Rojnameya Ronahî

Wê Serkeftinek Ne Ji Rêzê Be

Fener…

Idrîs Henan

Piştî civîna sêalî ya li Tehranê û civîna Pûtîn – Erdogan a li Sûçî, asta êrişên li ser herêmê bilindtir û hovtir bûn. Aliyê cografîk jî, li gorî hinek zanyariyên tên belavkirin, faşîzma Tirk li ser bingeha lihevkirina nepenî ya “Adanaya nûkirî” tevdigere û êrişan berfirehtir dike. Lew re zexm daye sûcên qetilkirinê û li her dera Bakur û Rojhilatê Sûriyê qirkirinan pêk tîne. Bê guman, komkujiya li Til Rifetê jî, lûtkeya wê ya vê qonaxê bû.

Dewleta Tirk a dagirker li aliyekî êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike û li aliyek din jî li ser çongan li ber deriyê Şamê rûniştiye û behsa hevdîtinên bê şert û merc dike! Ev zivrînoka pragmatîst a siyaseta homojen a desthilatdariya AKP – MHP, carek din nîşan dike ku ti pirsgirêka dewleta teror a Tirk ji bilî qirkirina Kurdan nîne. Li ser vê bingehê, ji hikûmeta Şamê û rêveberiya Esad piştgiriyê dixwaze. Êdî çiqas pêkane ev lihevkirina bi Şamê re pêk were, Ango eger çêbe, wê di kîjan astê de çêbe? Hemû mijarên gotin û nîqaşê ne. Wê bi bihurîna demê re hê zelaltir bin. Yanê; dikare piştî ewqas dijminatî û bêbawerî, pirsgirêkên xwe ewqas hêsan çaraser bikin û di yek bereya dijatiya Kurdan de cih bigirin?

Di dîroka dijminatiya ji Kurdan re her tişt ji bo qirkirina vî gelî gengaz bûye. Ji xwe neyarên Kurdan şerm nakin û ne jî vedişêrin û dibêjin ku amade ne her kêliyê pirsgirêkên xwe ji bîr bikin û li dijî têkoşîna azadiya Kurd li hev bikin. Eger ne wisa bûya, dê Erdoganê faşîst salên 2011 ewqas daxuyaniyên tund li dijî hevalê xwe Esad nedabana. Wê çaxê digot ku li Şamê rejîmeke terorîst û desthilatdariyeke zordar hene. Dilê xwe xweş dikir û bi mereqek mezin xeyalên xwe yên çûyîna Şamê vedihûnandin û digot ew ê li ser gora Selah Al-Dîn Al-Eyûbî fatîhayê bixwîne û bi hevrêyên xwe yên Sûrî re li mizgefta Emewiyan nimêj û lavayan bike! Îro jî heman zimanê wê demê di qirika Erdogan de dileqe û dibêje; mebesta min ne têkbirina Esad e, lê qaşo şerê li dijî “terora” Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye!

Eger ev ne cewher û naveroka sîstem û rêbazên serwer ên birêvebirina dewletê bin, wê çaxê mirov dikare çi navekî din lê bike? Ev sîstema behsa mijarê dikare her tiştî bixe sûka kirîn û firotinê. Lewre tevî hemû alozî û pirsgirêkên navbera herdu aliyan de “Tirkiyê – Sûriyê” di berdêla hinek menfeatên serweriyê de, zû bi zû gengaz e li hev werin û li dijî xeta demokrasiyê şer bikin. Ji xwe tişta sereke ya ku faşîzma Tirk ji Şamê dixwaze ew e; li ser bingeha nûkirina itîfaqa “Adana” dagirkeriya xwe berfirehkirin û bicihanîna projeya Mîsaqa Milî ye. Ev yek jî ancax bi tunekirina xeta azadî û demokrasiyê re pêkan be. Wekî din ti şansekî dîtir nîne. Îcar dikare yan nikare, meydan bersiva wê dide.

Berxwedana efsanewî ya ji meha Nîsanê û vir ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê diqewime, tayisandina herî baş a naverok û cewherê vala û pûç a dewleta “balonyal” a faşîzma Tirk e. Ji asêbûnên zihnî de bigire û heya kirîzên aborî, civakî, siyasî û dîplomatîk were, hemû jî di encama vê berxwedana têye raberkirin de ne. Îro jî çav li rêye ev berxwedan bi awayek dîrokî li qada Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi serkeftineke muhteşem tacîdar bibe. Wê serkeftinek dîrokî ya ne ji rêzê be.