Rojnameya Ronahî

`Çeteyên DAIŞ`ê yên Holê bi rênîşana dewleta tirk tevdigerin`

Darîn Silê/Hol

Cîhan Henan da zanîn ku çeteyên DAIŞ`ê birênişana dewleta tirk ya dagîrker aloziya di Kampa Holê de derdixînin. Herwiha li gor belgeyên ku di operesyonê de hatîn bi bi destxistin, kiryarên DAIŞ’ê yên li kampa Holê bi kordineya dewleta tirkî ya dagîrker tên kirin.

Piştî ku şervanên YPG-YPJ û QSD`ê bajarê Baxozê ji çeteyên DAIŞê rizgar kirin, di 2018`an de ji bo bicîkirina malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên ku xwe radestî Hêzên Sûriya Demokratîk kirîn, Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê û rêxistinên mirovî li bajarê Holê, kampeke bi navê Hol ava kirin. Ev kamp li bakur û rojhilatê Sûriyê kampa herî mezin û ya herî bixeter e. Herwiha çavkaniya terora cîhanî ye. Ji ber ku bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê lê hene, Ji bilî wan jî  koçberên Mûsil, Iraq û yên Sûrî jî lê dimînin.

Ji destpêka avakirina kampa Holê ve, ji ber hişmendiya DAIŞ’ê, pirbûna koçberan û hebûna koçberên ji welatanên cûda, li kampê her tim alozî û pirsgirêk derdikevin. Hata niha jî ev alozî dewam dikin. Yên ku aloziyê jî çêdikin çeteyên DAIŞ`ê ne. Rojane koçberên li Kampê dijîn, ji aliyê şaneyên çeteyên DAIŞ`ê ve tên kuştin û bûyerên dijmirovî derdikevin holê. Herwiha çete hewl didin ku fikrê xwe yê qirêj li kampê belav bikin û perwerdeyên fikrî didin zarokan. Kesê ku li dijî fikrê wan jî derdikeve, li ser destê wan tê kuştin.

`Xreterî her ku diçe kûr dibe`

Derbarê rewşa kampa Holê û xeteriya wê de rêvebira Kampê Cîhan Henan, da zanîn ku çeteyên DAIŞ`ê xeteriyeke mezin li ser jiyana koçberên li kampê çêkirine û axaftina xwe wiha domand: “Ji destpêka ku kamp hat avakirin, çeteyên DAIŞ`ê lê hatin bicîkirin. Van çeteyan ji xwe re bingehek di hindirê kampê de ava kirin û rojbiroj fikrê xwe belav kirin, heta ku xwe birêxistin kirin. Bi vî awayî xeteriya wan li kampê mezin bû û bandoreke pir mezin li kesên ku di kampê de dijî hat kirin. Teybet jî li ser jin û zarokan. Ev xeterî her ku diçû kûr dibe, rojane bûyerên kûştinê li kampê çêdibin. Ji ber wê jî em zehmetiyan ji vî alî ve pir dikşînin.”

`Îsal rewş pir zehmet bû`

Cîhan diyar kir ku di dema dawî de rewşa kampê ji bin kontrolê derketibû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sal bi sal rewşa kampê xirabtir dibû û bûyerên kuştinê zêdetir dibûn. Bi taybet îsal rewş pir zehmet bû û rojane kesên li kampê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve dihatin kuştin. Herwiha ji destpêka vê salê ve 31 bûyerên kuştinê çêbûn û her bûyerek ji yan din cûda bû.”

Cîhan da xuyakirin ku êrişên dewleta tirkî ya dagîrker bandorê li rewşa kampê jî dike û wiha pê de çû: “Her ku Tirkiyê êrişî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dike, çeteyên DAIŞ`ê yên li kampê jî derfetên wan yên pêkanîna kiryarên qirêj zêdetir dibûn. Çawa ku Tirkiyê êrişî herêmên me dike û kiryarên qirêj pêk tîne, rênişaniya çeteyên li kampê jî dike ku kiryarên hovane derheqê koçberên li kampê pêk bînin.”

`Çeteyên DAIŞ’ê xeterin ji bo cîhanê giş`

Rêvebira kampa holê Cîhan Henan di dawiya axiftina xwe de bang li dewletên derve kir ku bi bi erkê xwe re rabin û her dewletek welatiyên xwe yên di nav DAIŞ`ê de bigre gel xwe, da ku alozî û pirsgirêk li kampê nemînin û koçberên li kampê jî bi aramî û ewlehî bijîn. Herwiha bibîr anî ku ev xetere li ser cîhanê giştiye.