Rojnameya Ronahî

Rêveberiya Kampa Girê Spî Zarokên Sêwî Xelat Kirin

Rêveberiya Kampa Girê Spî zarokên sêwî yên ku li kampê dijîn xelat kirin, ew jî piştî dewreya perwerdeyê ya ji bo amadekariya destpêkirina sala xwendinê ya 2022-2023’yan bi dawî kirin, pêk hat.

Rêveberiya Kampa Girê Spî bi amadebûna xizmên zarokên sêwî, rêveberên kampê û Meclisa Navçeya Girê Spî şahiyek li dar xist. Di şahiyê de zarokên sêwî yên di hundirê kampê de ku perwerdeya xwe ya 30 rojî bi dawî kirin hatin xelatkirin. Zarokan waneyên xwendin, nivîsandin, bîrkarî û rêbazên axaftina rast girtin.

Dewre ji 45 zarokên temenê wan di navbera 5 heta 8 saliyê de hate vekirin. Armanca wê asta xwendinê ya zarokan beriya dibistan werin vekirin, xurt bibe.

Di şahiyê de çend çalakiyên hunerî ji aliyê zarokên ku beşdarî dewreyê bûbûn hatin pêşkêşkirin (stranên gelêrî, şanoyên der barê berxwedan û fedekariya ji bo welat).

Li ser navê rêveberiya kampa koçberên Girê Spî, rêveber Ezîza El Hesen spasiya organîzator û çavdêrên dewreyê kir  û got divê mîna van dewreyên bi armanca xurtkirina asta xwendina zarokan werin zêdekirin. Ji ber herêm di rewşên dijwar re derbas dibe.

Rêveberiyê di dawiyê de çente tevî pêdiviyên wê li zarokan belav kir. ANHA