Rojnameya Ronahî

Hikumet mûçe nade û yên nikarin pereyê elektrîkê bidin elektrîka wan qut dike

Tenê di nava sê rojên borî de elektrîka 741 cihên bazirganiyê û pişesaziyê yên li devera Soran ji ber pereyê elektrîkê nedane hatiye qutkirin. Welatî diyar dikin ku hikumet di dema wergirtina deynên xwe de zîreke, lê dema dayîna paşkewta mûçeyên karmendan de bêdenge.

Rêveberiya Belavkirina Elektrîkê ya Soran ji roja Pêncşemê ve dest bi birîna elektîrka hinek cihên bazirganiyê ku pereyê elektrîkê nedane û gelek pere deyndarin kiriye. Di pêngava yekem de destpêkê elektrîka cihên bazirganiyê qutkir û di pêngava duyem de elektrîka malan jî qutkir ku zêdetirî 1 miyon dînar deyndarin.

Berdevkê Rêveberiya Belavkirina Elektrîkê ya Soran Wefa Seîd di derbarê mijarê de ji Rojnews’ê re axivî. Wefa Seîd diyarkir ku hevbeşên elektrîkê yên li sînorê îdareya serbixwe ya Soran 92 milyar dînar deydarin û ji vê hejmarê 17 milyar dînar deynê cihên bazirganî, pişesazî û geştyariyê ne û got: “Bang dikin ku deynên xwe yên elektrîkê bidin. Eger pereyê deynên xwe nedin neçarin elektrîka wan qutbikin.”

Wefa Seîd di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku desthilata tam dane wan ku elektrîka hemû ew mal û cihên bazirganiyê yên ku deynên xwe nedane û guh nadin biryarên hikumetê bibirin û wiha anî ziman: “Hîna jî binpêkirin hene. Kesên ku bi awayekî ne fermî elektrîkê digirin û nebûne hevkarên fermî hene ku hejmara wan nêzîkî 3 hezar mal û cihanin. Ji ber wê hinek ji wan malan elektrîka wan hatiye qutkirin û hinek ji wan jî zext li ser hatine kirin û qeyda xwe çêkirine.”

Di derbarê qurkirina elektrîkê de welatiyên Soran ragihandin ku xwezî hikumet weke ku ji bo wergirtina mafê xwe de zîreke, di dayîna mafê xelkê de jî zîrek ba û bê xem nebûya. Her wiha daxwaz kirin ku hikumet li şûna qutkirina elektrîkê û xwestina deynên xwe, divê di berdêla paşxistina mûçe de deynê welatiyan nestîne.

Yek ji welatiyên Herêma Soran Kemal Heynî ji ajansa me re destnîşankir ku ev hikûmetê li ser milê xelkê Kurdistanê tenê bargiraniye û wiha axivî: “Ji ber ku roj li pey rojê krîzan ji xelkê re derdixe holê û kiriya xizmetguzariyê zêdetir dike. Suprîza herî dawî ya hikumetê li beramber nedayîna pereyê elektrîkê qutkirina elektrîkê bû. Şermeke mezine ku hikumet elektrîka xelkê qut bike. Ji ber ku welatî mehane zêdetirî 50 hezar dînar dide kiriya elektrîkê. Ev jî nîşan dide ku hikumetê nekariye elektrîkê baş dabîn bike. Madem hikumet deynê xwe ji welatiyan werdigire, bila ew jî mûçeyê paşkevtî yê karmendan bide. Li hember mafê welatiyan bê xem nebe.”

Li gorî agahiyan wê di nîva meha Îlonê de destbi qutkirina elektrîka malan ku bi taybet malên zêdetirî 1 milyon dînar deynê elektrîkê hene, were kirin. ROJNEWS/