Rojnameya Ronahî

‘Eger em pişta xwe bidin vê axê wê dagîrker li şûna me bi cih bibin’

Rojbîn Zagros /Qamişlo

Perwîn Yûsif da zanîn ku dewleta Tirkî ya dagîrker hewl dide aramî û ewlehiya li herêmê têk bibe û sîstema Rêveberiya Xweser pûç bike û got, divê hêza me baweriya me be û em pişta xwe nedin xaka xwe ya ku bi xwîna şehidan hatî avdan.

Derbarê êrişên dagîrkeriya tirkî yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê û despêkirina operesyona Sondê ya ku QSD`ê bi rêve dibe, herwiha amadekariyên rewşa awarte ,Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Yûsif ji me re axivî.

`Hewldanên dagîrkeriyê vala tên derxistin`

Perwîn Yûsif da zanîn ku armanca dewleta Tirkî ya dagîrker ji van êrişan ew e ku tevayiya hewildanên çareseriyê vala derxîne û axaftina xwe wiha domand: “Dagîrkeriya Tirkî di nav aloziyên pir giran de jiyan dike, ji bo ku xwe ji van aloziyan rizgar bike, tevayiya cûre û rêbazên hovane li ser me bi kar tîne. Dagirkeriya tirk hewl dide ku temenê kirîza Sûriyê dirêj bike, aramî û ewlehiya li herêmê têk bibe û Rêvebiriya Xweser vala derxe. Ji bo wê jî êrişî me dike. Lê hewldanên wê yên têkbirina sîstema Rêveberiya xweser û dagirkirina herêmê vala hatin derxistin. Ev yek jî hebûn û hêza me diyar dike”

Perwîn da xuyakirin ku ev kaxezên Tirkiyê yên dawî ne û wiha pê da çû: “Tirkiyê piştî ku li çiyayên Kurdistanê bi bin ket, bê çare maye û êdî nizane ka çawa dawî li kurdan bîne. Ji bo wê jî bi her awayî hewildanên xwe dike. Niha jî dixwaze tola binketina xwe bi êrişên ser gelê Kurd re rake. Ji bo wê jî balafirên xwe zêde kiriye û gelê herêmê dike armanc. Rojane gelê li herêmê bi taybet zarokan bombebaran dike. Ew dibêje ez ê herêmeke bi ewle li ser sînorê xwe ava bikim, lê ew herêmên ku xistîne destê xwe jî ji bo mirovahiyê bûyîne dojeh , herwiha bûyine cihê perwerdekirina çeteyên DAIŞ’ê. Erdogan bi sîstema xwe wê bibe bela serê tevayiya cihanê.”

`Operesyona Sondê gaveke pîroz e`

Perwîn behsa opereyona Sondê ya ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dest pê kiriye kir û wiha got: “Dewleta Tirk ya dagîrker bi rêya sîxûr û xayinan xwest ku civaka me bê bawer bike û bingeha civakî têk bibe. Herwiha hişt ku em bê bawerî li hev binerin, ji bo wê jî QSD`ê operesyona Sondê da destpêkirin. Da ku kesên destek didin dagîrkeriya tirk û agahiyên me dighînin wan, ji nava me derxînin. Ji ber wê jî ev operesyon gaveke pîroz û pir girînge. Çimkî çanda sîxûriyê ne ya gelê Kurde, ya dijmin e. Çi dibe bila bibe, pêwîste mirov xwe teslîmî dewleta Tirkî ya dagîrker neke û nebe xayînê ax, welat û civaka xwe. Divê gel jî bi QSD`ê re bibe alîkar û dawî li sîxûr û xayinan bîne. Herwiha divê kesên sîxûr di dadgeha gel de derbas bibin û gel biryarê derheqê wan de bide. Ji ber ku gelê me gelekî fedekar e û xayîn û sîxûran di nav xwe de nahewîne.”

‘Ji piçûkan heta mezinan divê em amade bin`

Perwîn bal kişand ser rewşa awarte û got, ragihandina rewşa awarte di vê demê de pir girîng e. Ji ber ku Tirkiyê rojane êrişî herêmên me dike. Ji bo wê jî pêwîste em hertim ji vê rewşê re amade bin. Ji piçûkan heta mezinan divê em amade bin û xizmetê bikin. Divê gelê me li hember kiryarên Tirkiyê û siyaseta wê ya qirêj hişyar be û nekevin bin bandora şerê taybet. Hêza me baweriya me ye. Eger em hêza xwe xurttir bikin Tirkiyê nikare siyaseta xwe li ser me bimeşîne.

Hevseroka Meclisa Kantona Qamişo Perwîn Yûsif di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dema em li ber xwe bidin û teslîmî koçberiyê nebin, emê bikaribin hebûna xwe îsbat bikin. Lê eger em pişta xwe bidin vê axê wê dagîrker li şûna me bi cih bibin. Ji bo wê jî ya pêwîste ew e ku em li kêleka hêzên xwe parastinê bikin û xewn û xeyalên şehîdan bi cih bînin.”