Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Wê hesabê kuştina zarokên Kurdan giran be’

28/08/2022
in ROJEV
A A
‘Wê hesabê kuştina zarokên Kurdan giran be’
Share on FacebookShare on Twitter

Darîn Silê/Qamişlo

Welatiyên bajarê Qamişlo dan zanîn ku armanca Tirkiyê ji êrişa zarokan ew e ku paşroşa vî welatî tine bike. Herwiha gotin, êrişa ser zarokan sûcê herî giran e û divê dewleta tirkî ya dagîrker li ser wan were cezakirin.

Ev çend sal in dewleta tirkî ya dagîrker bê navber û bi rengekî hovane êrişî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dike. Di dema dawî de jî dagîrkeriya tirk êrişên xwe zêde kirine û herî zêde zarokan dike amanc. Bi sûcên xwe pîvan, nirxên mirovayiyê û mafên zarokan binpê dike. Herwiha tevayiya zagon û belgenameyên Neteweyên Yekbûyî paşguh dike. Kiryarên dewleta tirkî ya dagîrker û hov îtiya wê ku gelek komkujî bi serê gelên herêmê yên resen de anîne mîrasa Împaratotiya Osmanî ye û dixwaze vê mîrasê zindî bike . Di encama van kiryaran de zarokên bakur û rojhilatê Sûriyê tên koçberkirin, kuştin û canê wan tê parçekirin. Li hemberî vê rewşê cîhan tev bêdeng e.

Derbarê êrişên dewleta tirkî ya dagîrker yên li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê de, bi taybetî hedefgirina zarokan, şêniyên bajarê Qamişlo dan zanîn ku êrişên li dijê zarokan pêk tên sûcên dijmirovî ne û gotin, divê dagîrkeriya tirkî li ser van sûcan were cezakirin.

`Armanc ew e ku paşroja me tine bike`

Welatiya bi navê Şemsa Mihemed da zanîn ku dewleta tirkî ya dagîrker zarokên Kurd ji bo xwe xeter dibîne û axaftina xwe wiha domand:  “Dewleta tirkî ya dagîrker êdî ji mirovayiyê pir dûr ketiyê û kiryarên pir giran li dijî zarokan pêk tîne. Heriwiha ji ber ku Tirkiye pir tengav bûye êdî nizane ka çi bike, ji ber wê berê xwe daye zarokan û rojane êrişî cihên ku zarok lê hene dike. Armanca wê ji hedefgirtina zarokan ew e ku paşroşa welatê me tine bike. Çimkî baş dizane ku di paşrojê de yên ku parastina nirx û destkeftiyên vî welatî bikin zarokên in. Herwiha zarokên me weke xetereke mezin li ser xwe dibîne. Ji bo wê jî bi êrişên xwe hewl dide nifşê nû yê Kurd ji hole rake.”

`Divê dagîrkeriya tirkî were cezakirin`

Şemsa Mihemed got, kiryarên ku li dijî zarokên me pêk tên em wan qebûl nakin û emê hesabê van kiryara bixwazin. Ev kiryarên ku dewleta tirkî dike, li gel xwedê jî nayên qebûlkirin. Divê dagîrkeriya tirkî were cezakirin. Ma heta kengî wê zarokên me werin kuştin û mafê wan were xwarin.”

Şemsa Mihemed di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wek welatiyên bakur û rojhilatê Sûriyê heta dilopek xwîn di laşê wan de hebê wê li hemberî kiryarên Tirkiyê têkoşîn bikin û tola zarokên xwe rakin.

`Rêxistinên di binê navê parastina zarokan de dixebitin li hemberî kuştina zarokên Kurd bêdengin’          

Welatiyê bi navê Xesan Abid jî diyar kir ku êrişên dewleta tirkî yên li ser zarokan dermirovî û ne exlaqî ne û wiha pê da çû: “Ev êriş sûcûn herî mezin in û divê dewleta tirkî li ser bê cezakirin. Tirkiye ji ber gunehê zarokên me wê ti caran bi ser nekeve. Ew zarokan dikuje, lê nizane ku kuştina zarokên me çiqas çiqas guneh û sûcekî giran e. Tirkiye nikare zarokên me tine bike. Her ku zarokekî dike hedef, hêz û berxwedana zarokên me yên din xurttir dibe.”

Xesan Abid bal kişand ser bêdengiya hêzên navnteweyî û rêxistinên hiqûqî û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Em bêdengiya li dijî kiryarên Tirkiyê bi tundî şermezar dikin. Çimkî ev bêdengî diyar dike ku hêzên navneteweyî jî hovîtiya Tirkiyê qebûl kirine û rê li ber vekirne ku kiryarên xwe dewam bike. Heta niha rêxistinîn ku di binê navê parastina mafê zarokan de dixebitin ti daxuyanî derbarê vê rewşê de nadane û li ser vê yekê nesekinîne.”

Xesan Abid di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navneteweyî û rêxistinê mafê zarokan kir ku li hemberî vê rewşê berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Herwiha zextê li dewleta tirkî ya dagîrker bikin ku êrişên xwe yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, bi taybetî yên ser zarokan bide sekinandin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.