Rojnameya Ronahî

‘PDK’ê ji bo berjewendiyên xwe dibe rêya qirkirina kurdan’

 

Şaho Gabar / Qamişlo

Hediya Şemo diyar kir ku hevkariya PDK’ê bi dagîrkeriya tirkî re hebûna Kurdan dixe xeteriyê û got, divê gelê Kurd li herçar perçeyên Kurdistanê li dijî xiyaneta PDK’ê helwesteke xurt nîşan bidin  

Ji 17`ê Nîsana ve, an ku piştî serdana serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya ji bo Tirkiyê, artêşa Tirk a dagirker bi beşdarbûna PDK`ê li Başûrê Kurdistanê êrişî qadên gerîlayan dike. Li hemberî êrişan gerîlayên HPG û YJA Starê, li herêmên Avaşîn û Metînayê berxwedaneke bê hempa didin meşandin û derbên giran li artêşa tirk ya dagîrker dixin. Ji ber têkçûna dagîrkeriya tirkî li herêmên parastinê yên Medya, PDK’ê bi vekirina riyan li qadên gerîlayan dixwaze dorpêçê li ser gerîlayan ferz bike û artêşa Tirkan ji têkçûnê xelas bike. Li hemberî kiryarên PDK’ê,  beriya sê rojan NPG’ê bi riya daxuyaniyekê  hişyarî dabû ku PDK’ê dixwaze şerekî navxuyî derxe û divê dest ji hevkariya bi êrişên dagîrkeriyê yên ser qadên gerîlayan berde.

Derbarê hevkariya PDK’ê ya bi dagîrkeriya tirkî re û xetera wê li ser tevayiya Kurdistanê, Endama Koordînasyona Yekîtiya Jinên Êzidî ya Rojava Hedeya Şemo ji me re axivî.

Hediya Şemo diyar kir ku  ji destpêka damezrandina Tevgera Azadiyê ve, PDK’ê bi awayekî eşkere hevkariya dewleta tirkî ya dagîrker kiriye û wiha got: “Dewleta tirkî ya dagirker di demên dawiyê de li herêmên Parastinê yên Medya derbên giran ji şervanên Azadiyê xwarin û gelek leşkerên wê hatin kuştin. Ji bo ku şikandina xwe ya li çiyayên azad veşêre, êrişên xwe yên ser Rojava yên bi balafirên bêmirov zêde kirin û  welatiyên Rojava kirin armanc. Dewleta tirkî ji bo ku bihêsanî Rojava , Şingal û Başûrê Kurdistanî dagîr bike, bi tevayiya hêz û çekên qedexekirî êrişên ser qadên gerîlayan dewam dike. Lê Ji ber ku dewleta tirkî li hember berxwedana gerîla têkçû, wek çareke din PDK  bi xwe re tevlî şerê gerîla kir. PDK’ê jî ji destpêka damezrandina Tevgera Azadiyê, rê ji tirkan re vekiriye û alîkariya wan kiriye.”

’PDK’ê di diroka xwe de xeta xiyanetê hilbijartiye’

Hedeya Şemo da da xuyakirin ku PDK’ê ji destpêka dîroka xwe ve xeta xîyanete hilbijartiye û wiha got: “PDK’ê Her dem li pêşiya artêşa tirkî meşiyaye û rê nîşanî wê daye. Di êrişên dewleta tirkî yê dawî de jî, hevkariya PDK’ê bi dagîrkeriyê re ji her kesî re eşkere bûye. Îro bi vekirina riyan li pêşiya artêşa tirkî li qadên gerîlayan, PDK’ê rûyê xwe yê xîyanetê disa eşkere kir. Dema ku serdan di navbera berpirsên PDK’ê û rayedarên Tirkiyê de çêdibin, dewleta tirkî êrişên xwe yên ser qadên gerîlayan zêde dike. Xete berxwedanê û xeta xîyanetê ji gelê kurd re zelal bûye. Lê her dem xeta xîyanetê bin ketiye û wê bin bikeve.”

’Gerîlayên azadiyê xeta parastina tevayiya Kurdistanê ne’

Hediya bal kişand ser têkoşîna Tevgera Azadiyê û axaftina xwe wiha domand: “Eger ne ji têkoşîna gerîlayên azadiyê ba, wê Tirkiyê Kurdistan bi giştî xistiba bi dagîrkeriya xwe de. Gerîlayên azadiyên û Herêmên parastinê yên Medya, xeta parastina tevayia Kurdistanê ne. Tirkiyê ji bo ku bi hêsanê bakur û rojhilatê Sûriyê, herwiha Başûrê Kurdistanê bi giştî dagîr bike bi tevayiya hêza xwe êrişî gerîlayan dike.”

’Wê PDK’ê dawiya xwe bîne’

Hedeya da zanîn ku hevkariya PDK’ê bi dagîrkeriya Tirkiyê re wê dawiya wê bîne û wiha dirêjî da xaftina xwe: “Wekî di dîmanan de hat eşkerekirin, dewleta tirkî ya faşîst ji ber têkçûyîna xwe, bi çekên nûkleerî êrişî qadên gerîla dike. PDK’ê dixwaze wan ji şkandinek mezin xelas bike û ji wan re riyan li qadên Gerîlayan vedike. Hevkariya PDK’ê bi Tirkan re wê dawiya wê bîne. Ji ber ku di dîrokê de her dem xayîn têk çûyine. Ji ber şervanên azadiyê tevayiya Kurdan temsîl dikin, PDK’ê rê ji Tirkan re vedike û alîkariya dijmin dike, bi vê kirina xwe eşkere dike ku ji bo qirkirina gelê kurd xwe dike çareya dijmin. Tişta ku dewleta tirkî nikaribe bike, PDK’ê dike. Kurmê darê ji darê ye.

’Divê gelê Kurd li hemberî xiyaneta PDK’ê dengê xwe bilind bike’

Endama Koordînasyona Yekîtiya Jinên Êzidî ya Rojava Hedeya Şemo, da zanîn ku dewlete tirkî ya dagîrker dixwaze bi riya PDK’ê Kurdan qir bike û axaftina xwe wiha qedand: “Dewlete tirkî ya dagîrker dixwaze bi riya PDK’ê  şerê Kurdî – Kurdî derxe û kurdan qir bike. PDK’ê ji bo  berjewendiyên xwe yên malbatî û aborî kurdan dike qurban. Gelek caran PDK’ê hewil da ku şerê birakujî derxe, lê gerîlayan rê li pêş pilanên wê digirtin. Divê gelê kurd li her çar perçeyên Kurdistanê li dijî xîyaneta PDK’ê bisekinin û wê hişyar bikin. Projeya Tirkiyê dagîrkirina Rojava û başûrê Kurdistanê ye û li hemberî wê divê kurd hişyar bin û ji PDK’ê re bêjin, ‘êdî bese ji xîyanetê re’. Em bang PDK’ê dikin ku dest ji xîyanet berde û gelê kurd neke qurbana berjewendiyên xwe.”