Rojnameya Ronahî

‘PDK’e ji bo qirkirina kurdan ji dewleta tirk re derfet ava dike’

Şaho Gabar / Qamişlo

Welîda Botî diyar kir ku armanca êrişên dagîrkeriya tirkî yên ser çiyayên azad qirkirina Kurdane û wiha got, dagîrkeriya tirkî di şerê li dijî hebûna Kurdan de, PDK’ê bikar tine û dixwaze di rêya wan de kurda di qirkirinekê dîrokî de derbaz bik.

Ji 17`ê Nîsana ve, artêşa Tirk a dagirker bi piştgiriya PDK`ê re li Başûrê Kurdistanê êrişî qadên gerîla dike. Di dema ku artêşa Tirk a dagirker çekên pêşketî, kîmyewî, qedexekirî û balafirên şer bi kar tîne, gerîla li Zap, Metîna û Avaşîn bi derfetên biçûk berxwedaneke bêhempa û dîrokî dide meşandin. Ji ber têkçûna dagîrkeriya tirkî li herêmên parastinê yên Medya, PDK’ê bi vekirina riyan li qadên gerîlayan dixwaze gerîla dorpêç bike û artêşa Tirkan ji têkçûnê xelas bike. Li ser kiryarên PDK’ê, herî dawî 28 tîrmehê NPG’ê jî hişyarî dabû PDK’ê ku dest ji daxwazên xwe yên derxistina serê navxweyî berde û herwiha banga PDK’ê kir ku ji hevkariya bi êrişên dagîrkeriyê re vegere.

Derbarê êrişên dewleta tirkî ya dagîrker û xetera hevkariya PDK’ê ya li ser tevayiya Kurdistanê, Endama Rêveberiya Kongra Star, Welîda Botî  ji me re axivî.

Welîda Botî diyar kir ku dewleta Tirkî bi qirkirina gelan xwe li ser lingên xwe girtiye û wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker di hebûna kurdan de tunebûna xwe dibîne, ji ber wê hewl dide ku bi çi awayî jî be, kurdan qir bike. Dagîrkerî tevayiya çekên giran û qedexekirî li hemberî girîlayên azadiyê bikar tîn e. Heta çekên nûkleerî jî bikar tîne. Armanca wê ji zêdekirina êrişan, şikandina  îradeya girîlayên azadiyê û tevayiya Kurdên welatparêz e. Dixwaze parazvanê demokrasiyê û heqîqetê ji holê rake. Herwiha dixwaze têkoşîna ku li herêmên Medya ku bûye kelem li pêşiya dagîrkeriya, bişkên e.”

’Wekî her car îro jî PDK’ê ji dijmin re dibe amûr’

Welîda Botî da zanîn ku  di demên dawî de, PDK’ê bi awayekî eşkere hevkariya dewleta tirkî ya dagîrker kiriye û wiha got: “Dewleta tirkî ya dagirker di demên dawiyê de li herêmên Parastinê yên Medya derbên giran ji şervanên Azadiyê xwarin û gelek leşkerên wê hatin kuştin, tevî ku dagîrkerî bi tevayiya hêz û çekên qedexekirî êrişî ser qadên gerîlayan kir jî. Ji ber ku dewleta tirkî li hember berxwedana gerîla têkçû, car din PDK’ê  bi xwe re tevlî şerê gerîla kir. PDK’ê jî rê ji Tirkan re vedike û alîkariya wan dike ku deskeftiyên kurdan giş bikevin destê dewleta tirk.”

‘Em banga gelê Başurê Kurdistanê dikin ku xwedî helwest bin’

Welîda Botî diyar kir ku hevkariya PDK’ê bi dewleta tirkî re, xetereke mezin li ser hebûna Kurdan çêdike û wiha got: “Dema dewleta tirkî li hember têkoşîna gerîla têk diçe, PDK’ê bi xwe re beşdarî şer dike. Hevkariya PDK’ê bi dewleta tirkî re xetera şerekî di navbera Kurdan de çîdike. PDK’ê ji bo qirkirina Kurdan derfetekê ji dijmin re çêdike. Divê gelê Kurd û bi taybet yê başûrê Kurdistanê li hember hevkariya PDK’ê ya bi dagîrkeriya tirkî re xwedî helwesteke xurt be û li dijî wê dengê xwe bilind bike.

’Tevayiya planên dagîrkeriya tirkî li ser qirkirina Kurdan e’

Welîda Botî balkişand ser hewldanên dewleta tirkî ji bo sûdgirtina ji rewşa Iraqa ya tevlihev û wiha axivî : “Di dema dawî de gelê başûrê Kurdistanê û gelêk aliyên Iraqî, li hemberî êrişên dagîrkeriya tirkî xwepêşandan li dar xistin û li dijî artêşa tirk ya dagîrker helwesta xwe nîşan dan. Bi tevlheviya rewşa Iraqê, dewleta tirkî ji xwe re firsetek dît ku êrişên xwe yên ser qadên gerîlayan zêde bike. dewleta tirk hewl dide ku sûd ji guhertinên ku di cîhanê de çêdibin bigere û Kurdistanê bi giştî dagîr bike.”

’Têkoşîna Gerîlayên Azadiyê wê bi tîpên zêrên di rûpelên dîrokî de bê nivisîn’

Welîda Botî da xuyakirin ku gerîla bi îradeya xwe ya xurt li hemberî teknîka wan ya herî pêşketî serkeftinan bi dest dixe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê berxwedaneke dîrokî ye û dê bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de were nivîsandin. Dewleta tirkî ya dagîrker ji ber berxwedana bêhempa ya gerîla nikare gavekê pêş de biçe. Divê her mirovekî azadîxwaz li tevayiya cîhanê, piştgiriya berxwedana dîrokî ya gerîla bike, ji ber ku gerîla nirxên mirovayiyê diparêz e.”

Endama Rêveberiya Kongra Star, Welîda Botî bêdengiya navneteweyî ya li hember êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî çiyayên Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û axaftina xwe wiha qedand: “Divê civata navneteweyî û rêxistinên mirovî berpirsyariyên xwe yên li hemberî kurdan bi cih bînin û ji ber sûcên dewleta Tirk wê ceza bikin.”