Rojnameya Ronahî

Xebatên şaredariyê û xizmetguzarî bê navber dewam dikin

Darîn Silê/Qamişlo

Hevserokê Desteya Rêbveberiya Herêmî û Ekolojîk Silêman Ereb, diyar kir ku tevî şert û mercên giran ew di xizmeta gelê xwe de amade ne û bi berdewamiya kar û xebata xwe ji êrişên dagîrkeriyê re dibin bersiv.  

Di şoreşa Rojava de bi avakirina Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê, desteya Rêveberiya Herêmî û Ekolojîk ya herêma Cizîrê, hat avakirin. Desteyê Ji wê demê ve gelek projeyên xizmetgûzarî li herêmê pêk aniye û heta niha jî bi awayekî rêxistinkirî xizmeta gelê herêmê dike, kar û xebata xwe ya resen didomîne. Desteyê her sal projeyan pêk tîne û hewl dide ku li herêmê xizmetgûzariyê xurttir bike. Niha jî tevî rewşa awarte, êriş û kiryarên dewleta Tirkî ya dagîrker yên li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, xebat û projeyên xizmetguzariyê yên sala 2022`an dewam dikin û dibe bersiva êrişên dagîrkeriyê.

Derbarê dewama xebatên xizmetguzariyê li herêma Cizîrê û pêkanîna gelek proje û planên sala 2022`an, Hevserokê Desteya Rêbveberiya Herêmî û Ekolojîk, Silêman  Ereb ji me re axivî û behsa rewşa xizmetguzariyê li herêmê kir.

`Emê berdewamiya projeyan bikin`

Silêman Ereb da zanîn ku wan ji projeyê îsal ji sedê 60 pêk anîne û axaftina xwe wiha domand: “Projeyên xizmetguzariyê li seranserê herêma Cizîrê pêk tên, taybet projeya ziftê ku li Qamişlo, Hesekê, Amûdê, Dirbêsiyê, Til Temir û Dêrikê pêk tê. Ji destpêka salê ve me dest bi pêkanîna projeyên xwe kiriye, heta niha jî em berdewamiya wan dikin. Me gelek proje weke ya ziftê, Serif Sihî, çandina daran, peydakirina avê û ronîkirina kolanan pêk anîne. Me projeya ronîkirinê bi dawî kiriye, lê yên din hê em berdewamiya wan dikin.”

Herwiha Silêman got, Ji ber ragihandina rewşa awarte, hin projeyên taybet û projeya çêkirina cihekî ji bo avêtina çopê li bajarê Hesekê, hê me dest pê nekiriye, di demekê nêz de emê dest bi wan jî bikin.

Silêman Ereb da xuyakirin ku yek ji projeyên herî girîng ku di vê salê de pêk anîne, projeya li ser zarokên sêwî bû û wiha got: “Me navendek ji bo zarokên sêwî li ser asta herêma Cizîrê ava kir. Armanca me ji vê navendê ew bû ku, em tevayiya zarokên bê dê û bav, herwiha yên ku di şer de dê û bavê xwe winda kirine, bihewîniin û xwedî li wan derkevin. Da ku ev zarok li kolanan nemînin û di paşerojê de bikaribin parastina xwe bikin. Ji bilî vê jî, niha em malek ji bo jinên bê derfet ava dikin. Lê hê me bi dawî nekiriye û wê di demek nêz de bi dawî bibe.”   

`Projeya ronîkirinê rehetiyeke mezin di nava gel de da çêkirin`

Silêman Ereb behsa projeya ronîkirinê kir û wiha pê da çû: “Projeya ronîkirinê pir girîng bû û rehetiyeke mezin di nava gel de da çêkirin. Ji bo wê jî me ev projeye bi armanca ewlehî û hêsankirina tevgera welatiyan li herêmê pêk anî. Ev proje li herdû kantonên Qamişlo û Hesekê pêk hat û bi dawî bû.”

Silêman di derheqê mesref û çawabûna ‘pirojeyê ronikirina rêyan’ de ev agahî dan: “Di vê projeyê de 297 stûn hatin danîn û lêçûna wê gihişt derdora 403 hezar dolar: Li aliyê rojavayê bajarê Qamişlo de jî stûnên ronîkirinê ji çerxerêya Osman Sebrî heta taxa Hilêliyê bi dirêjahiya 2,5 km hatin danîn. Li aliyê rojhilatê bajar jî stûn ji çerxerêya Şehîdên Enternasyonalîst heta çerxerêya Elaya bi dirêjahiya 2,2 km hatin danîn. Li bajarê Hesekê jî ji çerxerêya Panorama heta Pira Xiwêran bi dirêjahiya 3, 5 km, her wiha ji çerxerêya Cûdî heta çerxerêya Kelasê bi dirêjahiya 800 metre stûn hatin danîn.”

`Rola gel di tevayiya projeyan de heye`

Silêman Ereb bal kişand ser rola gel di warê xizmetguzariyê de û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rola gel di tevayiya projeyan de heye. Ji ber ku tevahiya projeyên xizmetguzariyê ji bo gel tên çêkirin. Gel bi me re dibe alîkar û keyfxweşiya xwe di pêkanîna projeyan de diyar dike. Em bihêvîne ku di her alî de gelê me bi me re alîkar be. Her kes dibîne em di rewşeke awarte de ne, rojane êriş ji aliyê dagirkeriya Tirk ve li ser me tên kirin. Lê me karê xwe berdewam kir û em xizmeta gelê xwe dikin. Ev yek jî hêza me û ya Rêveberiya Xweser diyar dike.”

`Ji ber ambargoyê em zehmetiyê di peydakirina alavan de dibînin’

Silêman Ereb têkîldarî zehmetiyên ku bi wan re derbas dibin jî wiha got: “Piraniya zehmetiyên ku em dikşînin ji ber kiryar û êrişên dagîrkeriiya tirkî ne. Herwiha ji ber ambargoya li ser herêmê jî em zehmetiya di peydekirina alavan de dibînin. Hin caran em zehmetiyan di peydekirina kesên pispor de jî dikşînin. Lê tevî zehmetiyan karê me berdewam e û em hewl didin xizmetguzariyê li herêmê pêş bixin.”

‘Çiqas rewş zehmet be jî emê kar û xebata xwe bidomînin’

Silêman di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku heya 2-3 heyvên din, ewê proje û planên xwe yên salê bi dawî bikin.

Hevserokê Desteya Rêbveberiya Herêmî û Ekolojîk, Silêman Elî Ereb di dawiya axaftina xwe de banga gel kir û got, tevî şert û mercên giran em di xizmeta gelê xwe de amade ne. çiqas rewş zehmet be jî emê kar û xebatê bikin û berxwedanê xurt bikin. Em banga gel û ciwanên xwe dikin ku berê xwe nedin walatên xelkê û koçberiyê, li kêleka rêveberiya xwe parastina destkeftiyên heyî bikin.