Rojnameya Ronahî

’Derbeyê herî mezin li pergala desthiatdariyê xistiye’

Mihemed/Qamişlo

Xalis Misewer : Rêber Apo tevayiya plan û projeyên veşarti yên desthilatdaran derxistiye holê û derbeke herî mezin li desthiltdariyê xistiye, ji ber wê dixwazin bi tecrîdê tola xwe jê hilînin.

Di navbera hêzên desthilatdar û hêzên civakî yên ku xwestine hebûna xwe ya civakî biparêzin, herdem têkoşînek heye. Kesên ku ji civakê re ji bo  vê armancê  pêşengî kirine, bûne armanca hêzên desthilatdar. Ji ber hêzên desthilatdar dizanin  ku bi têkbirina pêşengan, wê bikaribin civakê bixin bin destên xwe. Yek ji van pêşanga jî Rêber Apo ye ku ji bo azadiya gelê kurd dest bi tekoşînekê bêhempa kir û bi pergala xwe ya Netewa Demokrat ji bo gelên bindest û azadixwaz bû hêviya serkeftinê. Li hember vê tekoşina azadiyê ku roj bi roj belavê cîhanê dibû, dewletên hegemon bûn yek û di encama komploya 1999’an de ku bi ‘Komploya Navnetewî’ tê bi navkirin, Rêber Apo dîl hat girtin û ev 24 sale di gîrtîgeha Îmraliyê de tê tecrîtkirin.

Gotina “Çala Mirinê” ji aliyê Rêber Apo ve hatiye bikaranîn. Ev pênase ji bo girtîgeha li girava Îmraliyê hatiye gotin. Ev girtîgeh li giraveke Tirkiyê , di sala 1935’an de ji bo tecrîdkirina mirovan hatiye çêkirin. Di sala 1961’ê de jî serokwezîrê Tirk Adnan Menderes li vê girtîgehê hat bidarvekirin û derhênerê Kurd Yilmaz Guney jî demekê li vê giravê hat ragirtin. Herî dawî jî Rêber Apo di sala 1999’an de dîl hat girtin û ji wê rojê ve li wê derê tê tecrîdkirin.  Rêber Apo li ser hêzên ku vê girtîgehê birêve dibin gotiye, ’Îmrali girêdayî Emerîka û Awrûpayê ye û dewleta Tirk jî nobedariya wê dike’.

Armanca pergala desthilatdar ji tecrîda Rêbertiyê çi ye?

Derbarê mijarê de nivîskar û rewşenbîrê Kurd Xalis Misewer ji me re ev nirxandin kir: “Siyaseta qirkirinê ya dewleta tirkî ya dagîrker ku bi hevkariya hêzên kaptalîzmê li ser Kurdan dimeşn e, di demên dawî de berbiçav bûyî. Hemû hêza xwe bi kar tîne û li her qadê şerekî taybet dike. Dagîrkeriya Tirkî  êrîşên xwe di şexsê Rêber Apo de li dijî gelên azadixwaz pir zêde kirine û bi vê bingehê pergala êşkence û tecrîdê li ser Rêber Apo girantir dike. Herwiha girêdayî tecrîdê, artêşa tirk ya dagîrker di mehên dawî de li ser Qadên Parastinê yên Medyayê û bi tabet li Metîna, Zap û Avaşînê , êrîşên qirkirinê didomîn e. Li her aliyê Kurdistanê bi armancgirtina  şervanên azadiyê dixwaze hêza tevgera Azadiyê qels bike. Bi  tecrîd û qelskirina Tevgera Azadiyê dixwaz e qirkirina Kurdan bi rengekî rehet û zûtir pêk bîn e. Hin xwefiroşên ku qaşo  dibêjin em Kurdin jî ,bûne xulamên dagîrkeran û destekê didin wan.”

’Felsefeya Rêber Apo rizgariya giştî mirovahiyê ye’

Xalis Misewer diyar kir ku hêzên qapîtalîzmê  gelek serok û rêber bi xefik û planên xwe yên hovane  ji holê rakirin e, lê li hember Rêber Apo bi ser neketin û wiha domand: “Hêzên desthilatdar dizanin hêza ku Rêber Apo di nava gel de avakiriye, wê rê nede planên qirêj. Dizanin girseya Rêber Apo çiqas mezin e. Ne tenê Kurd, eger di nava rastiya tevgera PKK’ê de jî em binêrin, diyar dibe ku ji destpêka avakirina tevgera Apocî heya roja îro ji pir neteweyên cûda jî tevlî nava refên şoreşê dibin. Ev yek dide nîşandan ku tevgera Rêber APO ji destpêkê ve bûye tevgera gelan. Ji ber felsefeya Rêber Apo ya jiyana azad, felsefeyek e ku rizgariya giştî mirovahiyê ye. Felsefeyeke ku li dijî hemû ferasetên paşverû yên ku ji hêla pergala desthilatdar ve têne mezinkirin, têdikoşe.  Lewma her ku hêza Rêbertî, ji hêla hêzên desthilatdar û dagirker ve hate naskirin, şêwazê komplo û pêkanîna wê mezin û berfirehtir bûye.”

’Dixwazin tolê jê hilînin’

Xalis Misewer da xuyakirin ku bi girankirina tecrîda li ser Rêber APO, armanc ew e ku wî hêdî hêdî ji holê rakin û wiha domand: “Ev rêbazeke ku bi carekê de nakuje, her rojê hêdî hêdî dikuje. Li kêleka vê dixwazin her kesê bi Rêber Apo û doza azadiyê ve girêdayî, fêrî jiyaneke bêyî Rêbertiyê bikin û têkîliyên wî bi şopdarên meşa azadiyê û lêgerên heqîqetê re, qut bikin.”

Xalis bîrxist ku Rêber Apo tevayiya veşartiyên desthilatdaran derxistiye hole û da zanin ku Dîrok, civak û jin her sê rastiyên ku Sistema deshilat ya zilam pê lîstibûn  û berovajiya rastiyên wan dabûn nîşandan, Rêber Apo ji nû ve bidestgirt û got, bi derketina van rastiyan, derbeke herî mezin li desthiltdariyê hate xistin.

‘Tevahî mirovahî deyndarê Rêber Apo ye’

Xalis Misewer  diyar kir ku Rêber Apo bi fikir û ramanên xwe gelan ronak dike, bûye roja gelê Kurd û  tevayiya mirovayiyê û wiha domand: “Berê gelê Kurd newêrîbû bi zimanê xwe yê Kurdî du peyvan bi dengekî bilind biaxive. Lê îro bi zimanê xwe dixwîne û doza mafê xwe dike, mînaka wê ya ber bi çav jî li Rojavayê Kurdistanê ye.”

Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Xalis Misewer bang li gelê Kurd û tevaiya gelên azadîxwaz kir ku ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzîkî rabin ser piyan û bertekên xwe nîşan bidin û axaftina xwe wiha qedand : “Serkeftinên îro gelê Kurd bidest xistin e, bi saya Rêber Apo ye, divê gelê Kurd û tevayiya gelên azadîxwaz ji bo azadiya Rûber Apo têbikoşin. Tevayiya mirovayiyê dêndarê wî ne.”