Rojnameya Ronahî

KÊLIYA KU CIVAK XISTINE NAV QEFESA JI HESIN

Zozan Cizîrî

Roja îro ku hêzên sereke yên Şaristaniya Sermayedar bi hemû hêza xwe hewl didin desthilata xwe li ser tevahî gelên cîhanê serwer bikin, şer û berberî kirine rojeva esasî ya tevahî cîhanê. Mirov li kîjan aliyê cîhanê dinêre, dengê şer bilind dibe. Welatên bi aramî jiyan dikirin, îro ew jî fetilandine meydanên xwe yên cengê. Rojane hemû beşên ragihandinê yên ser bi dewletan, bi giranî behsa şer dikin. Her sibehê ku em li rûpelên rojname û malperan dinêrin, nûçeyên destpêkê dikevin ber çavan; “di navbera Amerîka û Rûsya de şerê li ser desthilata cîhanê”, “li Îranê dorpêça hêzên navdewletî”, “li Iraq û Sûriyê şerê dagirkeriya dewleta Tirk û pirsgirêkên navxweyî yên li ser desthilatê”, “li Ûkrayna şerê berberiya dewletan”, “şerê dewleta Tirk û Yûnanîstanê”, “milmilaniya navbera Çîn û Teywanê” û hwd. ev rojev li pey hev rêz dibin, heta rojane derî li şerên nû vedikin.

Di nava van şeran de rewşa gelan çi ye, gel tên kuştin-tên qirkirin, civak têr in-birçî ne, welat wêran dibin, xelk koçber dibin, hejar in, çi dixwazin; qet li xema wan nîn e. Jixwe rojevên dilxwede bi navê ‘çareseriyê’ gotûbêj dikin, şer û qeyrana heyî kûrtir dikin. Di encama van şer û aloziyên hêzên netewe-dewlet û hêzên Sermayedarên Cîhanê de tevahî gel dinalin, bi milyonan însan ji ser warên xwe bûne, derbeder bûne, tu hêzek guh nadiyê!

Di vir de em careke din wekî lêgerîna civaka azad û demokratîk li ramanên Rêber APO vedigerin ku, rêya hêvî û çareseriyê li ser bingeha avakirina civaka exlaqî û polîtîk xistiye destê jinan û civakê. Bi pêşdîtineke herî bilind Rêber Abdulah Ocalan wiha destnîşan dike; “Wekî kesê bi xwe li defê dixe û bi xwe li ber dilîze, (hêzên desthilatdar) dikarin civakê bê polîtîka û bê exlaq bihêlin. Lê wê çaxê jî, civak ji aliyê Levîathanê nû (faşîzma netewe-dewletê) ve tê parçekirin û daqurtandin ku, kêliya mirina civakê û însan jî wisa dibe mijara temaşekirinê. Ev kêlî, ew kêlî ye ku qirkirin hatiye pêkanîn. Ev kêlî, ew kêlî ye ku, Mîchel Foucault ev wekî mirina însan îlan kiriye. Ev kêlî, ew kêlî ye ku Frîedrîch Nîetzsche gotiye civak û însan hatine xesandin, kirine wek qambost û moriyan, civak û însan wek kerî û girseyan îlan kirine. Bi gotina M. Weber, ev kêlî ew kêlî ye ku, civak xistine nav ‘qefesa hesinî’.” Ango Modernîteya Kapîtalîst ji bo berjewendiyên xwe yên desthilatê, bi giştî civak û mirov xistine nava qefeseke ji hesin.

 

Li hemberî van heqîqetên ku roja îro li ber çavên tevahî cîhanê tên jiyîn û em hemû civak jê bêzar bûne, niha gava herî rast israra di xebata avakirina civakeke demokratîk û azad de ye. Ango weke jin û giştî civak, şert e em li hemberî hemû ferzkirinên şer û berberiyên hêzên netewe-dewletan û desthilatdaran rojeva xwe ya civakî-jiyanî ava bikin, ferz bikin. Di vê wateyê de îro li Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyê her meşeke civakê ya bi tevlîbûna jin, zilam, zarok, ciwan tevî hemû pêkhateyên civakê xwedî wateyek kûr e. Ev sekneke birûmet e ku, çavkaniya xwe ji ruhê berxwedêr û sazkar ê çanda Neolotîkê ya Dayika Xwedawend digire. Belku çavên bi pere û berjewendiyên desthilatdariyê kor bûyîn vê rastiyê nebînin, lê sekna heyî nîşana serkeftina hêza jin û civakê ye. Di vê wateyê de rêya aştî, çareserî û aramiyê esas bi destê hêzên azadîxwaz û demokratîk vedibe.