Rojnameya Ronahî

Kewê Ribat Silêmanê Sofî

Sîpan Şînda

 

Botan warê dengbêja ye. Serkaniya miqam û serhetîya ye. Warê evîn û evîndara ye. Çiya û zozanên Botanê her tim bûne war û warkozê nêçîrvanan. Dengê dengbêjan li Kûçke û dîwanxanên Botanê her tim bilind bûye. Yek ji van dengên ku di kûçke û dîwanxanan de bilind bûyî jê Silêmanê Sofî ye. Ew weke kewê ribat e. Dema wî destê xwe dibir li ber guhê xwe û qîr dikirê, te digot qey kewê ribat e, di şefeqa sibê de li nêvsera çiyayê Cûdî di xure. Hingî ew di xurî dengê wî pitir vedibû û aztir dibû. Ew miqambêjekî giranbiha û dengbêjekî hêl e ku ji nava dilê çiyayên Kurdistanê û war û wargehên Mîr Bedirxan derketî ye.

 

Silêmanê Sofî, temenê wî niha 74 sal e. Ew ji eşîra Batû ya, ji gundê Zêwigê yê girêdayî Dêrgulê li ser Şernexê ye. Ew kurê Sofî yê Haşim e. Bav û bapîrê wî jî dengbêj bûne. Lê belê hêj ew biçûk bû ku bavê wî diçe li ser dilovaniya xwidê. Ew li cem bapîrê xwe mezin dibe  û ew dengbêjî û miqamên xwe jî ji bapîrê xwe fêr dibe. Heta ew li gund bû, ewî bi şivanî û cotyarî yê debara xwe dikir. Piştî gundê wan di salên 1990’î de ji aliyê dewletê ve tê xirabkirin, ew li Dêrgulê bi cih dibe û ji xwe re emaletiyê dike û zarokên xwe xweyî dike.

Ew di ciwaniya xwe de xortekî gelekî keyfîn û ehlê keyfê bûye û ewî gelekî ji keyf û şahiyan hez dikir. Ji ber wê keyf û şahiyek li kû çêbûya ew li wir bû û bi deng û miqamên xwe ewder geş dikir. Ew dibêje; ‘li nav Batûyan çi dawet ji bêyî wî çênedibûn. Ez her tim xwestiyê dawetan bûm, min şal û şapikê xwe yê kixme werdigirt û di dawetan de min bi dengê xwe yê xweş miqam digotin’. Ew dibêje, dema ez ciwan bûm dengê min weke têlên qesemê bû, ewqasî az û xweş bû. Ji ber wê dema ez diçûm daweta, keçik hema li dora min diçûn û dihatin. Ew piştî 30 saliya xwe diçe leşkeriyê û dema ew li leşkeriyê bandekê li ser xwe dadigire. Dîsa wî gelek band ji xelkê re dagirtîne.

 

Ewî gelek stran ji Mihemed Arif û Hesen Cizîrî, Kerepêtê Xaço, Îsa Berwarî û Hesen Kirûrî girtine. Lê belê ewî her pitirê xwe miqamên Botanê weke payîzok, heyranok, bêlîte, giranî, bûlik, biharûk û hwd gotine. Bi rastî ji ew miqamê stranê yê resen diparêze û ji ber wê kêm dengbêj niha hene ku bikaribin weke wî miqamên kevin derbêxine. Mînak strana Hesamê Axê yan ji ya Mezûlî yê; gelo çend dengbêj niha dikarine weke wî miqamî xira neke û bêje? Ew î bi gelek dengbêjên herêma Botanê yên weke Salihê Şirnexî, Cemalê Mihê, Rêzanê Batû re di civatan de stran gotine. Gelek bend li ser payîzok û biharûkan ve zêde kirine. Dibêje min jiyaneke gelekî xweş derbas kiriye. 12 zarokên wî hene, 6 kur, 6 keç. Zarokên wî ji gelekî dengê wan xweş e. Keça wî Nûdem jî dengbêje, lê mixabin ev 5 sal in di girtîgehê de ye. Kurekê wî di salên 1990 î de dixwaze biçe bibe hunermendê tirkî, lê ew destûrê nade wî. Xwidê heylê te xweş û jiyê te dirêj bike, Silêmanê Sofî.