Rojnameya Ronahî

Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê

Farûk Sakik

 

Berî 42 salan, Tirkiyê deriyên xwe ji tariyê re vekiribûn. Û vê tariyê zarokên wan xwar. Kujerên zarokan dibûn desthilatdar. Navê vê tariyê “12 Îlonê” derbasî rûpelên dîrokê bû.

Darbeya 12’ê îlonê ne tenê li ser Kurdan, an jî li ser hezên demokratîk ên Tirkan bû. Di heman demê de li ser kesayetiya mirovan, kesen şoreşger û demokratan jî birînên kûr vekir.

Di vê merhaleyê de Çepgirên Tirkiyeyê bi temamî ji siyasêtê dûr ketin û li Bakurê Kurdistanê jî şoreşeke bê dawî hate destpêkirin.

Sal 1980 rojek payizê, 12 Îlonê, serê sibê, seat çar.  Di kolanên hemû bajarên Tirkiyê de dengê Tanq û leşkeran, di radyo û di Televizyonan de jî dengê marş û daxwiyaniyên derbeya leşkerî bilind dibûn.

Ew roj jiyan sekinîbû, mîladek nû destpêkiribû û bi salan êdî herkes wê bêje berî 12 Îlonê û piştî 12 Îlonê.

Di siyaset û di jiyana Tirkiyê de pêvajoyek nû dest pê dikir.

Roja 12 Îlonê Kenan Evren di daxwiyaniya xwe de behsa edalet, wekhevî, azadî û rojê xweş dikir. Lê di heman seatan de leşker û polîsên wî, di kolanan de li  niçîra şoreşgeran bûn.

Berî 12’ê Îlonê li Kurdistanê jî nivşek nû derketibû. Komel û rêxistin dihatin damezirandin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û ji bo Kurdistaneke azad di nav hewldanan de bûn. Yek Ji van rêxistinan jî PKK bû. Di 28 Mijdara sala 1978’an, di bin rêberiya Abdullah Ocalan de, damezirandina PKK’ê hatibû îlankirin. Îtîbar û girîngiya vê partiyê di nava gel de li gor rêxistin û partiyên din cûda bû.

Piştî ku damezirandina PKK hate ragehandin û xebatên wê yên di nav gel de dest pê kirin, dewleta Tirk kete nav hewldanekî qirêj. Bi du tasfîyekirina ve tevgera nû ketibû. Bi dehan endamê vê tevgerê hatibûn girtin û li zîndana Amedê bûn.

3 Girtîgehên pîlot hattibûn tespêt kirin. Mamak, Metrîs û Amed. Li van 3 girtîgehan li hember girtiyan, êşkenceyên bê emsal dihatin kirin.

Gelek kes di van girtîgehan de bi van êşkenceyan jiyana xwe ji dest dan. Gelek kes jî seqet man. Hemû girtî bê darizandin bi salan li van girtîgehan de hatin girtin.

Darbekaran ji bo bighêjin armanca xwe çi ji dest wan dihat dikirin. Li zindana Amedê siyasetek taybet dihat meşandin, êşkence êdî derketibû merheleyek wisa ku ne dihat pênase kirin.

Kadro û pêşengên PKK’ê li zîndanê dinav lêgerîna berxwedanê de bûn. Li girtîgehên leşkerî yên Amedê, Elezîz û Meletyeyê bi dehan welatparêzên Kurd, di greva birçîbûnê û di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dan..

Bi taybetî li girtîgeha Amedê, bi hatina Esat Oktay Yildirim darbekaran dixwestin tevgera kurd di vê zîndanê de biqedîn in. Navê Kurd û Kurdistan bi salan qedexebû, ti kesî ev herdû peyv bikar nedianîn.

Li girtîgehan de di bin rêberiya pêşengên PKK’ê de berxwedanek mezin hatibû destpêkirin. Mazlum Dogan, Kemal Pir, M. Hayrî Dûrmûş û hwd. di zindanan de di berxwedanê de şehît ketin.

Berxwedana wan bi şahadetan gihîştibû armanca xwe. Peyamekê mezin dan derve. Ev peyam li derve hat dîtin û xwendin.

Wê demê li derva hê jî bêdengiyek mezin hebû. Lê di 15’ê Tebaxê de di bin pêşengiye PKK’ê de şerê çektarî hat destpêkirin. Berxwedana zîndana Amedê gihîştibû armanca xwe. Tevgera PKK’ê pêvajoya xirab dabû seknandin. Li dijî vê Cûntayê rihek nû afirandibû. “Berxwedan Jiyane”