Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sînore ji bêehleqiya dewleta tirkî re nîne

04/09/2022
in NÛÇE
A A
Sînore ji bêehleqiya dewleta tirkî re nîne
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan/ Qamişlo

Dewleta Tirk a dagirker bê sînor faşizma xwe didomine û sucên herî giran yên dijî mirovahiyê dike, heqareta li cenazeyên şehîdên Kurdistanê dewam dike.

Rayedarên dewleta dagirker, di 29’ê Tebaxê de cenazeyê şehîd Hakan Arslan yê ji şehîdên Berxwedana Xwerêveberiya Sûrê ye, di kîsekî de radestî bavê wî Alî Riza Arslan kir.

Hakan Arslan ku di dema êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rêveberiyên Xweser ên Bakurê Kurdistanê de li navçeya Sûrê ya Amedê şehîd bûbû, piştî 7 salan dewleta dagîrker ya tirk hestiyên wî di torbeyekê de dan destê bavê wî. Ev heqareta li cenaze û li malbatê, bû sedema nerazîbûna herkesekî xwedî wijdan û baroya Amedê giliyê berpirsiyarên vê rewşê kir.

Hakan Arslan ê di dema Berxwedana Xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê de li navçeya Amedê Sûrê 2’yê Kanûna 2015’an şehîd bûbû. Di mijdara 2021’ê de di encama testa DNA´yê de hatibû tesbîtkirin ku ew cenazeyê di destê wan de yê Hakan Arslan e, ji Saziya Tiba Edlî (ATK) şandin Edliyeya dagirkeriya Tirk a li Amedê. Hestiyên Arslan ên ku roja pêncşemê gihiştin Edliyeya Amedê, ji wê rojê ve li odeya dozgerê ku bi dosyayê ve mijûl dibe, dihatin sekinandin.

Êşkence li bavê şehîd kirin

Bavê şehîd Alî Riza Arslan, li ser agahdarkirinê ji Erzeromê çû Edliyeya dewleta Tirk a li Amedê. Dewleta Tirk a dagirker, hestiyên kurê Hakan Arslan, di kîsekî de radestî bavê wî kirin. Yanî êşkence li bav û heqaret li mîrateya şehîd kirin. Bav Alî Riza Arslan, tevî cenazeyê kurê xwe, berê xwe da Erziromê, da ku li Erziromê cenazeyê kurê xwe veşêre.

Rûreşiya faşîzma dewleta tirkî  

Hêjayê bîraninêye ku ev kiryarên bêehleq û li dij mirovahiyê ne cara yekê ye ku tên kirin. Dewleta tirk di 10’ê Nîsana 2020’an de cenazeyê şehîd Agît Îpek ê gerîlayê HPG’î yê ku di 23’yê Gulana 2017’an de li Girê Xelasor ê Dêrsimê di şer de şehîd bûbû jî, bi kargoyê ji malbata wî ya li amedê re şandibû û wêneyê dayîka Agît Îpek jî bûbû wêneyê şerma bêdengiya mirovahiyê û rûreşîya faşîzmê.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.