Navenda Nûçeyan / Qamişlo
Kargeha Şano dest bi dewreya amadadekirina lîstikvanên Şano û Sînemayê kir û derfeta tevlîbûnê ji her kesî re vekieî ye
Ji bo piştgirî û pêşxistina jêhatiyên her kesê ku di xeyala wan de ye bibin şanoger û derfet bi dest wan nakevin, Krgheha Şano li Navenda Çand û Huner ya Mihemed Şêxo li bajarê Qamişlo û bi alîkariya Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamya ya Demokratîk, dewreyeke perwerdeyê ji bo amadekirina şanogerên şano û sînemayê ragihand.
Dewrê ji roja Înê 9/9/2022 dest pê kir û heta temamkirina hejmarê dewam bike
Tomarkirin ji bo tevlîbûna dewreyê ji her kesî re vekirî ye. Perwerde jî roja Înê ji her heftiyê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo tê lidarxistin.
Kargeha Şano li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebookê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û wiha got: “Ji bo hemû hezkiriyên lîstikvaniyê, ji bo hemû şarezayên di warê şano û sînemageriyê de, êdî hûn dikarin şarezayiya xwe pêş bixin û hûn dikarin werkî lîstikvan gelek rolan di şano û fîlman bilîzin. wek lîstikvan.”