Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Saleke nû ya xwendinê dest pê dike

07/09/2022
in ROJEV
A A
Saleke nû ya xwendinê dest pê dike
Share on FacebookShare on Twitter

Bêrîtan Elî-Qamişlo

Li ser sala nû ya xwendinê, Hevseroka Desteya Perwerdê Rohat Xelîl da zanîn ku îsal ji aliyê perwerdekirina mamosteyan ve û çeksazkirina dibistana, heta astekî baş xebitîn.

Bi destpêkirina şoreşa Rojava re, hemû hêzên serdest yên ku naxwazin gelê bakur û rojhilatê Sûriyê bi taybetî gelê Kurd, di cîhanê de bibin xwedî maf, bi hemû hewildanên xwe êriş dikin û serkêşê van hêzan jî dewleta tirk ya dagîrker e. Tevî êriş, gef û degîrkirina xaka bakur û rojhilatê Sûriyê ji aliyê dewleta tirk, gelê herêmê kar û xebata xwe didomîne û encama xebata wan dibe bersiva dijmin. Lewra girêdana wan bi xaka ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan, heye.

Ji bo têkbirina planên dijmin ya herî girîng û pêwîst, xwedîderketina li zimanê dayîkê ye. Lewra civak bi zimanê xwe tê naskirin û çanda wê bi zimanê wê tê parastin. Ji bo perwerdekirina nifşê nû bi zimanê dayîkê, gelê Rojava bi destpêkirina Şoreşê re, tişta sereke parastîn û pêşxistin, zimanê dayîkê bû.

Sala xwendinê ya 2022-2023 li bakur û rojhilstê Sûriyê wê destpê bike. Tevî şert û mercên zehmet yê ku herêm têde derbas dibe, mamosteyên herêmê, bi hemû pêkhateyên xwe ji bo perwerdekirina xwendekaran, xwe amade dikin.

Bi çeksazkirina dibistana pirsgirêkên salên borî çareser dibin

Hevseroka Desteya Perwerdê ya Herêma Cizîrê Rohat Xelîl ji me re axivî û diyar kir ku, ji bo destpêkirina sala nû ya xwendinê amade ne.

Rohat axaftina xwe wiha domand: “Piştî li darxistina civîna giştî ya desteyên perwerdê yên bakur û rojhilatê Sûriyê biryar hat girtin ku, 11 Îlonê wê mamoste dest bi karê xwe bikin û 18 mehê  jî wê dibistan fermî pêşwaziya xwendekaran bikin. Amadekariyên me ji bo sala nû ji aliyê perwerdekirina mamosteyan pir baş bû; hem mamosteyên ziman, hem jî yên biranşata. Jixwe peymangeha Şehît Egîd Çolî ku dewreya mamosteya ya 40 rojî berdewam e.“

Rohat Xelîl da zanîn ku plana wan ji bo sala nû ewe ku 136 dibistan werin çaksazkirin. Heta niha 77 dibistan tên çaksazkirin. Herwiha rêxistinên ku li vê derê bi cih bûne, wê 66 dibistana ji aliyê xwe çeksazbikin. Li gorî plana ku me daye pêşiya xwe, divê ji niha heta 5 salên din wê tevayiya dibistana werin çaksazkirin. Li ser guhertina navên dibistanan jî, Rohat got, di nav projeyên me de heye ku her taxek wê li ser navê şehîdê xwe yê yekê, were binavkirin.

Biranşeke nû

Li ser cudayiya di navbera îsal û salên borî de Rohat wiha got: “Îsal ji refê 4 heta 9`ê ji bo pêkhateyên ereb, pirtûka Ol amade ye. Ji bo pêkhateyên kurd jî tenê ji refa 4 heta 6 e. Lewra hêjî wergerkirin bidawî nebû ye. Herwiha ji bo xwendekarên civaka Êzêdî, tenê ji bo refa çar pirtûk amade ye. Îsal ji bo refên 11 û 12`e jî pirtûka Jinolojî hat amadekirin, li ser wê jî mamoste hatin perwerdekirin.“

Hevseroka Desteya Perwerdê ya Herêma Cizîrê Rohat Xelîl axaftina xwe wiha bidawî kir: “Ji bo xwendekarên zanîngeha Rojava jî, yên xwendina xwe diqedînin li gorî pêwîstiya desteyê, her demekê pêşbirk têne çêkirin. Eger di ezmûnan de bi ser bikivin, deste wan fermî derbasî dibistanan  dike. Zehmetiyên ku em dikîşênin peydakirina amûrên perwerdeyê ne. Sedemên van zehmetiyan jî derfetên kêm yên aborîne.“

Herî dawî Rohat Xelîl sala nû ya xwendinê li tevayîya mamost û xwendekaran pîroz kir û hêviya serkeftinê ji hemûyan re xwest.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.