Rojnameya Ronahî

Tirkiye navendbûyîna xerabiyan didomîne

Zeki Bedran

Erdogan carekedin gotina xwe ya, `herêma bi kûrahiya 30 km. di nava sînorê Sûrî dagirbikin û bixin bin kontrolê` dûbare kir. Wekî ku meydan xwendinê got, ‘vaye careke din ji hemû cîhanê re eşkere dikim.’ Di civîna gîştî ya NY`de planê xîzkirina nexşeya Sûrî dane nîşandan, bûyerek ne ji rêzê bû. Diyare ku, endamên rêveberiyê Tirkiyê ev pîlanê pir alî, nîqaş kirine û weke siyaseta dewletê diyar kirine.

Sedemê ew kas bê şerm tevgerîna Tirkiyê mijara nîvîseke din e. Lê eşkereye ku piştgîriya xwe ya esasî ji hêzên wek NATO`yê digre. Ji ber ku pîlana dagirkeriyê dema carekedin eşkere kir, sekreterê gîştî yê NATO`yê Stoltenberg jî carekedin got,“fikarên Tirkiyê yên ewlekariyê, divê ciddî bên girtin“. Pir eşkereye ku fikarên Tirkiyê yên ewlekariyê nînin. Li Sûrî artêşê Kurdan nînin, hêzê wan yê esmanî û yekîneyên wan ê zirxî nînin. Kurd tenê yek tiştek kirine, li hember DAİŞ`ê şer kirine. Ev şerê jî, bi dewletên endamên NATO yê ku weke hêza hevpeymanî di berxwedana Kobanê`de cîh girtibûn, kirine. DYE û dewletên endamên NATO’yê şahid in ku ji aliyê Sûrî ve ti êriş li ser Tirkiyê çênebûne.

Faşist Erdogan û Bahçeli ji bo Kurd nebin xwedan statû, li Sûrî bi DAİŞ û El Qaide`re îttîfaq kirin. Berê van hêzan dan Kurdan. Îttîfaqê wan heta niha didome. Piştî ku bi van hêzan re encamê ku dixwast bi dest nexist, bi artêşa xwe dest bi dagirkirina erdê Sûrî kir. Ji destpêkê heta niha Sûrî kişand nava gerînokekê. Mesûliyeta sereke ya xirabûna vî welatî û derketina encamên pir tirsnak Tirkiye ye.

Piştî ku Tirkiyê balafira Rûsî xist, ket nav tirseke mezin de. Eger Rusya alîkarî bide PKK’ê û li hember Kurdan dijminayî neke wê çawa be? Ev îhtîmal xewna wan revand û bi lez û bez xwe avêtin ber lingê Rusya. Tirkiyê bi qasî ku hemû dîroka osmaniyan nehatiye dîtin, tawîz dan Rusya. Bi qasî ku, weke dewleteke endamê NATO`yê ji Rusya fuzeyên S-400 bikire, gav pêşde avêt. Ev fuzeyan, rolekî ku di parastina Tirkiyê`de bilîzin tinebû. Ne îhtîmaleke êrîş kirina dewletên cîran yê Tirkiyê hebû, ne jî hêzeke wan hebû. Kirîna van fuzeyan hember dagirkirina herêmên weke Efrîn wek rûşwet hat dayîn. Herwiha Tirkiyê bi NATO û DYE re hember hev hatin, heya astekê girte ber çavan. Ji ber vê jî ji projeya balafira herî pêşketî F-35 hate derxistin.

Rûxmî vana hemûyan Stoltenberg carekedin jî weke papaxan gotina “fikarên tirkiyê ya ewlekariyê“ dubare dike. Rêveberiyê Erdoxan weke ga yê dîn bi çekên NATO`yê êrîşê başur û rojava dike. Lî tirkiyê bi hezaran Kurd di girtîgehanda ne. erdnîgariya Kurd tê xerakirin û şewitandin. Tenê rojek yên weke Stoltenberg li ser hebûn û ewlekariya Kurdan daxuyaniyek nehat. Wiha tê fêmkirin ku ji bo wan dewleta tirkan hebûneke xwedayiye. Kurd her tim ji bo vê hebûna xwedayî dikare bê qurbankirin. Ji peymana Lozan’ê heta niha qirkirina ku li ser Kurdan tê meşandin têrê nekiriye, yên weke Stotenberg piştgîriyê xwe ji bo faşîstê Erdoxan didomînin.

Erdogan niha dide xuyakirin ku, ji bo hevdîtinan bi rêveberiyê Sûrî`re bikin amade ne. Eger xerabiyê ku li Sûrî kirine hinek jî bên sererastkirin û lêborînê bixwazin, dibe. Lê xem a Erdoxan ne eve. Artêşa tirkan, bi DAİŞ, El Kaide û çeteyên ku li dora xwe komkiribûn re, nedikarî qirkirina Kurdan bigîhîne encamê. Artêşa tirkan niha jî li îdlîb`ê parêzvaniyê El-Nusra yê dike. Hemû herêmên hatine dagirkirin de, qirkirina netewî didome. Li van herêman bi tû awayî Kurd nikarin jiyan bikin. Niha yek sedemeke hevdîtinê wan bi Esed re heye; ew jî tasfiye kirina Kurdan e. Bi hewldanê din re ev tasfiye pêk hatibaye, bi rêveberiya Esed re pêwîstiya hevdîtinê nedidîtin.

Dewleta tirkan ji bo xêr a Sûrî hevdîtin nake. Bi şirîkayiya Şam`ê dixwaze Kurdan ji holê rake. Yani dixwaze li Sûrî zemîneke dijminayiyek û şerek nû ava bike. Heta niha bi kasî ku ji destê wî hat hember rêveberiya Şam`ê xerabî kir. Lê nekarî rêveberiya Esed li ser hikûm bixîne. Rojava jî rûxmî her tiştî berxwe da û li ser piyan ma. Niha dixwaze bi rêveberiya Esed re li hev bike û Kurdan tûne bike. Yanî ji bo li Sûrî şer xelas bibe û aşîtî pêk were, kar nake. Berovajî vê, rêya şerekî nû û dijminayiyeke nû dixwaze veke.

Hewldanê Tirkiyê gelê Kurd bi gîştî fêm dike, dizane. Ji ber ku 50 salin bi êrîşên vê dewletî û bi lîstokên wî û bi xerabiyên ku birêxistin kiriye ve mijul dibe. Lê niha rêveberiya Erdogan û Baxçelî asteke pir xeterde ne. Li Tirkiyê hilbijartin nîzîk dibe. Di rewşeke asayî de îhtîmala bi serketina Erdogan nîne. Ji ber wî dixwaze şer belav bike û encam bigre, wiha dixwaze rêveberiyê xwe misoger bike. Li başur ji meha Nîsanê heta niha, êrîşeke giran dimeşînin. Çekên qedexekirî, çekên kîmyayî jî têde her tişt tê bikaranîn. Lê berxwedana gerîlla didome. Ji ber ku ew dixwazin li Rojava çîrokeke serkeftinê derxin, serî li Rusya dan û ger pêwîst be wê bi Esed`re jî li hev bikin.

Divê li hember bûyerên nû yên li Sûrî yên bi xwîn bê sekinandin. Hember êrîşên dagirkeriyê, gelên Sûrî û hêzên demokrasî ya cîhanê, divê bi berxwedan bersiva wan bidin û dersekê bidin wan.