Rojnameya Ronahî

’Jinên ciwan li dijî çewisandina jinê, ji her alî ve tekoşînê dikin’

Hevseroka Yekîtiya werzîşê a herêma Efrînê Dunya Bekir  diyar kir ku jinên ciwan yên herêma Şehbayê tevî  kêmbûna derfetan, di milê sporê de jî serkeftinên mezin bidest xistin û got, Jinên ciwan li herêma Şehbayê ku pêkhateyên cuda tê de jiyan dikin, bi vîn û îradeya xwe sînorên civakî derbas kirin.

Zana Roj / Şehba

Hebûn û pêşketin jinên ciwan di warê sporê de tekoşîna wekheviyê xurt dike. Jinên ciwan bi riya sporê dikarin pêşketinên mezin di kesayet û civakê de bidin avakirin. Di rewşa koçberiyê de, jinên ciwan di milê sporê de jî xwe birêxistin kirin e, deskeftiyên mezin bi dest xistin e û bi îradeya xwe tekez kirin ku  jin dikare di her aliî de pêşengiyê bike, xwe pêş bixe û serkeftinê bidest bixe. Jinên ciwan li herêma Şehbayê ku pêkhateyên cuda tê de jiyan dikin, bi vîn û îradeya xwe sînorên civakî derbas kirin.

Têkildarî rêxistinkirina jinên ciwan yên herêma Şehbayê di warê sporê de, hevserokê Yekîtiya Werzîşê a herêma Efrînê Dunya Bekir ji rojnameya me re axivî.

Dunya diyar kir ku ji bo rêxistinkirina jinên ciwan di aliyê sporê de gelek ked hate dayîn û wiha got: “Pêngava ku gel piştî koçberiyê tê de derbas bû, nû bû û ne hêsan bû. Ji ber wê, barê ku li ser milê me girantir bû, bi taybet ji bo ciwanan kar û xebatên ku ji wan dihate xwestin deh qatan zêdetir bûn. Jinên ciwan, xebatên rêxistikirinê bigiştî û yên siporê bi lez pêşxistin û çalakî û tevgera xwe jî zêdetir kirin.”

Dunya bal kişand ser girîngiya hebûna jinên ciwan di nava xebatên sporê de û wiha got: “Bê guman jina ciwan hebûn û hêzeke nayê şikandin, herwiha erk û xebatên wê jî girantirin. Jinên ciwan bi awayekî berfireh xwe di her alî de birêxistin kirin. Di aliyê sporê de jî, bi taybet di lîstokên weke football, vollayball û lîstokên tekane de,  jinên ciwan weke lîstokvan û perwerdekar cihê xwe digirin. Herwiha bi derfetên xwe yên kêm beşdarî festîvalên li ser asta bakur û rojhilatê Suriyê bûn.”

Hevseroka Yekîtiya Werzîşê a Herêma Efrînê Dunya Bekir da xuyakirin ku ji bo pêşketina jinên ciwan ew hewil didin derfetên mezintir ji wan re pêyda bikin û axftina xwe wiha qedand: “Em hewil didin ku derfetên mezintir ji jinên ciwan re pêyda bikin, lê ji ber rewşa ewlehî û dorpêça li ser  herêma me, em di peyda kirina alavên sporê yên ji bo jinan zehmetiyan dibînin.  Baweriya me bi hêza jinê heye ku di demên pêş de wê gavên mezin biavêjin û zor û zehmetiyan derbas bikin. Dema jin bi hêza xwe bawere be wê pêşketin û veguhartinên mezin bide çêkirin.”