Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

’Divê ciwan li hemberî şerê teybet şiyar bin’

24/08/2022
in ROJEV
A A
’Divê ciwan li hemberî şerê teybet şiyar bin’
Share on FacebookShare on Twitter

Ehmed Mistefa diyar kir ku armanca dagîrkeriya tirkî qirkirina gelan e û got, Tirkiye ji bo dagîrkirina herêmê, tevayiya rêbazên bêxalaq bi kar tîne. Bi taybetî li dijî ciwanan şerekî pir qirêj dike û divê ciwan şiyar bin.

Şehba/Zana Roj

Di demên dawî de dewleta tirkî ya dagîrker êrişên xwe yên bi balafirên bêmirov yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê zêde kirine. Dagîrkerî, pêşengên şoreşa Rojava, fermandarên ku operasyonên li dijî çeteyên DAIŞ’ê dimeşînin û welatiyên herêmê dike amanca êrişên xwe. Bi taybetî bi pêngava Sondê ya QSD’ê dest pê kirî, derket holê ku tevayiya êrişên dagîrkeriya tirkî, bi alîkariya sîxur û xayînên li herêmê tên kirin. Herwiha piştî ku pêngavê dest pê kir QSD’ê ragihand ku bi 10’an sîxurên MÎT’ê hatine girtin û ev sîxur li xwe mikûr hatine ku destê wan di şehadeta pir şervan, fermandar û walatparêzan de heye.

Li ser zêdebûna êrişên dagîrkeriya tirkî, oprasyona Sondê ya li dijî sîxuran û êrkên ku dikevin ser milê ciwanên bakur û rojhilatê Sûriyê, Endamê Meclîsa Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Herêma Efrînê Ehmed Mistefa ji me re axivî.

 

’QSD’ê rûmeta gelan parast’

 

Ehmed Mistefa diyar kir ku armanca dewleta tirkî ya dagîrker ya piştgiriya DAIŞ’ê, qirkirina gelên herêmê yên resen e û wiha axivî: “Armanc dewleta tirkî ya dagîrker qirkirina gelên herêmê yên resen, têkbirina projeya Netweya Demokratîk û dagîrkirina tevayiya herêmên Sûriyê bû. Lê bi saya berxwedana şervanên azadiyê , Hêzên Suriya Dmokratîk û yekîtiya gelên herêmê armanca wê pêk nehat û çetyeyên DAIŞ’ê li seranserî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê têk çûn. QSD’ê bi rizgarkirina tevayiya herêmên xwe ji cîhanê re da xuyakirin ku ti kes nikare vîna gelên herêmê bişkîne.”

 

’Dewleta tirkî bi piştgiriya hêzên navneteweyî komkujiyan dike’

 

Ehmed da xuyakirin ku piştî têkçûna DAIŞ’ê li heremên bakur û rojhilatê Sûriyê, dagîrkeriya tirkî dest bi êrişên ser herêmê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî têkçûna DAIŞ’ dewleta tirkî bixwe êrişî herêmê kir. Êrişên dagîrkeriyê yên berfireh yên ser bakur û rojhilatê Sûriyê di 2018’an de li dijî Efrînê dest pê kirin û heta îro dewam dikin. Dewleta tirkî ya dagîrker di van êrişan de, li dijî gelê herêmê her hovîti kir û her cure çekên qedexekirî bi kar anîn. ”

Ehmed  bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta tirkî û wiha got: “Hêzên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe, çavên xwe ji kiryarên dewleta tirkî yên dijmirovî re digirin û xwe bedeng dikin. Ji her kesî re eşkere bûye ku Amerîka û Rûsya di rijandina xwîna gelên herêmê de hevkarên dewleta tirkî ne. Ji êrişên dewlata tirkî yên dawî tê xuyakirin ku dagîrkeriyê ji bo êrişên ser herêmê, erêkirina hêzên navneteweyî girtiye.

 

 

’Pêngava Sondê wê bibe tolhildan’

 

 

Ehmed da zanîn ku tevayiya êrişên dagîrkeriyê yên bi balafirên bêmirov bi alîkariya sîxuran tên kirin û wiha got: “Dagîrkeriya tirkî bi riya xayîn û sîxuran nebe nikare di vê astê de di êrişên xwe de bigihe armanca xwe. Tirkiye hewil dide bi van sîxuran tevlheviyê l herêmê çêke û îradeya gelên herêmê bişkîne. Ji bo dagîrkirina herêmê, Tirkiye tevayiya rêbazên bêexalq bi kar tîne. Dixwaze bi şerê taybet ciwanan bêbandor bike û herêmê vala bike.”

Endamê Meclisa Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Herêma Efrînê Ehmed Mistefa bal kişand ser Operasyona Sondê ya QSD’ê dayî destpêkirin û wiha got: “Operasyona Sondê ya QSD’ê li dijî sîxur û xayînan dayî destpêkirin, bi serkeftî dewam dike û rêbazên ku Tirkiye bi riya wan sîxuran pêk tîne, eşkere kirin. Mistafa di dawiya axaftina xwe de bang li tevayiya ciwanên bakur û rojhilatê Sûriyê kir ku nekevin xefka dijminên dagîrker û alîkariya hêzên xwe yên leşkerî bikin.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.