Rojnameya Ronahî

YPJ’ê û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn serdana keça êzîdî ya rizgarkirî kir

Şandeyeke YPJ’ê û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn serdana keça êzîdî ya bi navê Wefa Ebas ku ji Kampa Holê hatiye rizgarkirin kir. Wefa ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve dema 9 salî bû hatibû revandin.

Di qonaxa duyemîn ya “Pêngava Ewlehî û Mirovî” de ya ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 25’ê Tebaxê de bi piştgiriya QSD, YPG û YPJ’ê dest pê kiriye, jineke êzîdî hat dîtin û gef lê hatibû xwarin ku nasnameya xwe eşkere neke.

Di vê çarçoveyê de, şandeyeke YPJ’ê û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, serdana keça êzîdî Wefa Ebas ya li kampa Holê kir. Di serdanê de fermandara Meclisa Leşkerî ya herêma Cizîrê, Evînar Dêrik wiha axivî: “Me keça êzîdî Wefa Ebas di dema Pêngava Ewlehî û Mirovî de dît, lê gef lêhatibû xwarin ku nasnameya xwe eşkere neke.”

Evînar Dêrik wiha domand: “Ev ne cara yekem me û ne jî keça yekem me ku ji çeteyên DAIŞ’ê tê rizgarkirin. Ji destpêka şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, ji bo rizgarkirina jinên êzidî xebatên mezin ji Reqa heta Şengalê hatin kirin û bi dehan keç hatin rizgarkirin.”

Evînar Dêrik diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê bi van kiryarên li dijî jinên êzidî hewl didan ku wan ji nasname û dîroka wan dûr bixin.

Her wiha, keça rizgarkirî Wefa Ebas wiha axivî: “Ez bi rizgarkirina xwe ji çeteyên DAIŞ’ê pir kêfxweş im, spasiya YPJ’ê dikim ku ez rizgar kirim. Min soz da xwe ku heta ez negihêjim malbata xwe ya li Şengalê, ez cilên xwe naguherim.”

Keça êzidî Wefa Elî Ebas ku niha 18 salî ye, di 9 saliya xwe de bi xwişka xwe ya ker û lal (13) re, ji gundê Koco yê Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin û vê dawiyê jî di Pêngava Ewlehî û Mirovî ya li Kampa Holê de ji aliyê şervanên YPJ’ê ve hat rizgarkirin.

ANHA