Rojnameya Ronahî

Dost ji Erdogan re tune ye!

DILYAR CIZÎRÎ

Gelê Sûriyê piştî buhara gelan a ji Tunisê destpê kir, ji bo guhertina demokratîk hêvî ava kirin û dest bi xwepêşandan û çalakiyên li dijî rêjîmê kirin. Hikûmeta AKP/MHP’yê bi serkêşiya Erdogan ji destpêka aloziyê ve destê xwe avêt tevgera gel û xwest ji bo xewin û xeyalên xwe yên “Mîsaqa Milî” xaka Sûriyê dagir bike.

Destdirêjiya Erdogan û hevkarên wî bû sedema derketina tevgerên çekdarî û şer li seranserî Sûriyê belav bû. Di encamê de zarok jî di nav de bi sedhezaran welatiyên Sûriyê jiyana xwe ji dest dan û bi milyonan koçber bûn. Di wê navberê de Erdogan bi hemû awayî komên çekdar pêş xistin û piştgirî da wan.

Di ser wan re û di bin navê opozisyonê xwest xaka Sûriyê dagir bikin. Erdogan xwe wekî bavê opozisyonê nîşan da û bi dehan xetên wî yên Sor di Sûriyê de derketin. Erdogan dema dît gelê Kurd sîstemê ava dike û pirojeyên wî têk dibin, berê çeteyên xwe da herêmên Bakurê Sûriyê û bi her awayî li dijî wan şer kir. Di wir de û ji bo têkbirina destkeftiyên herêmê gav bi gav paş de avêtin û opozisyona xwe radestî hikûmeta Şamê û hevkarên wê Rûsiya kirin.

Ev bi civînên Astana destpê kirin û heta niha jî dewam dike. Di van rojan de êdî behsa lihavhatina di navbera Hikûmeta AKP/MHP’ê û Hikûmeta Şamê tê kirin. Ew hikûmeta Erdogan serokê wê Beşar El-Esed wekî kujer pênase dikir, îro dixwaze pê re lihev were. Lihevhatina wî jî tê wateya gaveke din a têkbirin û firotina çeteyên navê opozisyonê li wan dike.

Li gorî tê xuyakirin di civîna Tehran a di navbera Pûtîn, Reiyîsî û Erdogan de ji Erdogan hatiye xwestin destê xwe ji çeteyên xwe yên navê “Opozisyonê” li wan dike berde. Devjê berdana wan tê wateya pêvajoyek nû di asta dosya Sûriyê de. Ji xwe devjêberdana çeteyan li Erdogan ne tiştekî nûye, ev rewş ji sala 2018’an destpê kiriye, dema çete ji başûrê Şamê beranberî dagirkirina Efrînê dan derxistin.

Diyare niha jî wê yek ji rêzezincîrên firotina Erdogan ji çeteyên girêdayî xwe ye. Lê vê carê rewş zêdetir metirsîdar e, çeteyên çekdar û aliyên wan ên siyasî wê li kur werin bi cihkirin. Ev çeteyên bi salane fêrî talan, rijandina xwînê û kuştinê bûne, gelo wê ber bi ku ve werin şandin. Li aliyê din jî nûnerên wan ên siyasî yên li Stenbolê rûniştîne wê ber bi ku ve werin şandin.

Ev rewşa “opozisyona Sûryê” ya çêkirî ku bi destê Erdogan hatiye avkirin ber bi çarenûsa ne diyar ve dibe. Bê guman ev rewş di heman demê de wê ya ENKS’ê be jî. Dê rewşa wan iflas û çûyîna ber bi hilweşînê ve be.

Di rewşeke wiha de ji Rêveberiya Xweser û Meclîsa Sûriyaya Demokratîk (MSD) tê xwestin bi hestyarî nêzî van mijaran bibe û karibe kesayet û komên gel ên welatparêz ku bi Erdogan hatibûn xapandin, kom bikin û wan ber bi xeta çareserî û demokarsiyê ve bikşînin.