Rojnameya Ronahî

’Nebe hevkarê dagîrkerê xaka xwe’

Mihemed Xanim /Heleb

Luqman Jaro  diyar kir ku armanca êrişên dagîrkeriya tirkî şkandina baweriya gelên herêmê ye û got, divê rejîma Şamê nebe hevkarê dagîrkerê xaka xwe.

 

Ji destpêka şoreşa Rojava ve dewleta tirkî ya dagîrker bi riya çeteyên DAIŞ’ê êrişî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dike. Piştî têkçûna DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Tirkiyê  êrişan bi xwe pêk tîne. Dewleta tirkî û çeteyên wê di dema êrişên dagirkeriyê yên li ser Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê de bi dehan komkujî li dijî sivîlan pêk anîn e. Niha jî bi riya êrişên bi balafirên bêmirov welatiyan dike armanc. Civaka navneteweyî bêdengiya xwe li hember komkujiyên li ser welatiyan dewam dike. Li ser gef û êrişên dewleta tirkî ya dagîrker yên ser herêmên Rêvberiya Xweser, Endama Meclisa Giştî ya Partiyaa Yekîtiya Demokratîk( PYD) Luqman Jaro ji me re axivî.

’Dagîrkeriya tirkî têkbirina îradeya gelên herêmê dike armanc’

Luqman diyar kir ku êrişên dewleta tirkî ya dagîrker yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ne tiştekî nû ye û wiha got: “Ev deh salin ku êrişên dagîrkeriya tirkî yên ser herêmê dewam dikin, her dem şêwazên êrişên xwe diguherîn e. Ev demeke ku dagîrkerî bi riya balafirên bêmirov êrişî bakur û rojhilatê Sûriyê dike. Dagîrkerî bi balafirên bêmirov  welatî, kesayetên welatperwer û berxwedêrên Rojava dike armanc. Dagîrkeriya tirkî dixwaze bi riya armancgirtina pêşengên Rojava Rêveberiya Xweser Pûç bike. Li hemberî van kiryarên nemirovî,  hêzên navneteweyî  xwe bêdeng dikin.”

’Hêzên navneteweyî  hevkarên rijandina xwîna gelan e’

Luqman da xuyakirin ku hêzên navnetewî ji bo berjewendiyên xwe yên aborî çavê xwe digirin û li hemberî kiryarên dewleta tirk ya dagîrker, xwe bêdeng dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: ” Dewleta faşîst ya tirk dixwaze pirsgirikên xwe yên hundir derxe dervî sînorê xwe. Tevî ku dagîrkeriya tirkî her roj komkujiyan pêk tîne jî, Rûsya û Emerîka ji bo berjewendiyên xwe yên aborî  xwe bêdeng dikin. Ango ev hêze ji bo berjewendiyên xwe biparêzin, gelan dikin qurban. ”

‘Dive rejîma Şamê bi hêza ku xaka wê dagîr kirî li hevkirinê qebûlneke’

Luqman balkişand ser lihevkirina di navbera Hikumeta Şamê û dagîrkeriya tirkî û wiha got: “Di dema dawî de rejîma faşist ya AKP’ê û MHP’ê dixwaze bi rêjîma Şamê re têkiliyan girê bide û çeteyên ku heya niha emelên wî pêk dianîn, radestî rêjîma Sûrî bike. Li beramberî wê ji rêjîmê dixwaze ku alîkariyê di şerê wê yê li dijî Rojava de bike. Bi embargoya nû ya ku rêjîma Sûriyê li ser herêma Şehba ferz dike, tê xuyakirin hin lihevkirin di navbera Şam û Enqera de çêbûye. Lê hikumeta Şamê baş dizane ku yê nehiştî dewleta Sûriyê birûxe, Rêveberiya Xweser bû. Ji ber ku wê li hemberî çeteyên dewleta tirkî li ber xwe da û planên wan yên perçekirina xaka Sûriyê têk birin. Divê Hikumeta Şamê bi QSD’ê re lihevkirinê çêke ne bi hêza ku xaka wê dagîr kiriye re.”

’Rêxstinbûna gelên herêmê wê şikandina dagîrkeriyê tekez bike’

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk( PYD) Luqman Jaro Ji gelên herêmê xwest ku xwe ji şerekî dirêj re amade bikin û axaftina xwe wiha qedand: ” Dewleta Tirkiyê ya dagîrker bi riya Sîxûr û xaînan dixwaze rêveberiya xweser ji hundir ve pûç bike. Lê bi rêxistinkirina gel siyaseta wê têk diçe. Pêwêste gelên herêmê hişyar bin û ji bo cezakirina sîxurên dewleta tirkî ya dagîrker destekê bidin hêzên ewlekariyê.Tiştê tê xwestin divê em xwe amade bikin ji şerekî dirêj re, dibe ku bi salan dirêj bike. Ji her kesî tê xwestin ku li gorî erkê demê tevgerê bike û tevlî berxwedana gelan bibe. Herwiha divê hikumeta Şamê dest ji zihniyeta şofînîst ya li dijî kurdan berde û nebe hevkarê dewleta tirkî ya dagîrker.”