê Desteya Rêveber ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li Waşingtonê, Besam Seqir ji gelên herêmê xwest ku piştgiriya Rêveberiya Xweser bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji gelên bakur û rojhilatê Sûriyê tê xwestin k, li destkeftiyên xwe yên şoreşê xwedî derkevin û tevlî nava têkoşîna azadiyê bibin. Divê her kes di her alî de xwe bi rêxistin bike. Yekîtiya gelên herêmê wê dagîrkeran ji holê rake. Ez bi hêvî me ku hêrêm ber bi aramiyê ve biçe û gelên herêmê azad bijîn.”