Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

RÊVEBERIYA XWESER BÛYE MÎNAKA ÇARESERIYA LI SÛRIYÊ

07/09/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
PDK ji şerê bi PKK`ê re ditirse!
Share on FacebookShare on Twitter

DILYAR CIZÎRÎ

Piştî buhara gelan a ji Tunisê destpê kirî, derbasî Sûriyê bû. Gelê wê jî di 15`ê Adara 2011`an de ji bo guhertina demokratîk, çalakî dane destpêkirin û roj bi roj çalakiyên xwe berfireh kirin. Hikûmeta rêjîma Baas xwe li vê rewşê ranegirt û bi guleyan bersiva çalakvanan da û bi sedhezaran qetil kir.

Dewleta Tirk û hin aliyên din jî di nava vê rewşê de destê xwe avêtin şoreşa gel û xwestin ji bo berjewendiyên xwe û pêkanîna planên xwe yên dagirkeriyê, ketin tevgerê. Îcar ji bo vê derbarê bi sedan komên çete ava kirin û di hemû qadan de destê xwe avêtin nava karûbarê gelê Sûriyê.

 

Di rewşeke wiha de nîştecihên Rojava, tekoşîna xwe li ser esasê paradikmaya Netewa Demokratîk dan meşandin û di encamê de roja 19`ê Tîrmeha 2012`an yekem bajarê xwe Kobanê ji rêjîma Baas rizgar kirin. Bi şoreşa 19`ê Tîrmehê re bajar li pey bajarî hatin rizgarkirin û gel ji bo rêveberî û çareseriyên aloziyên xwe sazî û dezgehên taybet ava kirin.

Ev rewş heta 2014`an wiha bû, di 21`ê Çileya wê salê de Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê hate damezirandin û paşê li Kobanê û Efrînê jî rêveberî hatin damezirandin. Pê re jî êriş û dijberiya wê rêveberiyê mezin bû, heta çeteyên DAIŞ’ê êriş pêk anî û bi serkêşiya dewleta Tirk û hikûmeta Şamê, ji hemû aliyan xwest dawî li rêveberiya ku xwe dispêre bingeha hêza civakê û hevgirtina pêkhateyan, bîne.

 

Lê di wê rewşa êriş, dorpêç û tundiyê de gelek herêm hatin rizgarkirin û rêveberî hîn zêdetir hatin berfirehkirin. Ev jî bû sedema pêwîstiyeke din a avakirina Rêveberiyeke yekgirtî ya di nava hemû herêmên xweser ên Bakurê Sûriyê de.

Ji lewra di 6`ê îlona sala 2018`an de li Eyn Îsa jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser mîrasê tekoşîna şoreşa 19’ê Tîrmehê û avakirina Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê hate ragihandin.

Edî hemû rêveberiyên heyî di bin banê wê de, kar û planên xizmetguzarî, rêveberî, siyasî û civakî didan meşandin. Aliyên dijber û di serî de dewleta Tirk û hikûmeta Şamê jî, bê navber dijberiya xwe dewam kirin û dest bi reşkirina rêveberiyê kirin. Herwiha îdaya parçekirina Sûriyê û qutkirina xaka wê xistin rojevê. Îro, ango piştî 4 salan rêveberiya Xweser bû mînaka çareseriyê ji hemû aloziyên heyî yên Sûriyê re.

Tevî hemû zor û zehmetiyên heyî û hemû kêmasiyên heyî jî, em dinerin rewşa heyî ya herêmên Rêveberiya Xweser ku di bin dorpêça aborî, şer û gefan de ye, ji hemû herêmên din ên Sûriyê baştire.

Em dibînin xelkên Siwêda û Idlibê jî, xweziya xwe bi pêkanîna sîstema Rêveberiya Xweser a xwe dispêre sîstema ne navendî ku mafê hemû pêkhateyan diparêze, dikin. Herwiha vê sîstemê bi hemû awayî karî mafê jinan biparêze û jinan di hemû qadên jiyanê de bike pêşeng.

 

Ji ber wê jî her kes êdî wê baş dibînin ku sîstema Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tekane mînak û riya çareseriya aloziya li Sûriyê û tevahî herêmê ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.