Rojnameya Ronahî

Piştî qirkirina 107 salan avakirina yekîtiya jinên Ermen

Darîn Silê/Qamişlo

Berdevka Yekitiya Jinên Ermenî Anahîd Qesabiyan, da zanîn ku jina birêxistinkirî ti caran nayê şikandin û got, emê têkoşîna xurttir bikin û hêza jinên Ermen ji tevayiya cîhanê re îspat bikin.

Derbarê rewşa jinên Ermenî ku qirkirin li ser gelê wan de pêk hatine, herwiha avakirina Yekîtiya Jinên Ermen ya piştî 107 salan, Berdevka Yekitiya Jinên Ermenî Anahîd Qesabiyan ji me re axivî.

`Di qirkirinên ser gelê Ermenî de herî zêde jin rastî hovîtiyê hat`

Anahîd qesabiyan behsa rastiya jina Ermenî ya di qirkirinên ku li ser wan pêk hatine kir û wiha got: “Di qirkirinên li ser gelê Ermenî de, jinên Ermenî rastî kuştin, destdirêjî û koçberkirina bi darê zorê hatin û di meşa mirinê de hatin ajotin. Wê demê gelek jinên  Ermenî hatin firotin. Piştî ku Ermenî koçberî Mergedayê bûn, komkujî û kiryarên herî hovane li ser destên Tîma Hemîdiyê ya Osmaniyan dîtin. Herwiha tîmên Hemîdiyê bi şevê êrişî kampên me yên li Mergedayê dikirin û jin tecawiz dikirin û ew dikuştin. Bi vê awayî rojane nêzî 500 qurbanî çêdibûn.”

`Piştî şoreşa Rojava jinên ermenî jî xwe bi rêxistin kirin`

Anahîd anî ziman ku jina Ermenî ji bo ku bi gelên din re bigihêje ziman, çand û mafê xwe, xwe bi rêxistin kir. Herwiha got, piştî lidarxistina şoreşa Rojava jinên Ermen ji aliyê leşkerî, siyasî û civakî ve xwe bi rêxistin kirin û parastina nirxê şoreşê kirin. Da ku dîroka xwe ji nû ve xêz bikin û hêza xwe bidin dîyarkirin.

Piştî qirkirina 107 salan avakirina yekîtiya jinên Ermen

Piştî ewqas komkujiyên ku bi serê gelê ermenî de hatin, jinên ermen 30’ê Tebaxê di Konferansa xwe ya yekem de bi dirûşma `Yekitiya Jinên Ermen piştî qirkirina 107 salan xwe ji nû ve zindî dikin` yekîtiya xwe ava kirin.

Anahîd da zanîn ku pêwîstiya wan bi avakirina yekîtiyeke jinan hebû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me pêwîst dît ku pêkhateyên Ermen piştî salên dirêj ji qirkirinê, ji nû ve xwe komî hev bike û bibe yek. Emê bi rêya yekîtiya xwe civakeke demokratîk û azad ava bikin ku tê de tevayiya pêkhateyên Bakur û Rojhjilatê Sûriyê bi aramî bijîn û jinên Ermen di avakirina vê civakê de li hember hişmendiya desthilatdariyê, cihê xwe bigirin.”

`Emê rê li ber zilmê bigrin û nehêlin qirkirinên li dijî jinan dubare bibin`

Anahîd di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya konferansa wan ya ku berî çend rojan hatibû lidarxistin û wiha got: “Piştî 107 salên ku bi milyonan ermen hatin qirkirin û bi hezaran jin hatin windakirin, firotin û îşkencekirin. Lewra bi jinên kurd yên tekoşîna azadiyê dikin bûyine yek, ji bo me pir girînge. Ji ber ku em û jinên kurd dikarin bi rêxistinekê hevpar li dijî zilm û hovîtiyê doza mafên xwe bikin. Herwiha çanda ermenî belav bikin û urf û edetên xwe bi cîhanê bide nasîn. Ji bo wê jî divê em bi avakirina yekîtiya xwe, rê li ber zilmê bigirin û bi tekoşina xwe re tevahî jinên cîhanê bikêşin tekoşina parastina azadiya jinê.”

Anahîd têkîldarî mijarê ku di konferansê de hatin niqaşkirin wiha got: “ Pêvîstiya ku zimanê ermenî jî di dibistana de bibe zimanê perwerdeyê, hat niqaşkirin. Dayîna kursan ji bo mezin û zarokan, perwerdekirina jinan ji aliyê rewşenbîrî ve, hînkirina jinan li ser çekan û hwd hatin niqaşkirin. Herwiha hat niqaşkirin ku jinên ermen jî hêza xwe ya parastinê ava bikin. Herwiha  giringiya xurtkirina peywendiyan bi jinên derveyî welat re hat diyarkirin. Da ku  tevayiya jinan hêz û îradeya jinên Ermen nas bikin. Xurtkirina tikîliyan bi rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan re, da ku li ser dosayên qirkirinê bisekinin û ji sûcdaran hesab bê xwastin. Herwiha li ser parastina jinên Ermenî ji zîhniyeta baviksalarî û parastina mafên jinan di nava malbat û civakê de hin nîqaş hatin kirin.

`Jina birêxistinkirî ti caran nayê şikandin`

Anahîd destnîşan kir ku Ev konferans dê bibe gava yekem ji bo vegerandina çanda Ermenî û balkişandina ser hêza jinên ermenî ya birêxistinkirî. Heriwha got, jina birêxistinkirî ti caran nayê şikandin, ji bo wê jî emê têkoşînê bikin û ji tevayiya cîhanê re îspat bikin ku em Ermenî hene û emê li ser axa xwe bimînin. Çi dibe bila bibe hêza me serkeftina me ye.

`Yekîtiya jinên Ermenî emcama xebata bi sala ye`

Anahîd da zanîn ku Yekîtiya Jinên Ermenî di encama xebateke bi salan de pêk hatiye û vê xebatê girîngiya xwe ji bo jinên Ermenî nîşan da ye û wiha axiftina xwe domand: “Avakirina yekîtiyê, ji bo me gaveke girîng bû ku em jin li dîroka xwe vegerînin û xwe ji nû ve ava bikin. Herwiha ziman, dîrok, çand û folklora ermeniyan ya ku dagirkeriya Tirk hewl da têk bibe biparêzin.”

`Li dijî dagîrkeriyê refên xwe bikin yek`

Anahîd di dawiya axaftina xwe de avakirina yekîtiya jinên Ermen li tevayiya jinan bi taybet li jinên Ermenî pîroz kir û bang li jinan kir ku li dijî dagirkeriyê, refên xwe bikin yek. Ji bo ku qirkirina 107 salan dubare nebe. Herwiha got, îro em xwedî biryar in, ji bo wê jî emê rê nedin ku dagirkerî, komkujiyên xwe yên li ser me û mafê gelên herêmê dubare bike.