Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

’Bi berxwedanî û têkoşîna gel wê têkbirina tecrîdê misoger bibe’

11/09/2022
in ROJEV
A A
’Bi berxwedanî û têkoşîna gel wê têkbirina tecrîdê misoger bibe’
Share on FacebookShare on Twitter

Zana Roj/Şehba

Welatiyên kantona Efrînê tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kirin û diyar kirin ku armanca tecrîdê tinekirina gelê Kurd û têkbirina hêza jinê ye. Herwiha dan zanîn ku bi xurtkirina têkoşînê wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibe.

Rêberê gelê kurd abdullah Ocalan ev 24 salin ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hatiye girtin, Rêber Apo  ji bo azadiya gelê kurd û tevahî gelên bindest di girtîgeha Îmraliyê de têkoşîneke bê sînor dide meşandin. Hêzên hegemon xwestin bi girtina Rêber Apo îradeya gelê Kurd biçewisînin û tune bikin, lê ji ber têkoşîna dîrokî ya Rêber Apo û berxwdana şervanên Tevgera Azadiyê ya bê hempa, ew hêz negihiştin armanca xwe. Herwiha Tevgera Azadiya Kurdistanê bi sekna li hemberî êrişên dagîrkeriyê, îsbat kir ku bi dîlgirtina  Rêber Apo, fikr û felsefeya wî sînordar nabe.

Welatiyên bajarê Efrînê tecrîda giran ya ser Rêber Apo şermezar kirin û diyar kirin ku bi têkoşîn û berxwdana gelê Kurd wê tecrîd bê şkandin û faşîzma AKP’ê wê hilweşe.

’Felsefeya Rêber APO deriyê ronîkirina Rojhilata Navîn e’

Welatiyê bi navê Luqman Hesen Komploya Navneteweyî ya li ser Rêber Apo şermezar kir û wiha got: “Tevayiya gelên Rojhilata Navîn, dizanin ku felsefeya Rêber Apo ji bo pirsgirêkên wan bingeha çareseriye ye. Lê ji ber ku felsefeya azadiyê ya Rêber Apo nakeve xizmeta berjewendiyên hêzên desthilatdar û kapîtalîzimê,  wan Komplyeke Navneteweyî li hemberî Rêbertî pêk anîn û ev komplo bi serpereştiya Amerîka û Israyîlê hat dest pê kirin.”

’Rêber APO dîroka têkoşîna gelê Kurd vejîn kir’

Luqman Hesen diyar kir ku Rêber Apo dîroka gelê Kurd a ku bi sedê salan e ji aliyê dijminên gelê Kurd ve hatiye çewisandin ji nû ve vejîn kir û axaftina xwe wiha dewam kir: “Rêber Apo ji bo gelê Kurd û tevayiya gelên azadîxwaz projeya Neteweya Demokratîk pêşkêş kir. Ev proje li Rojhilata Navîn bû bingeha azadiya gelan.”

’Kes nikara felsefeya Rêbertî tune bike’

Luqman balkişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û axaftina xwe wiha qedand: “Ev demeke dirêje ku dewleta Tirk a dagirker, rê nade ku parêzer û malbata Rêber Apo hevdîtinê pê re bikin. Dewleta Tirk ya dagîrker dixwaze têkiliya Rêber Apo bi gelê Kurd re qut bike û felsefeya azadiyê tine bike. Lê divê dewleta tirk ya dagirker bizanibe ku fikir û felsefeya Rêber Apo, di dil û mejiyê her Kurdekî welatparêz de ye û ti kes nikare wê felsefeyê tine bike”

’Bi saya felsefeya Rêber Apo jina kurd bû pêşenga jinên azadîxwaz yên cîhanê’

Welatiya bi navê Reşîda Mihemed jî tecrîda ser Rêber Apo şermezar kir û diyar kir ku bi saya fikrê Rêber Apo yê azad,  jina Kurd bû pêşenga jinên azadîxwaz li tevayiya cîhanê û axaftina xwe wiha domand: “Bi saya fikrê Rêber Apo, jina Kurd ji bindestiyê bû pêşenga civakê û sembola jina azad.  Armanca tecrîda li ser Rêber Apo, şkandina îrade û hêza jinê ye. Dewleta tirkî ya dagirker wê ti carî nikaribe xwe li ber fikir û têkoşîna Rêber Apo bigre û armanca xwe bi dest bixe.”

Reşîd Mihemed bang li tavayiya rêxistinên mafên mirovan kir ku bi erkê xwe yê exlaqî rabin û çavê xwe ji kiriyarên neexlaqî yên dewleta tirk ya faşîst negrin. Herwiha bang li gelê Kurd kir ku têkoşîna li hemberî faşîzmê bihêztir bikin û li ser fikrê rêber Apo meşa azadiyê dewam bikin.

 

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.