Rojnameya Ronahî

KCK: Êrişa li dijî hevrê Sûheyl Xûrşîd parçeyek ji qirkirina Kurdan e

 

KCK’ê da xuyakirin ku wê gelê Kurdistanê yê welatparêz bide ser şopa têkoşer Sûheyl Xûrşîd û xwedî li mîrateya wî derkeve û got, zêdebûna êrişan parçeyek ji qirkirina Kurdan e.

Derbarê êrişa ser, Endamê Desteya Rêveber ya Tevgera Azadî Sûheyl Xûrşîd, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek da

KCK di daxuyaniyê de diyar kir ku bi destê ajan û nokerên dewleta Tirk a qirker, di 28’ê Tebaxa 2022’an de ji welatparêzên Başûrê Kurdistanê û endamê Konseya Rêveber a Tevgera Azadî Sûheyl Xûrşîd Ezîz hate qetilkirin û wiha got: “Em vê êrîşê şermezar dikin û lanetê li êrîşkaran tînin. Di şexsê welatparêzê mezin û têkoşer Sûheyl Xûrşîd Ezîz de şehîdên demokrasiyê û şoreşê bi rêz û minet bi bîr tînin, soza ku me dane şehîdên xwe ya ji bo xwedîderketina li bîranîna wan, dubare dikin.”

 

’Dewleta tirkî ya dagîrker dixwaze hebûna kurdan ji holê rake’

 

KCK’ê da xuyakirin ku têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê di pêvajoyeke krîtîk û dîrokî de ye û wiha got: “Gelê Kurdistanê zêdeyî sed sal in li dijî mêtingeriyê têkoşîneke bêhempa û dijwar meşandiye û bi dayina berdêlên giran destketiyên girîng bi dest xistiye. Dewleta Tirk ku li çar parçeyên Kurdistanê û li her devera Kurd lê ne, van êrîşan dike, bingehê xwe yê qirker radixe pêş çavan ku dixwaze hebûna Kurdan ji holê rake.”

 

’Êrişa li dijî hevrê Sûheyl parçeyek ji qirkirina Kurdan e’

 

KCK’ê da zanîn ku ev êrîşa li hemberî welatparêzê Kurd ê mezin û têkoşer hevrê Sûheyl Xûrşîd Ezîz hate kirin, parçeyek ji komkujî û qirkirina li ser Kurdan e û wiha got: “Hevrê Sûheyl Xûrşîd Ezîz ku bi navê Mamoste Şemal tê naskirin, mirovekî mezin ê welatparêz û têkoşer ê gelê Başûrê Kurdistanê bû. Jiyana xwe di ber azadiya Kurdistanê re da û bû nûnerê xeta welatparêziyê. Li ser rêya şehîdan meşiya, li pey xwe mîrateyeke mezin a têkoşînê hişt û şehîd ket. Bêguman gelê Kurdistanê yê welatparêz wê bide ser şopa wî û xwedî li mîrateya wî derkeve.”