Rojnameya Ronahî

‘Ewlekariya jin pêşengiya Operesyonê dike`

Medya Xanim/Hol

Rêvebera Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya  herêma Cizîrê Nalîn Ebdilqadir da zanîn ku armanca wan ji pêngava Operesyona ‘Mirovî û Ewlehiyê` ew e ku ewlehî û aramî li kampê çêbibe. Herwiha got, emê  hewil bidin ku teybet jinên kampê yên di bin metirsiya DAIŞ’ê de bi ewletir bikin.

Ji ber zêdebûna kiryarê şaneyên çeteyên DAIŞ`ê û tinebûna Ewlehî û aramiyê li kampa Holê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD, YPG/YPJ`ê 25`ê Tebaxê dest bi Qonaxa duyemîn ya Pêngava Operesyona ‘Mirovî û Ewlehiyê` li Kampa Holê kir. Heta niha jî pêngav didome. Herwiha di dema paqijkirin û lêgerîn de gelek kort û tûnelên DAIŞ’ê hatin dîtin. Di wan kortan de cenazeyên kesên ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatine kuştin, hatibûn veşartin. Ji bilî wê jî çek û amûrên ku çeteyên DAIŞ`ê ji bo kuştinê bi kar tînin, di wan kortan de hatin dîtin. Lê di pêngava ’Mirovî û Ewlehiyê’ de, ev kort û tûnel ji aliyê hêzên di operasyonê de cih digrin, hatin bêbandorkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 28`ê Adara 2021`an de qonaxa yekem ya Pêngava `Mirovî û Ewlehiyê` dabû destpêkirin û di 2`yê Nîsana heman salê de bi dawî kir. Di encamê de 125 çeteyên veşartî yên DAIŞ`ê hatibûn girtin ku 20 ji wan serçete bûn. Niha jî pêngava duyem li kampa Holê hatiye despêkirin û hê jî dewam dike.

Derbarê pêngava Operesyona ‘Mirovî û Ewlehiyê` ya li kampa Holê de, rêvebira ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundrîn ya herêma Cizîrê Nalîn Ebdilqadir ji me re axivî û nêrînên xwe anî ziman.

`Ewlekariya jin pêşengiya Operesyonê dike`

Nalîn Ebdilqadir da zanîn ku pêwîstî bi destpêkirina vê pêngavê hebû û axafdtina xwe wiha domand: “Ji ber ku gelek pirsgirêk û alozî li kampê derdiketin, herwiha rojbiroj xeterî li kampê zêde dibû, me pêwîstî bi pêngaveke duyem ya ’Mirovî û Ewlehiyê’ dît. Ji bo wê jî niha me pêngav daye destpêkirin, herwiha emê pêngavê dewam bikin û tevayiya beşên kampê kontrol bikin.”

Nalîn diyar kir ku hêza Ewlekariya jin bi piştgiriya YPJ’ê pêşengiyê ji vê operasyonê re dikin. Herwiha da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê xwe di bin cilên reş yên jinan de vedişêrin û got, ewlekariya jin pêşengiyê dike ku planên çeteyan yên veşartî derkevin holê û jinên DAIŞ’î jî tespît dikin.

`Wê kiryarên DAIŞ`ê bi dawî bibin`

Nalîn bîr xist ku armanca wan ji vê pêngavê ew e ku ewlehî û aramî li kampê çêbibe û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku çeteyên DAIŞ`ê jiyana tevayiya koçberên li kampê xistibûn xeterê de, bi taybet jinên DAIŞ’î ku liv û tevgera wan li kampê zêde bû, ewlehî di hundirê kampê de nemabû. Herwiha Kûştinên ku çêdibûn jî, piraniya wan li ser destê jinên DAIŞ’î bûn. Rojane jin li ser destê jinan dihatin kuştin. Ji bo wê jî bi rêya vê pêngavê, em ê hewl bidin ku van pirsgirêkan kêm bikin û aramiyê bixin dilê koçberên li kampê.”

Rêvebira ragihandina  Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya herêma Cizîrê Nalîn Ebdilqadir di dawiya axaftina xwe de got, pêngava Operesyona ‘Mirovî û Ewlehiyê` wê aramî û ewlehiyê li kampê çêke. Herwiha emê hewl bidin ku kiryarên şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li dijî koçberên kampê pêk tên, bi dawî bibin.