Rojnameya Ronahî

Neşopandina firoşkara û bihayê zêde

Darîn Silê/Qamişlo

Neşopandina firoşkaran û bilindbûna dolar dibe sedemê cudahiya di navbera buhayê pêdiviyan.

Derbarê cûdabûna navbera nirxên pêdiviyan û bihabûna bêserûber de, welatiyên bajarê Qamişlo û rêveberê beşa pêşjiyanî ya bajarê Qamişlo ji me re axivîn.

`Her yek li gor keyfa xwe kelûpelên xwe bi bihahî difiroşe`

Welatiya bi navê Safiya Elî da zanîn ku dema ew pêdiviyan ji bo mala xwe dikire, êdî nizane ji gel kîjan firoşgehekî bikire, ji ber ku di navbera her firoşkarekî de nirxên pêdiviyan cûda dibin û axaftina xwe wiha domand: “Mijar bûye mijara keyfê. Her firoşkarek li gor keyfa xwe bihayekî ji xwe re hildibjêre. Niha jî li hin dikanan kîloyê şekir bi 3 hezar û 500 lîreyan tê firotin, heman demê li dikana kêleka wan bi 4 hezeran difiroşin. Xuyaye kesên wisa dikin wicdanê wan naêşe.”

`Ne bese bihabûn, bi ser de cûdahiya nirxan jî heye`

Safiya bîr xist ku gelek malbat hene xizanin û rewşa wan ya aborî  zehmete û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vê bihabûna bêserûber gelek malbat nikarin pêdiviyên mala xwe peyda bikin. Ne bese bihabûn, bi ser de jî cûdahiya nirxan heye.”

‘Komîteya Şopandinê di karê xwe de lewaz e`

Safiya Elî di dawiyê de got, Ji bo ku şopandinek sererast ji vê rewşê re hebe, divê komîteya şopandinê hê zêdetir rewşê bişopîne û kesên ku vî karî dikin caza bike. Wê demê dibe ku ev tevlîheviya bihayan zelal bibe.

`Cûdahiya nirxan pirsgirêka herî mezin e`

Welatiyê bi navê Ehmed Silêman jî diyar kir ku xwediyên dikanan bi hiceta bilindbûna dolar bihayê kelûpelan zêde dikin û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Pirsgirêk ne di bihabûnê tenê de ye, ya ku mirov matmayî dihêle ewe ku cûdabûna nirxan di navbera du dikanaên nêzî hev jî pir heye. Ev pirsgirêke her ku diçe mezintir dibe û divê bi lez li ser bê sekinandin.”

Ehmed got, her çiqas jî rêveberiya pêşjiyanî  bihaya sebze û fêkî destnîşan kiribe jî, firoşkar wan nirxan esas nagirin û ev yek jî nayê şopandin.

Ehmed Silêman di dawiyê de bang li saziyên pêwendîdar û rêveberiya pêşjiyanê kir ku vê pirsgirêkê çareser bikin. Da ku welatî karibin pêdiviyên xwe bi nirxên baş û weke hev pêyda bikin.

Giropên şopandinê rojane li nava bajêr digerin

Rêveberê beşa pêşjiyanî ya bajarê Qamişlo Silêman Ednan da zanîn ku girupên wan yên şopandinê, rojana li nava bajêr digerin û rewşê kontrol dikin û axaftina xwe wiha domand: “Pênc girûpên me yên ji bo şopandinê hene. Jimara endamên me yên şopandinê 19 ne. Ev endam rojê nêzî 6-7 caran derdikevin şopandinê. Biawayekî sîstematîk Sibehan û êvaran şopandin tê kirin. Di şopandinê de tevayiya dikanên li bazarê û yên nava taxan, herwiha firûn û sûka tên şopandin.”

`Firoşkar li gorî lîsteyê tev nagerin`

Silêman got, ofîsa rêveberiya giştî ya pêşjiyanî her du rojan carek, lîsteyek derbarê bihayê pêdiviyan li ser malper yan jî fesbooka xwe belav dike. Da ku firoşkar jî li gorî vê lîsteyê tev bigerin. Lê mixabin hin firoşkar guh nadin vê lîsteyê û li gorî keyfa xwe bihayan di hildibjêrin. Di mehê de bi giştî nêzî 170 mûxalefe çêdibin. Her mûxalefe jî li gorî madeyê tê kirin.

Silêman derbarê madeyên ku dema wan bi dawî bûne û hê jî li dikanan tên firotin  wiha got: “Di şopandinê de eger madeyên ku dema wan bi dawî bûne bên dîtin, ev made ji firoşkaran tê standin û ji firoşkar jî hesaba vê tê xwastin.”

Silêman Ednan Silêman di dawiyê de bang li welatiyan kir ku gilî û gazinên xwe li ser firoşkarên ku madeyan bi buhayeke cûda difroşin bikin û agahiyan bidin me. Herwiha got, wek rêveberiya Pêşjiyanî em rewşê baş dişopînin, lê hê jî hin firoşkar dûrî lîsteyê ne. Ji bo wê jî di dema pêş de emê hewl bidin vê cûdahiyê ji holê rakin û çareseriyeke quncaw jê re bibînin.