Rojnameya Ronahî

’Tirkiye kujera xewn û xeyalên zarokan e’

Darîn Silê/Qamişlo

Dayîka şehîd Aheng Hisên, da zanîn ku xwesteka Aheng ew bû ku xwendina xwe bi dawî bike û di paşrojê de bibe lîstikvanekî fotbolê yê navdar û got, hovîtiya dewleta tirkî ya dagîrker xewn û xeyalên Aheng û pir zarokên wekî wî kuştin.

Dewleta tirkî ya dagîrker di êrişên xwe yên dawî yên li dijî herêmê, herî zêde zarokan dike amanc û wan şehîd dixe. Rojane bajar û gundewarê bakur û rojhilatê Sûriyê bombebaran dike û her carê zarokan dike amanc. Dewleta tirkî ya dagîrker, bi amanckirina zarokan, tevayiya qenûnên navneteweyî yên mirovî û yên mafên zarokan yên cîhanî binpê dike. Tirkiye bi awayekî hovane sûcên pir giran li djiî zarokan dike. Yek ji sûcên dijmirovî yên dewlta tirkî ya dagîrker, êrişa li bajarê Qamişlo bû. 6`ê Tebaxê dewleta Tirkan ya dagîrker bi balafira bêmirov, erebeyeke li taxa Sînaa ya rojhilatê bajarê Qamişlo bombebaran kir. Di encamê de 2 zarok şehîd bûn. Yek ji wan zarokan Şehîd Aheng Hisên bû.

Aheng Hisên 27`ê Nîsana 2007`an, li bajarê Qamişlo di malbateke welatparêz de ji dayîk dibe. Du xwîşk û birayên wî hene. Aheng di nava malbat û civakê de zarokekî jêhatî, rastgo û rûgeş tê naskirin. Ji zarokatiya xwe ve li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo dijî. Li dibistanê refa nehan bi dawî dike û derbasî refa dehan dibe. Dema ku dibistana xwe diqedîne, ango demsala havînê berê xwe dide sînaa, li wir hem fêrî karê mekanîk dibe, hem jî ji malbata xwe re dibe alîkar.

’Di fotbolê de jî cih digire û di her milî de jîr e’

Aheng bi xwandina xwe re ji bilî karê sînaa, nêzî sê salan li Hola Berxwedan ya spora Asayişê dilîze. Pir ji fotbolê hes dike û xwesteka wî ye ku di paşerojê de bibe lîstikvanekî navdar. Aheng rojbiroj di fotbolê de xwe pêş dixe. Heval û mamosteyên wî yên fotbolê jî tev jê razî ne û pir jê hes dikirin. Bi rûkenî û dilpakiya xwe heskirina xwe di dilê tevayiya nas û derdora xwe de ava dike. Herwiha di xwandina xwe de jî pir jîr e. Mamosteyên wî pir jê razî ne û her tim di nava liv û tevgerê de ye. Nikare deqiqeyekê li cihê xwe bisekine.

’Dewleta tirkî bû kujera xewnên Aheng’

Roja Şemî ye, 6`ê Tebaxê ye. Tevî ku Aheng karê xwe li Sînaa diqedîne, ji bo çakkirina piskilêta xwe careke din berê xwe dide Sînaa û li wir li cem pismam û mamê xwe kêliyekê radiweste. Di wê kêliyê de balafira bêmirov ya dewlata tirkî ya faşîst Erebeyakê dike amanc. Di encamê de Aheng û pismamê xwe şehîd dibin û hin hevalên wan birîndar dibin. Di wê kêliyê de bombeyên dewleta tirkî dibin dojeha xewn û xeyalên Ageng û dilê dayîka wî. Dîsa qîrînên dayîkên Kurdan ber bi asîmanan ve diçin. Lê ev qîrin ne saziyên mafê mirovan dibihîzin, ne jî hêzên qaşo ji bo ewleyiya herêmê xwe li herêmê bi cih kirîn.

’Dewleta tirkî ya dagîrker xeyalên Aheng nîvco hiştin’

Dayîka şehîd Aheng, Mehfûza Silêman behsa kurê xwe dike û dibêje, Aheng kêfxweşiya min ya vê jiyanê bû. Pir çalak bû û di malê de jî cihê xwe dadigirt. Dayîka Aheng diyar dike ku Aheng zarokekî pir jîr bûye, ji kar pir hes dike û got, dema ku Aheng dihat malê tevger di malê de çêdikir. Herwiha da zanîn ku di temenekî pir piçûk de dest bi karê xwe yê li Sînaa kir û wiha pê de çû: “Xwesteka wî bû ku xwendina xwe bi dawî bike û di zanîngehê de beşa sînaa bixwîne, herwiha di futbolê de jî bibe lîstikvanekî xert. Mixabin hovîtiya dewleta tirkî ya dagîrker rê li pêşiya xewn û xeyalên wî yên zarokatiyê girt.”

`Me ji bo zarokên xwe jiyana xwe feda kir, Tirkiyê di kêliyekê de dawî li jiyana wan anî`

Mehfûza Umer di dawiyê de sersaxî ji tevayiya malbatên şehêdan re xwest û got, em bi hêvî ne ku qada hewayî li ber balafirên dagîrkeriya tirkî were girtin. Tirkiye dema ku zarokên me dikuje me jî dikuje. Em zarokên xwe bi keda temenê xwe hemûyî mezin dikin, dewleta faşîst ya Tirkiyê di kêliyekê de dawî li jiyana wan tîne û dilê dayîkên wan parçe parçe dike. Ma heta kengê wê hovîtî dewam bike!

Bavê şehîd Aheng, Ekrem Xelîl Hisên jî bal kişand ser êrişin dagîrkeriya tirkş yên bi balafirên bêmirov û wiha got: “Tirkiye bi balafiran êrişê me dike û zarokên me şehîd dixe. Balafiran bi kar tîne da ku hêza gel bişkîne û zarokên vî welatî bitirsîne. Tirkiye bi vî awayî zilmê ne tenê li Kurdan, li tevayiya gelê herêmê dike û dikuje.”

`Ti carî emê rê nedin ku Tirkiye xaka me dagîr bike’

Ekrem Hisên diyar kir ku dewleta tirkî dixwaze xaka Rojava tevlî welatê xwe bike û wiha pê da çû: “Em li ser xaka xwe ne, em bostekê derbasî xaka Tirkan nebûne. Bila dewleta tirkî nebêje xaka Rojava xaka min e û idîayên wisa neke. Bi hincetên cuda êriş dike. Ew bi çi mafî êrişî me dike. Rojekê me kevirek neavêtiyê sînorê Tirkiyê. Lê Tirkiye balafiran li dijî me bi kar tîne. Em li welatê xwe dijîn me şerê ti kesî nekiriye. Armanca me ew e ku em bi azadî li ser xaka xwe bijîn.”

`Cezayê Sîxûran tenê mirin e’     

Ekrem di dewama axaftina xwe de got, Sîxurên ku bi dewleta tirkî ya dagîrker re kar dikin û di nava me de dijîn, pêwîst e cezayên pir giran li wan werin birîn û werin darvekirin. Çimkî ev kes bûn sedema şehadeta bi hezaran mirovî, ev kes ji dijmin re bûne çav û guh. Ji bo wê jî çi kesê ku sîxûriyê dike dawiya wî dive mirin be.”

Bavê şehîd Aheng Ekrem Hisên hêzên navnetewyî wek hevkarên sûcên dewleta tirkî ya faşîs bi nav kirin û got, Amerîka, Rûsiya û tevayiya hêzên li ser xaka Sûriyê, ji bo berjewndiyên xwe çavê xwe ji kiryarên Tirkan re digirin, tevayiya van hêzan hevkarên dewleta tirkî ne û emê hesabê kuştina zarokên xwe ji wan bixwazin.