Rojnameya Ronahî

’Em amadene xaka xwe biparêzin û herêmên dagîrkirî jî rizgar bikin’

Jinên bajarê Qamişlo li hemberî polîtîkayên tirsandinê û valakirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji gelê wê, girêdana xwe ya bi xakê ve û piştgiriya xwe ya ji bo hêzên xwe yên leşkerî anîn ziman.

Dewleta Tirk a dagîrker bi armanca tirsandina gelê herêmê û koçberkirina wan ji herêmên wan, di van demên dawî de êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine. Dewleta Tirk a dagîrker gelek herêmên Bakurê Sûriyê weke Cerablûs, Ezaz, Bab, Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê dagir kirine û her roj gefên dagirkirina herêmên din dixwe û êriş dike.

Li hemberî van êrişan bertekên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin û banga rawestandina sûcên dewleta Tirk a dagirker dikin. Herwiha  tekez dikin ku divê gel bi xaka xwe ve girêdayî be û li dora hêzên xwe kom bibin.

Jina bainavê Behiya Murad ku endama Rêveberiya Mala Jinê ya Qamişloye, da xuyakirin ku êrişên dagîrkeriya tirkî roj bo roj zêde dibin û wiha got: “Armanca dewleta Tirk a dagirker xuya ye, ew e ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Ji ber ku dagirkerî kêliyekê jî armancgirtina welatiyan bi êriş û bombebarana bi balafirên bêmirov li ser gundên sînor ranewestiyaye.”

’Dewleta tirk a dagîrker demokratiyê li ser xwe xeter dibîne’

Behiya Murad da  zanîn ku dewleta Tirk ji belavbûna projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ditirse, ji ber vê yekê dest bi êrişên xwe dike û wiha domand: “Dewleta Tirk a faşîst herêmên Rêveberiya Xweser weke metirsî li ser hebûna xwe dibîne, ji ber ku sîstem û ezmûna Rêveberiya Xweser projeyek demokratîk e û bê cudahî xizmeta gelên herêmê dike. Vê yekê li dijî sîstema xwe ya faşîzane xeter dibîne. Difikire ku gelê wê jî êdî wê li dijî sîstema wî ya desthilatdar nerazîbûnên xwe diyar bikin.”

Behiya bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên ji aliyê dagirkeriya dewleta Tirk ve tên meşandin û wiha got: “Faşîzma Tirk gotegotan belav dike û dixwaze ezmûna Rêveberiya Xweser ku bi rêya wê pêkhateyên herêmê bi ewle dijîn, teşhîr bike. îdiayên dewleta Tirk ên ku dibêje Rêveberiya Xweser metirsiyê li ser ewlehiya wê ya neteweyî û sînorên wê çêdike bêbextî ne û armanc ewe ku sûc û êrişên xwe rewa nîşan bide.

’Wê gelên azadîxwaz dest ji azadiyê bernedin’

Endama Rêveberiya Mala Jinê ya Qamişlo Behiya Murad diyar kir ku ew amade ne xaka xwe biparêzin û axaftina xwe wiha qedand: “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi hemû pêkhatiyê û olên xwe ve bi hesreta azadiyê ne, nikarin dest ji axa xwe û destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan bi dest xistine, berdin. Ji bo rizgarkirina herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê de, em amade ne ku axa xwe biparêzin û li hember dagirkeran bisekinin.”

Endamama Kongra Star Leyla Keleş jî êrişên dagîrkeriya tirkî yên ser herêmê şermezar kir û diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne nû ne û wiha got: ” Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka sala 2011’an ve bi şandina çeteyên xwe destwerdana karûbarên Sûriyê kir, piştre dest bi êrişên xwe kir û gelek herêmên Sûriyê dagir kirin da ku armancên xwe bi cih bîne.”

Armanca dagîrkeriya tirk vejandina Impratoriya Osmanî ye

Leyla Keleş balkişand ser armancên dagirkeriya Tirk û wiha got: “Armanca dewleta Tirk a dagirker a faşîst a ji êrişan û armancgirtina gel bi balafirên bêmirov, valakirina herêmê û têkbirina ewlekarî û aramiya wê, vejandina Osmanî û dagirkirina herêmên nû ye.”

Leyla keleş bang li hemû pêkhate û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bi xaka xwe ve girêdayî bin û li dora Hêzên Sûriyeya Demokratîk kom bibin.