Rojnameya Ronahî

Gelo wê Rûsya di tesfiyekirina Kurdan de rolê bilîze ?      

Zekî Bedran

Dewleta Tirkan di rêveberiya Erdogan û Bahçelî de dixwazin qirkirina Kurdan bigîhînin encamê. Heta niha armanca tevayiya êrîşên leşkerî, qirkirina neteweyî, sûcên şer, xebata dîplomasiyê û şerê taybet yê Erdogan û ekîbên li dora wî ev plan e.  Armanca şer û tevayiya êrişan eger rast neyê fêmkirin, nîqaş û nirxandinên pêş dikevin wê bêencam bimînin.

Dewleta Tirkan li başûrê Kurdistanê di dorhêla vê planê de êrişên xwe yên leşkerî bênavber didomîne. Çekên qedexekirî jî tê de, her rê û rêbazê diceribîne. Bi dehan navendên leşkerî li wir ava kirine. PDK jî weke lingekî vê planê bi kar tîne. Bi dehê salan e li hemberî gerîla êrîşên tinekirinê pêk tîne. DYA û NATO her tim piştgîrî dane hikûmetên Tirkiyê. Dewleta Tirkan jî pirsgirêka Kurdan ya dîrokî û civakî, weke pirsgirêka terorê bi nav dike û pê re qirkirinê xwe rewa dike.

Weke tê zanîn Kurdistan bi Peymana Lozanê fermî wek çar parçe hat parçekirin. Nexşeya Rojhilata Navî ya wê demê Ingilistan û Fransa xêz kirin. Lê niha şert û merc hatine guhertin. Kurdan li başûr statûyek bi dest xistiye. Li Sûri weke rêveberiya xweser xwe birêxistin kirine. Li hember DAİŞ’ê têkoşîn kirin. Ji bo tevayiya cîhanê ji belayeke wiha xelas bikin bedelên mezin dan û bi hevpeymaniyê re hevbeş tev geriyan. Vê rewşê li cîhanê ji bo Kurdan heskirin çêkir û rewabûna wan zêde kir. Dewleta Tirkan ji bo pêşî lê bigire DAIŞ û El Qaîde jî tê de bi tevayiya komên çekdar re itîfaq kir.

Hulusi Akar derdikeve hemberî ragihandinê û bê ku şerm bike dibêje, bi Kurdan re pirsgirêkeke me nîne. Em tenê li hemberî terorê têkoşînê dikin. DYA bi QSD`ê re operasyonên xwe yên li hember DAİŞ’ê didomîne. DYA jî dixin nava refa dewletên piştgîriyê didin terorê. Yên ku ji Kurdan re û sazî û rêxistinên Kurdan re nebêjin têrorîst, yan jî yên ku piştgiriya faşîzma Tirkan neke hemû alîkarên terorê ne. Dijminayiya Kurdan ewqas pêş de birine ku, yek weke Tramp jî li hemberî helwesta Erdogan nikarî ecebmayîna xwe veşêre. Hulusi Akar pir biaqile ya! Eger dijminayiya Kurdan qebûl bike, ji cîhanê pir helwestên ne baş derkevin, ji ber wê dibêje armanca me tenê terorîst in.

Qirker di derew û demagojiyê de sînor nas nakin. Heman tiştan em li cem Hîtler û Gobels jî dibînin. Herwiha qirkirina Ermen, Rûm, Asuri-Sûryani jî heta niha inkarkirina rêveberiyên Tirkan li holê ye. Eger H. Akar  tenê li hemberî terorîstan e, divê bersivê bide. Li Efrînê çend terorist hene. Cîhê ku dagîrkeriya tirkî heye Kurd nikarin bimînin. Qirkirina neteweyî tê kirin, ev zelal e. Eger li Efrinê behsa terorê bê kirin, divê behsa terora çeteyên bin destê Tirkan bê kirin. Li wir PKK yan jî wekî din rêxistineke Kurdan nîne. Ku ne wisa be dewleta Tirkan çima nahêle Kurd vegerin Efrînî ser erdê xwe? Çima mal û milkê Efrîniyan tê talankirin? Çima ji cîhekî din malbatan tînin cihê wana bi cih dikin?

Erdoğan nexşeya Sûrî girt destê xwe û di civîna gîştî ya NY de plana qirkirina Kurdan raghand. Da xuya kirin ku; ji Efrin heta Dêrikê tevayiya herêmen Kurdan, 30 km. bi kûrayî dagîr bike û ji cihekî din milyonek mirovan bîne li wir bi cih bike. Mal û milkê Kurdan tev ji destê wan bên girtin. Bizrê dijminayiyeke demdirêj wê bê çandin. Lewra ev herêm ne vala ne, erd û malên mirovan yên bi tapu hene. Erdogan çi mafê wî heye, welatekî din dagîr bike û li ser erdê wî ewqas guhertinan bike?

Di vê mijarê de tiştên divê bên gotin pir pir in. Ev siyaseta dagîrker û qirker, kiryarên wê yên hovane û hilweşîner yên sedê salan hene. Dewleta Tirkan niha dixwaze vê qirkirinê li ser Kurdên Sûrî bigihîne encamê. Dixwaze ji rewşa şer û aloziyê sûdê bigire û Kurdan bi giştî ji erdê wan derxe û xwe ji hebûna wan xelas bike. Heta niha planên êrişê û dagîrkeriyê encama dixwast nedan. Li herêmê derveyî Tirkan hêzên weke DYA û Rûsya jî hene. Divê pejirandin û piştgiriya wan hebe. Di rewşa heyî de dixwaze, bi riya Pûtîn-Rûsya hebûna Kurdan û destkeftiyên wan ji holê rake. Di şerê cîhanê yê yekê de Ingilistan û Fransa Kurd wek qurban hilbijartin.  Gelo niha Rûsya heman rolê digire ser xwe? Erdoğan li pey wî ye. Piştî civîna Tehranê êrişên ser Kurdan zêde bûn. 5’ê Tebaxê li Soçi piştî hevdîtina bi Pûtin re, ev êriş bi awayekî çavsorane pêş ketin. Herwiha kuştina zarok û jinan û mirovên sivîl hatin rojevê.

Erdogan dibêje, Pûtin ji min re got bi Esed re hevdîtinê bike û pirsgirêkê bi wî re çareser bike. Pir eşkere ya ku wê Erdogan bi Esed re qirkirina Kurdan nîqaş bike. Jixwe di ragihandina xwe de vê niyeta xwe venaşêre. Yê ji bo hevdîtinê hatî diyarkirin Dogu Perinçekjî li Tirkiyê mirovekî herî tarî û bê itîbar e. Perinçek weke kesekî har xwe avêtiye meydanê û ka wê Kurd çawa bên tinnekirin pir xweş şîrove dike. Diyar e ku Erdogan derbarê Sûriyê de ji DYA û Ewropa piştgîrî negirtiye. Ji ber wê benê xwe li cem Pûtîn gire daye. Hebûna Erdogan ya siyasi jî bi qirkirina Kurdan hatiye girêdan. Ji ber wê piştgiriya Ergenekon û MHP`ê bi yek şertî wê bidome, ew jî li hemberî Kurdan domandina şer e. Erdogan di asta cihanê de keşf bûye. Yekî bêbawer e, ti pîvanên wî nînin û faşîstekî girêdana wî bi qanûnan re nîne.

Erdogan ji bo Pûtîn aletekî bikêr e. Di rewşa asayî de divê derketina ji Sûrî bi ser wî de bihata sepandin. Lê Erdogan zextê dike û dibêje, ji bo ku l i hemberî Kurdan şer bikim û dagîrkeriyê bikim, piştgiriyê bide min. Mixabin Pûtîn jî vê mijarê pê re bazar dike. Dewleta tirkan derfetên xwe tev ji bo qirkirina Kurdan bi kar tîne. Gelo Pûtîn wê bi van re li hev bike? Gelo wê Rûsya rola Ingilistanê ya di şerê cîhanê yê yekî de di vê rewşa aloz de li hemberî Kurdan bilîze? Ev mijareke girîng e. Divê derdorên polîtîk û rewşenbîr van mijaran nîqaş bikin û gel ronahî bikin.