Rojnameya Ronahî

Li Efrinê nasnameya kurdan ji hole tê rakirin

Dilîn Ehmed-Qamişlo

Têkildarê avakirina mêtingeriyê li kantona Efrînê, Erîfa Bekir diyar kir ku dewleta tirk û rêxistinên alîgirê wê yên di Efrînê de, bi avakirina mêtengeriyê dixwezin nasnameya gelê Kurd ji hole rakirin.

Ji bo gelê Kurd nebin xwedî maf wek hemû gelen, dewleta tirk ya dagîrker, ji hemû aliyan êriş dike. Dewleta tirk ya dagîrker û çeteyên girêdayî wê di 20’ê çileye 2018’an de, Efrîn kir hedef û êrîş kir. Beriya dewleta tirkî êriş bik, Rûsyayê hêzên xwe kişandin ku bi rehetî dagîrkerî pêk bê. Bi alîkariya Rûsyayê û bêdengiya hêzên navneteweyî, dewleta tirk berê çeteyên xwe dan ser kantona Efrînê. YPG û YPJ’ê bi piştgirya gel li dijî çekên herî giran, 58 rojan li ber xwe dan. Lê di encama êrişan de, nêzî milyonek welatî bi darê zorê koçberî herêm û kantonê din bûn.

Niha jî dewleta tirk ya dagîrker bi avakirina mêtingeriyê, hewl dide ku nasnamya gelê Kurd wenda bike û li ser xaka kurdan pêkhateyên cûda bi cî dike.

Di çarçoveya guhartina demografiya kantona Efrîna dagîrkirî, rêxistinên Îxwanî yên bi navên “Xeyrî” û bi fermana yekser ji dewleta tirk ya dagîrker ji bo berfirehkirina projeya avayiya mêtingehiyê li navçeya Cindirêsê, hê jî berdewam me.

Saziya Rêxistina ‘Wefa El Muhsenîn’ beşekî ku ji 34 malan pêk tê, li navçeya Cindirêsê ya Efrînê ava kir û koçberan bi cih dike. Herwiha saziyê beriya çend hefteyan ve dest bi avakirina 2’yem ya avayiyê mêtingeriyê ku ji 80 malî pêk tê kiriye.

Piraniya koçberên di avayiyên mêtingeriyê bi cih dibin, xelkê Filestînê ne. Navê avayiyên mêtingeriyê ku lê bi cih dibin, navê gundê xwe lê dikin. Wek `El-Zeîm` ku navê gundekî li Filestînê ye.

Têkildarê mijarê, Endama Destaya Bicêhkirinê ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Erêfa Bekir, ji me re axivê û got bi saya xwîna şehêdan û kede gel gelek sazê vekirin û Rêveberiya Xweser îlan kirin.

Erîfa axaftina xwe wiha domand: “Piştî derketina rejima Sûriyê ji bajarê  Efrînê, di hemû qadên jiyanê de me xebatek pir baş da meşandin. Lewra me, ji nû ve bajarê xwe bi fikir û rêxistina xwe, ava kir. Herwiha hêjaye bibîrxistinê miletê ku ji ber êrişên rejimê direviyan, mîna li Şam, Heleb, Hema û heta xelkê Filestînî jî, Efrînê ew pêşwazê kirin. Me pariyê nanê xwe bi wan re parvedikir.“

`Jiyanek bi êş dijîn`

Erîfe diyar kir ku ji destpêka dagîrkirina bajarê Efrînê û heta roja îro, dewleta tirk ya dagîrker sûcê herî hovane, li wir dike; Tecawûzkirina jinan, revandina mirova, kuştina zarokan, zewaca bi zorê, birandin û firotina darên zeytûna, xirabkirina şînwarê dîrokê û hwd..

Erîfe axaftina xwe wiha domand: “Kiryarên ku dewleta tirk ya dagîrker di hindirê Efrînê de dike, li dijî mirovayiyê ye. Lewra ew mal û milkê xelkê ku bi sed salane, bi keda xwe ava kirîne, dewleta tirk hemûyê bi rêya çeteyên xwe re jêdistîne û xirab dike.”

`Bi kiryarên xwe yên qirêj, demografiya herêmê diguherî ne`

Li ser projeya avakirina mîtêngeriyê Erîfa wiha got: “Dewleta tirk ya dagîrker bi kiryar û êrişên xwe yê li dijî miroviyê, piştî berxwedana 58 rojan, nêzî milyonek welatî bi dare zorê ji Efrîn derxistin û li şûna wan, malbatên çeteyên xwe bi cih kirin. Qunaxa yekê nêzî 250 malbatên çeteyan di hundirê kampan de, bi cî kir. Qunaxa duduyan dest bi avakirina mêtingehiyê kir. Projeya avakirina wan ya mêtingehiyê, projeyek pir xeter binirxîne. Lewra dewleta tirk û rêxistinên girêdeyî wê, dixwazin bi avakirina mêtingeheyê, demografiya Efrîn biguherîne û nasnameya gelê Kurd wenda bike.“

Li dijî Efrîn komploya navneteweyî

Erîfa dagîrkirina Efrînê wek Komployek Navneteweyî nirxand. Erîfa destnîşan kir ku, rêxistinên li Efrîn qaşo yên bi navê alîkariya mirovî bi cî dibin, girêdayî dewleta tirk û hevalbendên wê ne. Herwiha Erîfa diyar kir ku ev rêxistine, ji karê mirovayiyê dûrin û ew bi biryarên dewleta tirk karê herî qirêj, dikin.

Endama Destaya Bicêkirinê ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Erîfe Bekir, axaftina xwe wiha qedand: “Bêdengiya dewletên navneteweyî, tê wateya hevkariyê. Lewra tevî qedexekirina ragihandinê li Efrînê, kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî mirovayiyê, li ber çavê tevayîya cîhanê tê dîtin. Lê çima bêdengin! Ji bo gelê me yên di welat û yên dervî welat, banga me ewe ku li dijî kiryar, siyaset û êrişên dewleta tirk, li qadan çalakiyan pêk bînin. Lewra eger em li xak û li xwîna şehîdên xwe xwedî dernekevin, ti kes li me xwedî dernakeve.